‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'

ŞIRNEX - Hevserokên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil û Fatma Tûnç Gîzleyîcî bal kişandin ser girîngiya ziman, çand û hunerê û wiha gotin: "Ziman û çanda kurdî prototîpa ziman û çandên cîhanê ye." 
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a li Cizîra Şirnexê, çend roj berê Kongreya Awarte ya 1'emîn li dar xist û rêvebiriya xwe ya nû diyar kir. Komele bi xebatên ziman, çand û hunerê û bi kursan xizmeta cizîriyan dike. 
 
‘HÎMÊ CIVAKÊ ZIMAN Û ÇANDA WÊ YE'
 
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ku der barê xebatên komeleyê de agahî dan, anî ziman ku çand û ziman rastiya civakê nîşan didin. Akil da zanîn ku civak bi zimanê xwe rastiya xwe ava dike û wiha got: “Dema em behsa civakekê dikin, dema ku em dixwazin civakekê nas bikin divê pêşî li çand û zimanê wê binerin. Ji bo vê jî bingeha civakê ziman û çand e. Ziman û çanda kurdî prototîpa ziman û çandên cîhanê ye. Dayika hemû zimanan zimanê kurdî ye. Dema em li hemû zimanên Arî dinêrin, bingeha wê bi zimanê kurdî ve girêdayî ye. Ev jî dewlemendî û dîroka ziman û çanda gelê kurd dide ber çavan.”
 
GIRÎNGIYA ZIMÊN JI BO CIVAKÊ
 
Akil bal kişand ser girîngiya zimên, çand û hunerê ya ji bo civakê û got: “Ziman û çanda kurdî rastiya civakê tîne bîra mirov û vediguhêzîne siberojan. Kesayetiyên girîng ên wekî Celadet Alî Bedirxan hene ku ji bo çand û ziman ked û berdêl dane. Ji bo ev zimên li ser pêyan bimîne, gelek kesan canê xwe feda kir. Huner li gorî ziman û çandê şikil digire. Mînak derhêner Halîl Dag di fîlma Bêrîtan de lehengiya Bêrîtan bi awayekî hunerî nîşan da. Bi zimanê xwe helwesta xwe ya bi rûmet bi hunerî nîşan da. Bi heman awayî bi hunera xwe kesên ku dijminatiya gelê kurd dikin nîşan da."
 
‘LI DIJÎ ASÎMLASYONÊ LI BER XWE DIDE'
 
Akil behsa polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji aliyê serdestan ve tê meşandin kir û anî ziman ku 100 sal in li ser ziman û çanda kurdî polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Akil destnîşan kir ku asîmîlasyon tê wateya tunekirinê û wiha domand: “Tişta ku bê asîmîlekirin ji holê radibe. Rastiyê ji holê radike. Armanca asîmîlasyona ku li ser gelê me tê kirin tunekirina nasnameya gel e. Civakên ku tên asîmîlekirin dişibin civakên ku ew asîmle kirine. Asîmîlasyon sûcekî navneteweyî ye û yên asîmîle dikin jî sûcê li hemberî mirovahiyê dikin. Çand û ziman mafekî gerdûnî ye. Mafê tu kesî tune ku ziman û çanda civakê tune bike. Lê gelê me 100 sal in  rastî gelek zehmetiyan hat. Gelê me ji cih û warên xwe hat sirgûnkirin û koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Armanca sereke ya van tiştan tunekirina gelê me bû, dûrxistina ji ax, ziman û çandayê bû. Li hemberî vê asîmîlasyonê gelê kurd jî berxwedaneke mezin nîşan dide. Ji bo parastina ziman û çanda xwe têkoşîna xwe didomîne. Di vî warî de encamên erênî derketin, lê polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin."
 
‘DÎROKA KURDÎ TÊ ÎNKARKIRIN'
 
Akil behsa dîroka zimên, çand û hunera gelê kurd kir û wiha got: “Lê belê desthilatên dewletên serdest ên tekparêz, ji bo tunekirina ziman û çanda kurdî dest bi êrîşan kirin. Dîroka ziman û çanda kurdî tê înkarkirin. Ev înkar nikare rastiya ziman û çanda kurdî ji holê rake. Rastî her tim xwe derdixîne holê. XWedîderketina li ziman û çanda xwe, xwedîderketina li heqîqetê ye. Xwedîderketina li nasname û nirxên xwe ye.”
 
KURSÊN ZIMÊN
 
Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Tunç Gizleyîcî jî bal kişand ser girîngiya parastina çand û zimanê xwe û wiha got: “Ji bo parastina zimên, çand û hunera xwe em ê di vê komeleya xwe de xebatên xwe bidomînin. Em ê bi zanebûnê bixebitin ku ziman û çand ji bo gel çi qasî girîng e. Me kongreya xwe ya nû pêk anî. Beriya her tiştî me ji bo zimanê xwe yê zikmakî kurdî dest bi kursên perwerdehiyê kir. Em ê di asta yekemîn, asta duyemîn, asta sêyemîn û asta mamostetiyê de qursên perwerdeyê bidin. Her wiha me kursa perwerdeya tembûr, baxleme û erbaneyê jî vekirine. Em ê perwerdeyê bidin kesên ku dixwazin hem ziman hem jî enstrumanan fêr bibin. Em ê kevneşopiya dengbêjiyê ya ku nirxeke girîng a çanda me ye bidomînin. Berê mirov bi şev diçûn serdana hev û bi hev re wext derbas dikirin û şevên ku em jê re dibêjin 'Şevbuhêrk' çêdikirin. Em ê li Cizîrê li hemû taxan biçin malên gel û Şevbuhêrkan ava bikin. Di şevên me de dengbêj dê kilamên xwe bistrên. Em ê bi gelê xwe re sohbetê bikin û bi vî awayî em ê çanda xw ebidin jiyandin."
 
MA / Omer Akin