AMED - Di roja 2’yemîn a 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de nivîskar Hesen Silêvanî li ser “Dengvedana çîroka kurdî di erebî de” sekinî û got: “Serdest di wêjeya xwe de kurdan gelekî xirab nîşan didin.”
Li Amedê 4’emîn Rojên Wejeya Berawirdî yên Amedê ku bi dirûşma “Heqîqeta di zimanê xeyalê de” pêk tê li avahiya Wejegeha Amedê ya li semta Diclekenta Amedê didome. Di bernameya îro ya Wejeya Berawirdî de Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd a Şaxa Dihokê Hesen Silêvanî di gotûbêja bi sernavê “Dengvedana çîroka kurdî di erebî de” li ser serpêhatiya çîroka kurdî û dengvedana wê ya di erebî de axivî.
ÇÎROKA KURDÎ JI YA EREBÎ KEVNTIR E
Silêvanî ewilî li ser wergerî û girîngiya wê sekinî û piştre jî li ser serpêhatiya çîroka kurdî û ya erebî sekinî û qala wê kir. Silêvanî diyar kir ku çîroka kurdî beriya erebî hatiye nivîsandin. Silevanî bi bîr xist ku çîroka kurdî ya ewil ya Fûad Temo ye ku di sala 1913’an de hatiye nivîsandin û wiha got: “Çîroka erebî ya ewil jî di sala 1922’an de ji aliyê Mahmud Ehmed el Sayidî ve hatiye nivîsandin.” Silêvanî bal kişand ser nêzîkatiya serdestan a li ser hebûna kurdî û wiha got: “Serdest di wêjeya xwe de kurdan gelekî xirab nîşan didin.”
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dê heya 30’yê cotmehê berdewam bike.