AMED – Nivîskar û weşanger Azad Zal destnîşan kir ku hemû ziman hem xwedî avantaj û hem jî xwedî dezavantaj in lê tu rabî bi zimanekî biyanî bingeha perwerdehiyê deynî, tu yê nikaribî xwe jê xelas bikî û wiha got: "Divê her kurd wexta çû malê tirkî, erebî û farisiya xwe deyne aliyekî û serê xwe vala bike.”
Xwediyê Weşanxaneya J&J'yê nivîskar Azad Zal rewşa weşanxaneyan û ziman nirxand. Zal destnîşan kir ku jhemû ziman hem xwedî avantaj û hem jî xwedî dezavantaj in lê tu rabî bi zimanekî biyanî bingeha perwerdehiyê deynî, tu yê nikaribî xwe jê xelas bikî û wiha got: "Divê her kurd wexta çû malê tirkî, erebî û farisiya xwe deyne aliyekî û serê xwe vala bike.”
‘TIRKIYE LI SER TUNE KIRINA GELAN HATIYE AVAKIRIN’
Zal destnîşan kir ku di dîroka gelan de tişta herî girîng ziman e û got ku gel yan jî netew, zindîbûna xwe bi ziman derdixin holê. Zal anî ziman ku zimanê kurdî ji ber ku zimanekî kevnar e û zimanekî bingehîn e di nava zimanên aryanî de gelekî xurt e û wiha got: "Her wiha ji ber ku xurt e, zêde nikarin zorê li ser zimanê kurdî bikin. Beriya netew-dewletan, problema zimanan bi hev re tune bûn. Ji ber ku ziman têkiliya danûstandinê ye. Em di dîrokê de dibînin ku gelek caran hewl dane ku kurdan bindest bikin. Lê ji ber ku kurd bi aliye çand, huner, ziman hwd. gelekî dewlemend bûn, nekarîn li ser kurdan desthilatiyekî ava bikin. Her wiha ev sed sala ku derbas bû, netew-dewlet hatin avakirin û dinya biçûk bû. Di wê demê de bi taybetî Komara Tirkiyeyê li ser tunebûna gelan ava bû. Li ser van yekan Komara Tirkiyeyê stratejiya xwe diyar kir û li gorî wê teoriya xwe çêkir. Piştî vê jî dest bi tunekirinê kirin. Li hinek deveran tunekirina fîzîkî kir, li hinek deveran tunekirina çandî kir, li hinek deveran jî tunekirina zimanî kir. Ji ber vê yekê gava Tirkiye hatiye avakirin hemû ziman tune hatin hesibandin. Ji ber ku cîhanê jî kurd tune dihesibandin, Komara Tirkiyeyê jî hewl da ku hem bi fîzîkî hem jî bi çandî, zimanê kurdan tune bike."
Zal wiha domand: "Tiştê ku bikarîbin îmha bikin, îmha kirin. Piştî vê hewldanê li Serhildana Agiriyê gotin ku me Kurdistan û hemû hebûnên Kurdistanê li vir defin kir. Ew cewherên ku çendan salan e bi çand û zimanê xwe dijîn di kurdan de nedîtin. Gelek dagirker hatin û çûn nekarîn tiştekî li kurdan bikin. Çi qas tune were hesibandin jî kurd dîsa li ser koka xwe şîn dibin. Li ser Serhildana Agiriyê dîsa kurd şîn bûn. Kurd û kurdewarî perçe nebûn. Li aliyê başûr, rojhilat, rojava û kurdên ku ji ber zilmê welatê xwe terikandin çûn li derveyî welêt çanda xwe parastin. Ji ber ve yekê Komara Tirkiyeyê mecbûr ma pê re şer bike. Hem tune dihesibîne hem jî pê re şer dike. Li hêla rojava, başûr û rojhilatê dewletên serdest hebûna kurdan qebûl dikin. Lê bi tu awayî sîyasî qebûl nakin. Eger ji destê wan were dê kurdan qetil bikin. Lê li Tirkiyeyê bi tu awayî kurd nayên qebûlkirin. Pê re şer dikin, lê tu navan lê nakin.”
