ŞIRNEX- Di Komeleya Birca Belek de serdema perwerdehiyê û qursên çand û hûnerê dest pê kirin. Hevserokê Komeleyê Cahît Akil, diyar kir ku ji qursên wan re eleqeyeke mezin heye û wiha got: "Ne tenê ji Cizîrê, ji Silopiyayê, Dêrgûlê û heta Şirnexê jî em serlêdanan digirin. Divê ku ciwan xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Komeleya Ziman, Çand û Hûnerê ya Birca Belek ku di qadên ziman, çand û hûnerê de xebatên xwe didomîne, qursên xwe yên ziman û hûnerê dan destpêkirin. Komeleyê di qada hûnerê de qursên xwe yên gîtar, def û tembûrê dan destpêkirin. Komeleyê her wiha polên ziman ên di asta yekemîn heta asta sêyemîn jî dan destpêkirin. Komeleya ku jê re eleqeyeke mezin heye, dê di pêşerojê de jî dest bi qursên xwe yên dengbêjî, şano û santrancê bike. Hevserokê Komeleyê Cahît Akil, Perwerdekar Haci Ozmen û xwendekar Mûhammed Darga der barê xebatên komeleyê yên ku hatine destpêkirin de axivîn.
JI STRANCÊ HETA ŞANOYÊ DI HER QADAN DE PERWERDEHÎ
Hevserokê Komeleya Birca Belek Cahît Akil diyar kir ku li dijî komeleyê eleqeyeke pir mezin heye û got ku ew ê di pêşerojê de xebatên xwe berfirehtir bikin û wiha axivî: "Weke sazî em di sala 2019'an de hatin vekirin. Lê mixabin ji ber pandemiyê û pêvajoyên cuda kar û xebat lawaz man. Piştî ku me kongreya xwe ya dawî li dar xist eleqeya civaka me ya ji vê derê re zêde bû. Me 2 meh beriya niha kongreya xwe li dar xist. Piştî kongreyê me xebatên xwe yên ji bo ziman dan destpêkirin. Di çarçoveya van xebatan de qeydên me çêbûn. Niha di qada ziman de ji asta yekemîn heta ya sêyemîn polên me vebûne û perwerdehiya ziman tê dayin. Em ne tenê bi vê sînordarin qeydên me yên di asta çand û hûnerê de jî didomin. Li qada hûnerê qursên gîtar, tembûr, def û satrancê jî dest pê kirine. Di pola asta yekemîn de di her polekê de 10 heta 14'an xwendekarên me hene. Di asta duyemîn de jî poleke me heye. Di vê pola me de jî 10 xwendekarên me hene. Ew jî vê hefteyê dest pê dikin. Di vê çarçoveyê de xebatên çand û ziman dest pê kirin. Daxwaza me ji gelê me ew e ku derfeteke wisa ku li Cizîrê heye jê bêpar nemînin, bila bên bi zimanê xwe û çanda xwe perwerdehiyê bibînin."
'NE TENÊ LI CIZÎRÊ JI GELEK CIHAN SERLÊDANAN DIGIRIN'
Akil, di berdewama axfitina xwe de got ku hedef û armancên wan ê di qada ziman, çand û hûnerê de mezinin û wiha dom kir: "Her wiha di qada şanoyê de jî qeydên me dest pê kirine. Lê qursên wê hê destpê nekirine. Dîsa li ser folklora kurdî jî kar û xebatên me hene. Di heman demê de komeke dengbêjiyê jî em ê ava bikin. Amadekariyên me yên avakirina vê komê hene. Niha em serlêdanan digirin. Ne tenê ji Cizîrê, ji Silopiyayê, Dêrgûlê û heta Şirnexê jî em serlêdanan digirin. Her wiha di zanîngehên Cizîr û Şirnexê de jî xwendekar dixwazin ku bên tev li van qursan bibin. Ji bo ku agahiya herkesî bi van xebatên me çêbibe em xebatên xwe li ser tora civakî jî didin meşandin. Her wiha em tekiliyekê bi xwendekarên xwe re deynin û bi riya van xwendekaran em xwe digihijin hin xwedekarên din. Em bang li ciwanên herêmê dikin ku xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin."
'WERIN XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERBIKEVIN'
Xwendekarê komeleyê Muhammet Arga (20) ku di asta yekemîn de perwerdehiyê dibîne, anî ziman ku divê ciwan xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin û ev tişt gotin: "Di dibistanan de me bi zimanê dayikê perwerdehî nedit. Di vî aliyî de em gelek mexdur bûn. Ji bo ku em bi zimanê xwe bikaribin xwe îfade bikin em hatine vê derê. Banga me ji hemû ciwanên Cizîrê heye ku bila bên xwedî li zimanê xwe û li çanda xwe derbikevin. Em dikarin bi zimanê xwe biaxivin lê di nivîsê û xwendinê de em zehmetiyê dikêşin. Di wê hêlê de em kêm in. Ji bo ku vê kêmasiyê ji holê rakin em hatine vê derê. Ev der gelek xweş e. Hem di aliyê ziman de û hem jî di aliyê hûnerê de qurs hene. Şûna ku ciwan biçin wextê xwe li kafeyan derbas bikin bila bên vê derê û bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Heger ku em xwedî li ziman, çand û hûnera xwe derbikevin pêşeroja me vekiriye. Zimanê kurdî zimanekî herî kevnare ye. Zimanê me serdestiya 40 desthilatdaran kiriye. Ji ber wê pêşeroja wê vekiriye. Heger ku em zimanê xwe biaxivin û bidin axiftin pêşiya wî vekiriye."
'DERIYÊ ME JI CIWANAN RE VEKIRIYE'
Ji mamosteyên Gîtarê Haci Ozmen jî bi lêv kir ku di komeleyê de her tişteke wan bi zimanê dayikê ye û wiha axivî: "Qursên me di rojên yekşemê de ye. Armanca me ew e ku em koroyekî ava bikin. Niha 15 xwendekarên min hene. Yê ku bixwaze fêrî gîtarê bibe deriyê me ji wan re vekiriye, bila kerem bikin û bên tev li me bibin. Em bi zimanê kurdî perwerdehiyên xwe didin. Banga me ew e ku ciwanên me li zimanê xwe, çanda xwe xwedî derbikevin."