AMED - Nivîskar û Şanoger Ghotbedîn Sadeghî bal kişand ser pirsgirêkên di warê şanoyê de û wiha got: "Pirsgirêkên şanoyê yên sereke zexta desthilatan û tunebûna aborî ye. Lê li dijî hebûna van problem û pirsgirêkan jî pêwîste em dest ji armanc û hedefên xwe bernedin."
8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku di navbera 20 û 30’yê cotmehê de hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Ji gelek bajaran komên şanoyê beşdarî mîhrîcanê bûn û bi giştî 17 lîstik hatin lîstin. Ji lîstikên hatin lîstin 12 jê yên kurdî bûn. Her wiha li dor 110 şanoger û mamosteyên şanoyêyê tev li mîhrîcanê bûn. Ji mamosteyên şanoyê yek jê jî Ghotbedîn Sadeghî bû ku ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Şanoger, sînemager û mamosteyê hunerê Sadeghî ku di sala 1980’yî de koma şanoyê ya bi navê “Koma Şanoyê ya Honar”ê ava kiriye têkildarî şanoya kurdî pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
HEVNASÎNA WÎ Û ŞANOYÊ
Sadeghî da zanîn ku wî di 5 saliya xwe de sînemayê nas kiriye û di 12 saliya xwe de jî dest bi şanoyê kiriye. Sadeghî got: “Ez 5 salî bûm û li Sineyê sînemayek hat pêşkêşkirin. Birayê min jî ez bi xwe re birim sînemayê. Piştî min dest bi dibistanê kir, rojekê min afîşek dît ku şano dê were lîstin û hewce ye bilêt were standin. Wê demê agir ket canê min û hewce bû ku ez biçim vê şanoyê bibînim. Wê çaxê bilêt bi 2 tomenên Îranê bû û 2 tomen jî gelek bû. Ez li ber bavê xwe geriyam, lê pere neda min ku ez biçim şanoyê. Pişt re min ji bavê xwe re got, min cama dibistanê şikandiye û hewce ye ez 2 tomenan bidim dibistanê. Cara yekemîn ez wisa çûm şanoyê. Gava ez çûm şanoyê jî agirek li ser laşê min digeriya û min fêm nekir ji bo çi bû, lê hetanî malê ez giriyam.”
Sadeghî anî ziman ku ew û hevalên xwe bi hev re li qada taxê kom dibûn û fîlmên ku temaşe dikirin jinûve dilîstin û got: “Li Sineyê 5 lîse hebûn û di her lîseyê de jî eywanek hebû. Di wan lîseyan de kargehên çandî dihatin lidarxistin. Birayê min jî xwendekarê yek ji wan lîseyan bû. Ez bi wî re diçûm temaşekirina kargehên şanoyê. Tişta herî balkêş ew bû ku zarokan bi xwe huner diafirand. Dema ku ez di 12 saliya xwe de çûm lîseyê, bûm endamek aktîf yê kargeha şanoyê û min wiha dest bi şanoyê kir.”
KÊMASIYÊN ŞANOYA KURDÎ
Sadeghî ji bo şanoya kurdî jî ev tişt gotin: “Temenê şanoya kurdî, ji sed salê kêmtir e. Ji helbestê, tasawufê, dîrokê hwd. bêtecrbetir e. Niha gelek şanoger û derhênerên me yên baş hene. Lê kêmasiya me ya herî mezin nivisîna şanonameyê ye. Sedema vê yekê jî problem û pirsgirêkên neteweyî ye. Zêdetir ji bo hobî û dem derbaskirinê hewl hatiye dayîn. Wekî gavekî wêjeyî, felsefî û civakî nehatiye avêtin. Niha pêwist e em ber bi şanoya wêjeyî, felsefî û civakî ve biçin û xwe girêbidin serpêhatiyên gelê xwe ku karibin xwe pêş bixin. Divê kurd motîvên xwe bikin beşek ji serpêhatî, çîrok û bûyerên di şanoyê de cih digirin. Karakterên şanoyê pêwîst in bibe beşek ji lîstikvanan. Nivîskarê şanonameyê û derhêner dikarin bi şeklekî tam, karakterekî kurd li ser vê yekê perwerde bibin. Hewce ye şano, girêdayî jiyan û çanda kurdan be.”
‘TEMAŞEVANÊN ŞANOYÊ PIRANÎ XWENDEKAR IN’
Sadeghî der barê temaşevanên şanoyê de jî axivî û da zanîn ku temaşevanên şanoya kurdî ne cotkar, ne karker, ne jî kesên dewlemend in. Sadeghî diyar kir ku piraniya temaşevanan ji asta navîn û xwendekar in û wiha got: “Piranî temaşevan di navbera 18 û 60 saliyê de ne û kesên xwende ne. Kesên di biniya 18 salan de ji yên 60 salî kêmtir in. Kesên ku tên şanoyê, piranî pirsgirêkên wan ên jiyanê û civakî hene. Ev kes jî, tên şanoyê ku çareyekê ji pirsgirêkên xwe re bibînin. Şano, ji bo temaşevanan ne tenê hobî û tiştekî temaşekirinê ye, her wiha tu dikarî gelek tiştan ji şanoyê hîn bibî.”
SEDEMÊN NENIVÎSANDINA ŞANONAMEYEKE TÊR Û TIJE
Sadeghî bal kişand ser nerazîbûna desthilatdaran ya li hemberî şanoya kurdî û ev tişt gotin: “Şano, hêlekî xwe ya rexneyî heye û desthilat jî, ji rexneyê hez nakin û naxwazin. Pirsgirêkên şanoyê yên sereke zexta desthilatan û tunebûna aborî ye. Dewlet ne alikariya aborî ya şanogeran dike ne jî cîhê afirandinê dide wan. Her wiha ne jî gel. Hunermend di nava vê yekê de asê maye. Ji ber vê şanoger, dest bi şanoyên henekî û bênirx dikin ku debara xwe bikin. Ev yek jî pêşî li hunermend digire ku nikaribe şanonameyeke têr û tije binivîsîne. Gel bizanibe mijar girîng û micid e, temaşe nake û ev jî destê te teng dike. Ev tişt jî yek ji pirsgirêk û problema me ya herî mezin e."
‘LI ÇAR PERÇEYAN RAMANEKE ME YA BI GIŞTÎ TUNE YE’
Sadeghî di dawiyê de bang li şanoger û şanohezan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Problemên aborî, sansur û siyasî beşek ji qedera me ya kurdan e. Pêwîst e di her rewşê de em çareseriyekê bibînin. Ji ber ku li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê ramaneke me ya bi giştî tune ye. Problem û pirsgirêk li gorî demê diguhere. Niha problemek heye, lê çar sal din dê yeke din derkeve. Lewma hewce ye em, her tim di wê demê de biryar bigirin û çareser bikin. Li dijî hebûna van problem û pirsgirêkan jî pêwîste em dest ji armanc û hedefên xwe bernedin. Faris dibêjin 'ewr, heyv, asîman û ba nayên alîkariya te ji bo ku tu karê xwe bikî.' Pêwîst e em bizanibin ku rê çi qas zehmet be û astengî hebin jî, em karê xwe bikin.”