‘SEDSALA 20’EMÎN JI BO ME SEDSALA XWEPARASTINÊ BÛ’
Zal diyar kir ku heke tu çand, ziman û hunera xwe biparêzî, hêzek te tune jî bihesibîne dîsa jî tu heyî. Zal bibîr xist ku di salên 1980’yî de dihat gotin ku kesên bi tirkî ne axive, dê cezayê pereyî li wan bê birîn û got ku lê ev qedexe jî nikaribûne kurdan tune bikin. Zal, axaftina xwe wiha domand: “Wekî Apê Mûsa gava ku li dadgehê dibêje ‘heke hebûna me ji bo dewleta te xetere be, nexwe te li ser tapûya min xanî ava kiriye.’Heke ev rastî were dîtin, dê gelek problem werin çareserkirin. Gelek tiştên qedexe hebûn. Ziman qedexe bû û kêm be jî pirtûk dihatin derxistin. Çand û huner qedexe bû, lê li gundan bi veşartî huner û çanda xwe dikirin. Gava diçûn palehiyê stranên xwe digotin. Bi vî awayî we parastin. Li her deverên Kurdistanê kurdî heye. Di van salên dawî de kurdan got ku hûn me tune bihesibînin jî em hene.”
Zal anî ziman ku bi pêşketina teknolojiyê re amûrên danûstandinê, rojname û pirtûk jî pêş ketine û wiha got: "Di dawiya sedsala 20’emîn de tora ragihandinê derket û ev xetereyên dû alî bi xwe re anî. Gava radyo derketin gelek kurdan li ser radyoyan bi hev hesiyan. Her wiha televîzyon derketin û di salên 1994-95’an de kurdan Med TV ava kir, gelek kes bi vê qanalê bi hev hesiyan. Heman tişt ji bo wan kesên ku bixwazin te tune bikin jî heye. Bi hevkariya teknolojiyê tên dikevin nava te. Bi heman tiştî tu dikarî xwe biafirînî û dîsa bi heman tiştî dikarin te tune jî bikin. Sedsala 20’emîn ji bo me sedsala xweparastinê bû. Ji ber vê yekê pêwîst e em pirtir ziman, çand, hunera xwe biparêzin. Berxwedaneke di vî warî de ji bo me pêwîste."
‘ROJNAMEYA AZADIYA WELAT DIBISTANEK BÛ’
Zal destnîşan kir ku ji ber ku qedexekirin û tunehesibandin hebû, kurdan derfet nedidît binivîsin û wiha got: "Serê sedsalê dest bi çapkirinê hat kirin. Li Kafkasyayê, li vir bi dizî, di sala 1898’an de li Misirê rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Lê ji ber ku gelek qedexe hebûn kesên bi eleqe, bi zorê xwe digihandin van tiştan. Raya giştî nedikarîn bi dest bixin." Zal diyar kir ku piştî têkoşîna kurdan dest pê kiriye û li gelek deveran partî hatine avakirin ji bo propaganda û danasîna xwe hinkî legal hinkî jî îllegal dest bi xebatan kirine û got ku vê jî bi xwe re hem weşangerî hem jî berhemên kovar, rojname, pirtûk û bulten anîne. Zal wiha got: "Li her çar deverên Kurdistanê tevgerên kurdan desthilatdar neçar hiştin ku wan realîteya kurdan qebûl kir. Piştî vê yekê kurdî û kurdewarî ji binê erdê derket û şax veda. Ji ber van tiştan derfetên aborî û legalî çêbûn. Li bakûr kovara Rewşen pêşiyê derket, rojnameya Azadiya Welat derket, enstîtu ava bûn. Bi sedema vê yekê weşanxane ava bûn. Van weşanxaneyên legal di nava gel de jî cîh girtin."
Zal axaftina xwe wiha domand: “Piştî tevahî van derfetan Rojnameya Azadiya Welat derket û bû dibistan. Enstîtuya Kurdî êdî bû warê lêkolînan. Nivîskar gihîştin hev du û hev nas kirin. Kesên dixwastin bi kurdî binivisînin xwe gihandin Azadiya Welat." Zal destnîşan kir ku tevgerên kurdan jî bi têkoşîneke bêhempa û berfireh pêwistiyek ji bo weşanê çêkirine û wiha got: "Pêşiyê yek û dû weşanxaneyên kurdî hebûn û tu kesî rexne lê nedikirin. Ji ber ku hejmara wan kêm bû û digotin bila kurdî be çawa dibe bila be. Piştî weşanxaneyên kurdan zêde bûn, reqabet ket nava wan û xwestin weşaneke baştir bikin. Gava rekabeteke rast were kirin pêşketin jî çêdibe. Alternatîf çêbûn. Vê yekê jî, bi xwe re berhemkariyekî zêde anî û rêzimana kurdî ket rêya xwe. Celadet Alî Bedirxan bingeha rêziman danî û ji salên 90’î şûn de jî hat nirxandin û li cihê xwe rûnişt. Rêziman ji aliyê çîrok, helbest, roman û kovargeriyê ve gelek pêş ket. Bi vî awayî kalîteya wêjeya kurdî jî gelek pêş ket.”
