AMED - Hunermendan bertek nîşanî polîtikayên şerî û êrişên dewletê dan û gotin: “Kurd di pêvajoyeke giran de derbas dibin, divê hunermendên kurd di vê pêvajoyê de erka xwe bi cih bînin.”
Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha, li hemberî kurdan polîtikayên şer û bişaftinê tên meşandin. Piştî sala 2015’an desthilatdariya AKP-MHP'ê nijadperestî esas girt û bi awayekî dijwar êriş birin ser Kurdistanê. Bi van êrişan xwestin kurdan çavtirsandî bikin û wan bitepisînin. Lê gelê kurd li dijî van polîtîkayan ji ya xwe daneket xwarê û li hemû qadên jiyanê li ber xwe da.
Ev polîtîkayên şer ên dewletê çawa ku bandorê li hemû qadên jiyanê dikin, her wiha bandorê li qada çand û hunerê jî dikin. Sînameger Metîn Ewr û Şanoger Ozcan Ateş armanca van polîtîkayên şer û bişaftinê yên dewletê yên li hemberî kurdan nirxandin.
Sinemagêr Metîn Ewr anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê polîtikayên xwe li ser nijaperêstiyê ava kiriye û dixwaz jinûve osmanîtiyê zindî bike. Ewr bi lêv kir ku bi van polîtikayan desthilata AKP-MHP'ê li ser gelan jî polîtikayên zext û tundiyê xistine meriyetê û wiha domand: “Desthilata AKP-MHP'ê dixwaze nijadperestiya xwe li ser tunekirina neteweya kurd ava bike. Ji ber vê jî bi her awayî êriş dike. Êrişî erdnîgarî, çand, ziman, hunerê û jinê dike. Li ser erdnîgariya kurdan cihên ku dagir dike jî polîtikayên zext, tundî û qîrkirinê dimeşîne. Li Şirnexê bi hezaran dar birîn û erdnîgariya Kurdistanê talan kirin.”
BANDORA POLÎTIKAYÊN ŞER LI SER HUNERÊ
Ewr diyar kir ku polîtikayên şer, zext û tundiyê bandorê li ser hunera kurdan jî dikin û wiha pê dê çû: “Gelek sînameger jî di vê pêvajoyê de hatin girtin. Her wiha hunermendên ku bi karê hunera kurdî re eleqadar in rastî êrişan hatin. Herî dawî jî li Stenbolê konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hat qedexekirin û hunermend hatin binçavkirin. Li ser Sînamayê jî dema tu dixwazî fîlmekî ku rastiya civakê derdixe pêş bikişînî, asteng dikin an jî qedexe dikin. Saziyên çand, ziman û hunera kurdan hatin girtin. Konserên stranbêjan, film, şano an jî berhemên wêjeyî di vê pêvajoyê de tên qedexekirin.”
ROL Û MISYONA HUNERMENDAN DI ŞER DE
Ewr destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rol û risteke giran dikeve ser milê hunermendan û ev tişt gotin: “Hunermend awêneyên civakê ne. Di vê pêvajoyê de rol û mîsyona hûnermendan ew e ku rastiya civaka xwe derxînin holê û li dijî zext û tundiyan seknekê nîşan bidin. Ji ber ku êdî pêvajo ji tirsê derbas bûye, hatiye asta mayin û tunebûnê divê li gorî vê sekn û bertekek derkeve. Bi fîlme xwe, bi stranên xwe, bi firçeya xwe divê hunermend li dijî van polîtikayan bêdeng nemînin. Huner ji civakê re bîreke ava dike, wekî belge ji pêşerojê re dimîne. Di dema şerê xwerêveberiyê de bajar hatin hilweşandin, qetlîam çêbûn, lê ew aliyê şer ê berxwedêr dernediket pêş, ji ber ku her tişt qedexe bû û tu kesî nedikarî qal bike. Lê bi saya sînemayê bi fîlmê "Ji bo Azadiyê" ew aliyên berxwedêr hat nîşandan. Her wiha filmê berxwedana Kobanê, fîlmên bi vî rengî bîrekê ava dikin. Êdî dibin mayinde. Di pêvajoyên bi êş û zehmet de afînerî derdikeve pêş. Îro jî zext, zorî û şerekî pir qirêj li ser civake tê meşandin. Li dijî vê yekê divê sekna hunermend jî bi vî rêngî bê, seknek, bertekek û berhemeke hunermend hebe. Meriv bi vî awayî dikare van polîtikayan bişikîne.”
‘TEVÎ ŞER Û QEDEXEYAN JÎ HÛNERMEND KARÊ XWE DIKIN’
Şanoger Ozcan Ateş jî bal kişand ser êrişên dawî ên li dijî zimanê kurdî û qedexeyan û ev tişt anîn ziman: “Ji avabûna komarê heta niha li ser ziman zext û qedexe hene. Li dijî vê yekê divê em li hemû qadan xwedî li ziman derkevin, pêdiviyên xwe yên jiyanê bi zimanê xwe pêk bînin û bi kurdî jiyana xwe bidomînin.”
Ozcan bi lêv kir ku êriş û qedexekirin bandorê li ser şanoya kurdî jî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha êriş bandorê li ser hunerê jî dikin. Dema meriv li dîroka şanoya kurdî dinêrê, li Başûr dema şer tune bûye şano hatiye asteke baş, lê piştî êrişên Seddam şano winda bûye. Yanî dema ku êriş tune bin şano jî ji xwe re qadeke fireh ava dike. Di vê pêvajoyê de jî hunerkirin karekî zehmet e. Lê tevî vê jî gelek hunermend hene ku xwedî li çand û hunera xwe derdikevin û ji bo pêş bixin çi dikevê ser milê wan dikin."
‘DIVÊ HUNERMEND PÊŞENGÊ GELÊ XWE BIN’
Ateş der barê êrişên dewleta tirk li dijî kurdan de anî ziman ku di vê pêvajoyê de divê hunermend bi rol û misyona xwe rabin û wiha pê dê çû: “Hunermend pêşengê civakê ne. Li ku derê dibe bila bibe li hemberî van êrişan divê bertekan nîşan bidin. Îro ne tenê di nav sînorên Bakur de, li ku derê destkêftiyên kurdan hebin dewlet êriş dike. Bi sedan sal e kurd bi êriş û qetlîaman re rû bi rû dimînin. Lê kurdan her tim li ber xwe daye û heta îro hatine. Li gor hemû deman destkeftiyên kurdan îro zêdetir in. Divê weke hunermend em jî xwedî lê derkevin û pêşengiyê ji gelê xwe re bikin. Îro li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat gelek êriş li dijî kurdan hene. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku li dijî van êrişan bertekan nîşan bidin û bêdeng neminin.”
MA / Mahmût Altintaş