Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand

img

ÊLIH - Çetîn Lodî ku li Êlihê 29 sal in etariyê dike, çîrokên ku li kolanan di bihîstin berhev kir û ji van çîrokan 2 pirtûkên din ên bi kurdî nivîsandin. 

 
Welatiyê bi navê Çetîn Lodî (44) ku hêj di temenê xwe yê biçûk de ji Dihê ya Sêrtê koçî Êlihê kir û li vir dest bi karê etariyê kir, 2 pirtûkên din ên nû nivîsandin. Lodî, di salên 90’î de li gel bavê xwe dest bi karê etariyê kir û hema hema tu kolanên gundên girêdayî navendê û taxên Êlihê neman ku lê negeriya. Lodî, di navbera salên 2011-2013’an de li Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-Der) dest bi perwerdehiya zimanê kurdî kir û di demên piştre de jî dest bi nivîsandina pirtûkên bi kurdî kir. Pirtûka xwe ya ewil a helbestan a bi navê "Rê û Rê” di 15’ê hezîrana sala 2013’an de derxist û di demên piştre de jî duyemîn pirtûka helbestan a bi navê “Çavên Şevînî” çap kir. Di helbestên xwe de Lodî, mijarên weke hesret, bêrîkirin, xweza û keyfxweşî û xemgîniyên kurdan girtin dest. Di heman demê de bûyerên ku di dema etariyê de dibihîstin jî kirin mijara helbestên xwe. 
 
Çetîn Lodî
 
DI NAVA 29 SALAN DE 6 PIRTÛK 
 
Di demên piştre de Lodî pirtûka helbestan a bi navê “Şîva Miriyan” û romana xwe ya “Evîn û Mirin”  derxist. Di romana “Evîn û Mirin” de qala cînayetên kiryarnediyar ên di navbera salên 1992 û 1998’an de, valakirina gundan û çîroka Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ku di 4’ê îlona sala 1993’yan de li navenda Êlihê tevî Metîn Ozdemîr rastî êrişa çekdarî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû vedibêje. 
 
Di 21’ê adarê de jî Lodî pirtûka xwe ya çîvanokan a bi navê “Qumarcî” çap kir. Di pirtûka behsa xeberê de çîrokên hatine jiyîn hatine nivîsandin. Pirtûka Lodî ya herî dawî jî pirtûka bi navê “Etar” e. Pirtûk di 15’ê tebaxê de hat çapkirin û di pirtûka xwe de Lodî bûyerên di 29 salên etariyê de jê re şahidî kiriye vedibêje. 
 
JI LEGANÊ HETA WESAYÎTÊ...
 
Lodî, di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsandin. Lodî, dibêje ku bi pirtûkên xwe ve hem kevneşopiyên kurdan vedibêje û hem jî armanc dike ku zimanê kurdî pêşve bibe. Lodî, anî ziman ku di dema etariyê de li hemû kolanên gundên girêdayî navenda Êlihê û li taxên wê geriyaye û wiha got: “Weke karê bavê xwe min jî dest bi etariyê kir. Cara ewil me leqleq, misîn, sungêr û şixarte di danîn nava leganê û ew legan li ser serê xwe digerand û ew tişt difirotin. Di demên piştre de jî bi erebeyên dest ên ku bi hêza mirov dixebitin ku me piştre tabla jê re digot hebûn. Me tiştên xwe dixistin nava vê erebeyê, gund bi gund digeriyan û me difirotin. Lê em niha li wesayîtan bar dikin û difiroşin. Ev 29 sal in ez vî karî dikim. Gelek zehmetiyên vî karî hene lê mirov gelek tiştan jê hîn jî dibe.” 
 
KEYFXWEŞIYA JI BER BI NIVÎSANDINA KURDÎ
 
Bi domdarî Lodî diyar kir ku di dema etariyê de şahidiya gelek çîrokên balkêş kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hema hema her roj çîrokên cuda derdiketin pêşiya me. Min jî xwest van çîrokan bi zimanê xwe binivîsim. Min 11 sal berê pirtûka xwe ya ewil nivîsand. Piştre jî 5 pirtûkên din nivîsandin. Her şeş pirtûk jî bi kurdî ne û min xwest di van pirtûkan de şahidiya xwe, tiştên hatine qewimîn û hestên xwe vebêjim. Pirtûka dawî jî bi navê pîşeya min anku ‘Etar’ derçû. Gelek keyfxweşim ku min pirtûkên xwe bi zimanê xwe nivîsandine. Di heman demê de hewl didim çanda etariyê jî zindî bihêlim. Vê yekê jî bi xebat û nivîsandinê dikim.”  
 
MA / Fethî Balaman