‘SAL BI SAL HEJMARA WEŞANA KURDÎ ZÊDE DIBE’
Zal da zanîn ku her sal îstatîkiya weşana kurdî tê girtin û got ku ji aliyê siyasî ve jî, Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê êdî pirtûkên kurdî dixe nava îstatîstîkan. Zal wiha berdewam kir: “Ez dikarim bibêjim ku sal bi sal hejmara weşana kurdî zêde dibe. Di 2-3 salên dawî de ji ber derfetên aborî hinek kêm bûn jî, lê sal bi sal zêdetir dibe. Weşana kurdiya van salên dawî ji tevahiya weşana sedsalê pirtir e. Em dikarin bibêjin ku li Tirkiyeyê bi 10 hezaran pirtûkên kurdî hatine çapkirin. Heke em tevahiya cîhanê bikin nav ji 20 hezarî zêdetir in. Hewceye em vê yekê hêjayî îstatîkê bikin. Ji ber ku dibe ji 20 hezaran gelekî zêetir be jî. Heke mirov li gorî rastiya cîhanê biçe, ev hejmareke kêm e jî."
Zal bal kişand ser pirtûkên akademîk ên kurdî jî û ev tişt gotin: “Problema kurdî ya herî girîng û mezin, pirtûkên akademîk kêm in. Ji ber ku kurdî demeke dirêje neketiye qada perwerdehiyê. Her çi qas li başûr di serê sed salê de dest bi perwerdehiyê hatibe kirin jî mixabin perwerde bi sînor maye. Qada zanistê bi erebî bûye. Li Îranê qada zanistê bi farisî ye. Tenê sînor hene û li gorî wan sînoran tu dikarî binivisînî. Li başûr jî heman tişt heye. Ev problemeke me ya mezin e. Bingeha avakirina sazî û dezgehên me esas perwerdehî ye. Ji ber ku perwerdehî bingehê ava dike.”
‘ROJAVA JI BO ME ŞANSEKÎ MEZIN E’
Zal li ser rewşa pir zimanî ya kurdan jî sekinî û got: “Li Tirkiyeyê bi zimanê tirkî, li Ewropayê bi zimanên almanî, îngîlîzî, fransî, li Îraqê bi erebî, li Sûriyeyê dîsa bi zimanê erebî û li Îranê jî bi zimanê farisî perwerdehî dîtine. Tu bikî nekî ew tişt nakokiyekê çêdike. Di vê hêlê de zanista kurdî kêm dimîne. Lê di van salên dawiyê de bi pêş ket. Di van salên dawiyê de gelek kurd bûn doktor, profesor û êdî berê xwe dan kurdî. Perwerdehiya xwe ya malbatî ya kurdî û ya bi zimanê din dîtine bingeha kurdî lê bar kirin û bi kurdî dixebitin. Bijîşkên kurdan êdî li ser tibê pirtûkan dinivisînin. Mesela em bibêjin li ser matematîkê tê nivîsandin. Li başûr êdî beşên zanistê hêdî hêdî tê rûniştin.”
Zal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rojava ji bo me şansekî gelekî mezin e. Li Başûr ji ber ku nîv dewlet e zimanê erebî li dibistanan bingehîn e. Pejirandinek heye. Ji ber vê yekê qutbûn çênebû. Ji ber ku hêj Başûr di bin bandora erebî de ye û bi nermayî derbas dibe. Li Rojavayê jî şoreşek çêbû. Gotin ku em ê bingeha xwe bi kurdî çêbikin. Ne gotin ku em bi erebî yan jî fransî dest pê bikin, bila hêdî hêdî hîn bibin. Vegûherînek radîkal çêkirin. Ev tişt pir muhîm bû. Ev tişt bi hişmendiyek şoreşgerî, kurdewarî, pêşketî li Rojavayê derket meydanê. Ev bû modelek ji bo Bakur, Başûr û Rojhilatê jî û hewce ye em vê modelê bigirin. Rast e, helbet zehmetî jî dê werin kişandin. Ji ber ku ziman bi tevahî avantajên xwe, dezavantajên xwe jî hene. Tu bi zimanekî biyanî bingeha perwerdehiyê deynî, tu yê nikaribî xwe jê xelas bikî. Li vir biryarek radîkal û qutkirinek hewce ye. Pêşniyazek ji bo hemû kurdan; Divê her kurdê bi tirkî zane wexta çû malê bila tirkiya xwe ji bîr ve bike, erebî, farisiya xwe deyne aliyekî û serê xwe vala bike.”