Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan

img

AMED – Weşanxaneya Wardozê ya ku pirtûkên folklora kurdan çap dike, 4 berhemên Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl ji nû ve çap kir. Ji edîtorê weşanxaneyê Bahoz Baran got ku ew ji bo folklora kurdan xizmetê dikin û folklora kurdan wek behrek bêbinî pênase kir û ew ê di nav behrê de xebatên folklorê bikin. 

Weşanxaneya Wardozê ku nû ye ji hêla nivîskarên ku li ser folklora kurdan dixebitin hatiye damezrandin. Weşanxane bi gelemperî pirtûkên der barê folklorê de çap dike. Her wiha weşanxane li ser wêjeya kurdî jî disekine û pirtûkan çap dike. Weşanxaneyê 4 pirtûkên li ser folklora kurdî çap kir û gihand ber destên xwîneran. Bi vê re weşanxaneyê 4 pirtûkên din jî beşdarî karwanê weşangeriya kurdî kir. 
 
Weşanxaneyê pirtûkên bi navê “Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan” a nivîskar û berhevkar Celîlê Celîl û Gulê Şadkam, “Zargotina Kurdên Sûrîyeyê” ya nivîskar Celîlê Celîl, “Gotinên Pêşiyan” a nivîskar û berhevkar Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl û “Çima Deve Xeyîdî?” a nivîskar Celîlê Celîl ji nû ve çap kir. Beriya niha dema weşanxane hêj nû vebûbû jî 10 pirtûkên li ser folklora kurdan çap kiribû. 
 
Ji edîtor û berpirsên Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran der barê xebatên weşanxane û seta pirtûkên ji 4 heban pêk tê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. 
 
WEŞANXANE BERHEVKARIYA FOLKLORA KURDAN DIKE 
 
Baran destnîşan kir ku wan weşanxaneya xwe li ser berhevkirina xebatên folklorîk a kurdan ava kiriye û got: “Divê xebatên folklorê ne niha beriya niha bi 50-60 salan bihata kirin. Heke ev xebat bihata kirin, belkî em îro li cihekî din bûna. Çunkî em çi didin ber xwe, em vedigerin folklorê. Em bixwazin xebatek termînolojîk a qadekê bikin, em dibêjin ka xelkê çi gotiye. Em ji bo zarokan çi xebatê amade bikin em dibêjin ka xelkê çi gotiye. Di her qadê de em berê xwe didinê ka xelkê çi gotiye û ji wan sûdê werdigirin.”  
 
‘FOLKLORA KURDAN WEK BEHREK BÊBINIYE’ 
 
Baran da zanîn ku kurdan ji ber pergalek ava nekiriye, tiştên xwe qeyd nekiriye û saziyek wan a folklorê li bakurê Kurdistanê nîne her tiştê wan belawela ye û wiha domand: “Me jî xwest li ser rêbazek birêkûpêk li Bakurê Kurdistanê pêşengiya vî karî bikin. Ji ber ku li parçeyên din ên Kurdistanê xebatên folklorîk hene. Lê hema mirov dikare bêje li parçeyê bakur qet nîne. Li qada bakur gelek tişt hene, lê belê gelek belawela ne. Folklora kurdî wek behrek bêbiniye. Me jî xwest bi weşanxaneyek wiha xwe berê binê behre bidin û milên xwe bixin bin barê folklorê.” 
 
Baran anî ziman ku folklora kurdan xwedî qadek berifireh e û ji nifir û çêrên kurdan bigire heta çîrokan kurd folklorîk in. Baran got ku kurd nikarin ji wê çarçoveya folklorê derbikevin û jixwe pêwîste kurd ji vê çarçoveyê dernevin jî. Baran diyar kir ku ew li gel xebatên folklorîk, cih didin xebatên wêje, zanistî û dîrokî jî û ew pirtûkan tenê bi zimanê kurdî çap dikin. 
 
