ENQERE - Lîstika “Kobanê Vedixwîne Ser Dikê” dê ji bo piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dîsa li li Şanoya Bellînî ya bajarê Napoliyê bê pêşandan.
Lîstika bi navê “Kobanê Vedixwîne Ser Dikê” ya derhêner û nivîskarê lîstikan Nicola Zavagli dê di navbera 10-22’yê gulanê de li Şanoya Bellînî ya bajarê Napolî ya Îtalyayê bê pêşandan. Lîstik ji xêzeromana nivîskarê îtalî Zerocalcare ya bi navê "Kobanê Calling" hatiye lê anîn û cara ewil di sala 2018’an de hate pêşandan. Bi mebesta piştevaniya bi kesên her roj li Sûriyeyê jiyana xwe têxin xetereyê dê were pêşandan.
Sed û 20 hezar kopyayên xêzeromana navborî li Îtalyayê hatin firotin û piştî ku li zimanên fransî, inglizî, spanî, almanî, portekîzî û norweçî hatiye wergerandin, bû belgeseleke teatral. Lîstika şanoyê ku ji bo projeya Şanoya Romana Grafîk a Lucca Comics û Games hatibû hilbijartin, dê di 22’yê gulanê de li Şanoya Bellînî bê pêşandan.
Xêzeromana Zerocalcare ku zêdetirî sedhezar kopyayên wê hatine firotin, bi belgeseleke helbestkî lê di heman demê de pêkenok dest pê dike. “Kobanê Vedixwîne Ser Dikê”, çîroka komeke ciwanan ên ku hewl didin alîkariyê bi Kobanê re bikin û dîroka wê binivîsin vedibêje.