AMED - erd Agron piştî "Dîwana Hestiyan" ku her helbesteke wê mîna kurtefilmekî ji rastiya jiyanê bû, niha jî bi "Dîwana Şermê" ku ji Weşanxaneya Belkî der çû derdikeve pêşberî xwîneran.
erd Agron, girtiyekî siyasî ye û zêdetirî 20 sal e di girtîgehên Tirkiyeyê de tê ragirtin. Heya niha gelek nivîsên wêjeyî, gotar û helbestên wî, bi navên cûr bi cûr di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin. Bi sînemayê re jî eleqedar e û di vê beşa hunerê de jî diafirîne.
erd AGRON KÎ YE?
Gelek senaryoyên wî li ber kêşanê ne. Nivîskar erd Agron di beşa kurtejiyanê de ji dêvla xwe cih daye agahiyên aîdê mîtolojiya yewnan û çîroka Agron ku vediguhere çivîka baranê û wiha dibêje: “Agron û xwîşkên wî ji xwedawenda axê pêştir ji tu xwedayî re rêz nedigirtin. Ji ber vê sekna wan, hemû xweda bûn yek û biryar dan ku Agron û xwîşkên wî bên cezakirin. Cezayê wan hat birîn. Xwedayan Meropîs dagerand bûmekî, Byssa dagerandin qaqlîbazek û Agron jî bû tîtirwaskek. Bavê Agron, Eumelos jî kirin qijik. Li gor hin gotinan Agron bi cezayê ku lê hatiye birîn, netebitiye û hîn jî wek berê difikire.”
ZINDANÊ EW JI JIYANÊ QUT NEKIRIYE
Ligel erd Agron demeke dirêje di zindanê de ye, ne ji rastîyê ne jî ji heqîqeta jiyanê ne dûr e. Sedema vê bi gotinên weke “Girtiyê zindanê bi xwe bawer e. Dîwar ewqas bilind, derî ewqas qayim lê naxuyin. Kengî bixwaze dikare bi ser ban bikeve, bi awayekî xwe ji vê derê dikare xelas bike. Ev ruhekî biesl e, ruhekî azad e. Lê piştî ku sal û meh li pey hev rêz dibin, dîwar jî pê re bilind dibin, hino hino derî jî qayimtir dibin…” tîne ziman.
Lê ne bilindbûna dîwaran ne jî qayimtirbûna deriyan erd Agron ji civakê qut nake. Hilberîneriya erd Agron îspata vê yekê ye. Piştî pirtûka helbestan a bi navê "Dîwana Hestiyan" ku ji Weşanxaneya Aryen'ê derketibû, niha jî bi "Dîwana Şermê" derdikeve pêşberî xwîneran. Li gorî erd Agron, şerm hesteke şoreşgerî ye û ev hest bi herkesî re tune ye. Felata mirovahiyê jî bi hestên şermê ve girêdayî ye li gorî wî.
'BASKÊ SÊDAREKÊ'
“ber bi sêdarê ve dimeşiya
çiyayekî bilind bi berfa heta ser sînga xwe
erd dihejiya
li ser rûyê wî du hendefên bilind
du bîrên bêbinî
eba ji nav milên wî anîn xwarê
kirasekî spî lê kirin
û ji xwe re got
‘dê lingên min ji axa min bibirin’
bi tirsa lêpeydabûyî
zûq ma li sêpêyê nihêrî
li tirsa xwe poşman bû
darên sêpêyê şibandin darên dehla xwe
‘dê roj bê ev dar şîn bibin’
û kulîlk vebin bi rengê nû
ger ku destên wî li pişt wî negirêdayî bûna
dê dest di rûyê wan bigeranda
û kursiyê bin lingê wî qelibî
sêdarê bask li xwe xist
bilind bû
bilind bû...
biyaniyan ji jêr ve bi şaşwazî
lê nihêrî
çiya bişirî.”
erd Agron di pêşgotina 'Dîwana Şermê' de, wêjeya li zindana tê afirandin, hest û nêzîkahiya girtiyan û nêzîkahiya yên derve li hemberî nivîskarên girtî jî bi awayekî balkêş vedibêje. Bi vegotin û fikrên xwe pêşîya hin nîqaşan jî vedike ku armanc dike ev nîqaş bi awayekî erênî bi encam bibin.
MA / Abdurrahman Gok