ŞIRNEX - Şêniyên Gundikêmelê di kevneşopiya serdana goristanê ya 300 salî de hatin cem hev.
Li bajaroka Gundikêmelê ya Şirnexê kevneşopiya serdana goristanan a 300 salî dewam dike. Şêniyên bajarokê her sal di roja pêncşema yekemîn û pêncşema duyemîn a meha Cotmehê de serê sibê li goristanê tên cem hev.
Kevneşopiya 300 salî ji aliyê Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Gundikêmelê li goristana Qevera Mardîvîn a Bêgurzanê hat lidarxistin. Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û rêveberên wê beşdarî serdana goristanê bûn. Hevşaredarên bajarokê Zahîre Erk û Mûsa Sîdar di serdana goristanê de gel silav kirin û daxwaz kirin ku serdana goristanê bibe wesileya aştî û aramiyê.
Piştî serdana goristanê, gel xwarina bi hev re çêkiribûn xwarin. Xwarinên hatin çêkirin li ser maseyên li dû hev rêzkirî hatin bicihkirin û zêdetirî 100 malbat li ser heman sifreyê kom bûn.
Piştî xwarinê lîstika kevneşopî ya Guhşegî hat lîstin.