Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk

img
MÊRDÎN - Semîre Demîrel ku 35 sal berê ji dengbêj Miradê Kinê kilama Seyrê û Eliyê Mamed bihîstiye, çîroka vê stranê kir pirtûk. 
 
Çîroka Seyrê û Eliyê Mamed ku tê gotin çîrokeke sedsala 17-18'an e û di salên 1960'î de bi dengê dengbêj Miradê Kinê hatiye tomarkirin, bû pirtûk. Semîre Kût Demîrel ku bi salan daye dû vê çîrokê, axirê bi navê "Evîna Rast" ew wekî pirtûk çap kiriye. Pirtûk ji Weşanên Sîdarê der çûye. 
 
‘EM DI NAVA SIYASETÊ DE HAY JI ÇANDA XWE ÇÊBÛN'
 
Demîrel ku tevî malbata xwe 24 salan li Kadîfekaleya Îzmîrê maye û di sala 2000'î de hatiye Nisêbîna Mêrdînê, bi salan di nava siyasetê de maye. Demîrelê bilêv kir ku xebatên siyaset û çandê ne dûrî hev in û got ku heya mirov bi çanda xwe nizanibe nikare di nava vê çandê de siyasetê bike. Demîrel wiha got: "Pêşî zimanê zikmakî, paşê çand û bi dû re siyaset. Tiştên li metrepolan hatin serê me, tiştên di navbera 1980-90'Î de li Kurdistanê qewimîn, bandora ciwanên kurd ên li metrepolan, ji ber xebatên siyasî binçavkirina mirovan, kuştina wan û windakirina wan bandorê li me hemûyan kir. Lewma pêşî me bi siyasetê dest pê kir. Em di nava siyasetê de hînî çanda xwe bûn." 
 
DENGÊ MIRADÊ KINÊ
 
Demîrelê bilêv kir ku serpêhatiya nivîsandina çîroka Seyrê û Eliyê Mamed xwe disipêre 35 sal berê û ev tişt gotin: "Sala 1986'an bû. Ez, dêya xwe û xwişka xwe çûn malekê. Malbatê got, ji Nisêbînê qasetek nû ji wan re hatiye. Wê demê wiha bi rihetî qaset bi dest kesî nediket. Me pirsî bê qaset a kê ye. Gotin a Miradê Kinê ye. Kasetê dan ser û me guh li dengê Miradê kinê kir. Dengê wî pir tesîr li me kir. Em hestiyar bûn û hinekî jî giriyan. Wê demê ez hê 15 salî bûm. Di warê çandî de nezan bûm. Ez bi tesîra tiştên wê rojê mam. Lê helbet wê demê fikra ku vekolim û binivîsim bi min re tune bû. Tiştên wê demê min ew hîs kirin, tim di quncikeke dilê min de man." 
 
Demîrelê diyar kir ku gava daxilî nava siyasetê bûye, pê re pê re hîn bûye ku ew çîroka guhdar kiriye çîrokeke salên 1800'yî bûye û got ku piştî vê daye dû çîroka Seyrê û Eliyê Mamed. Demîrelê anî ziman ku piştî hin malûmat berhev kirine çîrokê li gor xwe sêwirandiye û axirê wekî pirtûk çap kiriye. 
 
Demîrelê da zanîn ku çîrok wekî çîrokeke evînê xuya dike, lê Seyrê di asasê xwe de jineke serîhildêr e û got ku Elî jî çendî ji malbatê be jî ji ber binpêkirina mafên xwe serî rakiriye. Demîrelê wiha domand: "Em ciwanên li metrepolan me dît ku çanda me û zimanê me heye. Li Îzmîrê gava em dadiketin kolanan me û em û tirkan dihatin cem hev, me ferq dikir ku yên xizan em in. Em esas nayên girtin û zimanê me û çanda me tune ye û hebûna me nayê qebûlkirin. Lê ew serbest bûn. Bi alaya xwe, zimanê xwe û neteweya xwe serbilidn bûn. Dixwestin em bi hebûna wan kêfxweş bibin. Lewma 'Evîna Rast' bandoreke mezin li min kir." 
 
Demîrelê diyar kir ku di qada wêjeyê de hê nû ye û kêmasiyên wê hene û wiha got: "Ez ji hosteyên vê qadê tiştinan hîn dibim. Min xwest kedeke min jî hebe. Ez ji bo siberojê, ji bo zarokên me wekî mîrateyekê dihesibînim. Ez dixwazim jin hîn bêtir di nava wêjeyê de bibandor bin. Em van çîrokan çiq asî bi ruh û can bikin û çi qasî vekolin, em ê ew qasî hebûna xwe û neteweya xwe biparêzin. Bingeha me çanda me ye. Em dikarin xwe bi nasnameya xwe û çanda xwe bînin zimên. Lewma dixwazim ciwan bi çandê re eleqedar bibin." 
 
MA / Ahmet Kanbal