‘ÇI DIBE BILA BIBE DIVÊ EM BI ZIMANÊ XWE BINIVÎSÎNIN’ 
 
Baran pirtûkên li ser çand, folklor û zimanê kurdî bi tirkî jî tên nivîsandin rexne kir û ev tişt got: “Dema em bi giştî bala xwe didinê pirtûkên lêkolînê bi zimanê tirkî hatine çapkirin. Ev jî dibe sedema malxerabiya kurdan. Divê mirov xwe ji vê tiştê xelas bike. Heke ku baweriya mirov bi zimanêmirov tune be, tu nikarî van kar û baran jî bikî. Lewma jî wek prensîb, me got ‘çi dibe bila bibe em ê her tim bi kurdî çap bikin.’ Dema me got kurdî jî, em qala kurdiya organîk dikin. Em sê heval in û ji bo xema folklorê me dest bi vî karî kir.”
 
Baran da dawiya axaftina xwe de li ser naveroka 4 pirtûkên folklorîk ku nû jî çap kirine rawestiya û qala pirtûkan kir.  
 
Naveroka her çar pirtûkan wiha ye:
 
“Sêxiştiyên Kurmancî Xorasan
 
Sêxiştî, di nava folklora kurdan da li seranserê Kurdistanê û dyyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Her çiqas ji hev piçekî cihê bin jî, heyranok, dilok, dûrik, sêrêzî ji malbata sêxiştîyan in. Celîlê Celîl û Gulî Şadkam, di sala 2011’an da li Xorasanê gund bi gund, kon bi kon geriyane û wan ev sêxiştî kom kirine. Ev xebat, ji 1701 sêxiştîyên herêma Xorasanê pêk tê. Sêxiştî, ji sê rêzan pêk tên û li ser mijarên cur bi cur tên gotin, bi teql û rîtmîk in. Di sêxiştîyan da her du rêzên pêşîn bi awayekî xurt bi hev ve têkildar in û di bîra stranvanan da bi hev ve girêdayî dimînin, ji hev naqetin. Rêza sisêyan, li Kurdistanê, wekî adet azad e, ew giraniya naveroka stranê, nîyeta bingehîn digire ser xwe.
 
Zargotina Kurdên Sûriyeyê
 
Ev pirtûka li ber destê we, ji vir 36 sal berê, bi xebateka qadê ya sînorkirî hatiye amadekirin. Celîlê Celîl, di sala 1982’an da berê xwe daye herêma Efrîn û Qamişloyê û li wê derê bi qasî sê mehan bûye mêvan. Bi dengbêjan ra civat gerandiye, kilam û stran berhev kirine û gelek caran guh daye çîrok û serpêhatiyên wan. Dîsa li wan deran mal bi mal geriyaye, mamik û zûgotinok jî berhev kirine. Ev pirtûk ji du beşan pêk tê, di beşê ewil de destan, beyt û serpêhatiyên wan hene, di beşê diduyan da jî stran, mamik û zûgotinok hene.
 
Gotinên Pêşiyan
 
Di vê pirtûkê da, nêzî heşt hezar gotinên pêşîyan li gorî hin mijaran hatine tesnîfkirin. Cara ewil e ev awa, bi berfirehî li ser gotinên pêşşyan tê ceribandin. Bi xêra vê xebatê, mirov fam dike bê ray û ramana kurdan a li ser hinek term û têgihan bi çi awayî ye. Kurd, li ser ‘dil û evînê’ çi dibêjin, li ser ‘başî û qencî’ û ‘xirabiyê’ çi dibêjin, li ser ‘aqilî’, li ser ‘gumanbariyê’ çi dibêjin? Hûn ê di vê pirtûkê da bersiva gelek pirsên bi vî awayî bibînin. Celîlê Celîl û birayê wî Ordîxanê Celîl, piştî xebata dûdirêj ev gotin kom kirine û ji me ra beş bi beş ji hev veqetandine.
 
Çima Deve Xeyîdî?
 
Di vê pirtûkê da 21 çîrokên aqilane û balkêş ên folklora kurdan hene. Ji van çîrokan her yek aqilekî û dersekê dide me. Hinek pirsa başiyê dikin, hinek berê me didin tifaqê, hinek qîmeta rastî û heqiyê radixin ber çavan, hinek qîmeta xebat û xîretê. Malbata Celîlan bi salan e ku berhevkariya folklora kurdan dikin. Celîlê Celîl, ji nav baxê folklora kurdan ev çîrok neqandine û ji bo her kes sûd jê bigire, bi zimanekî sade û folklorîk ew ji nû ve nivîsîne.”
 
MA / Bîlal Guldem