ENQERE - Nivîskarê lîstika “Kûçikê Stalîn” Zinar Ataman diyar kir ku şano ji bo zindîhiştina ziman, çand û dîrokê girîng e û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku em bi awayek azad li her deverê derkevin pêşberî temaşevanan û hebûna xwe bidin nîşandan.”
Lîstika “Kuçikê Stalîn” ji aliyê Alan Theatre ve hatiye amadekirin. Lîstik dê di 18’ê çile de li Enqereyê derkeve pêşberî şanohezan. Zinar Ataman nivîskariya lîstikê kiriye û ew bi tena serê xwe dileyîze. Zimanê lîstikê kurmancî ye. Bi çavên kûçikekî ku di sala 1942’an de li laboratûwarên Pavlov birçî mabû û bi awayekî hovane hat perwerdekirin ku di bin tankên Alman de bê teqandin, qala çîroka bi hezaran kurdên ku di sala 1937’an de ji Kurdistana Sor sirgûnî Asyaya Navîn, Qazaxistan û Qirgizistanê hatin kirin dike û li gel vê serpêhatiyê jî her wiha lîstik qala şer û wêrankirin demê Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike.
Nivîskar û lîstikvanê lîstikê Ataman ji navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Ev 10 sal in xebatên xwe yên ku di sala 2013'an de li Şanoya Bajêr a Enqereyê dest pê kir, didomîne. Ataman 10 sal li qada şanoyê dixebite û nêzî 6 salan jî bi perwerdeyên cur bi cur li ser şanoyê kar kiriye. Yekemîn lîstika xwe ya kurdî û yekemîn lîstika xwe ya yek kesî bi lîstika Rênas Jiyan a bi navê "Di Tuwaletê De" di sala 2019'an de amade kiribû. Ataman bi lîstika xwe ya ewil li 7-8 deveran derket pêşberî temaşevanan. Lîstikvan pêvajoya pandemiyê jî bi nivîsandin û amadekirina lîstika “Kûçikê Stalîn” derbas kiriye.
Ataman diyar kir ku lîstika wî qala serpêhatiyên sirgûnên 1937 û 1942’an de li Kurdistana Sor qewimîne dike û wî serpêhatiyan kiriye yek û bi çavê kuçikekî li Şerê Cîhanê yê Duyemîn, li sirgûnên wê demê û mirovan dinêre.
‘ARMANCA SEREKE NÎŞANDANA HEBÛNÊ YE’
Bi domdarî Ataman da zanîn ku cara ewil dê lîstik were pêşandan. Ataman anî ziman ku bi pandemiyê re krîza aborî tesîrek neyînî li ser wan jî kiriye û wan li ser malpera platforma sosyal a bi navê “fongogo” daxwaza alîkariyê kirine û bi qasî wan xwestiye piştevanî wernegirtine. Ataman da zanîn ku şert û mercên şanoya tirkî û şanoya kurdî newek hev in û wiha got: “Çimkî di şanoya kurdî de pirsgirêka ewil a ne tengezariya madî ye. Tişta pêwîst xwebûn e û vekirina qada wê ye. Tu demê li navçe û navendên em dixwazin nikarin lîstika xwe nîşan bidin. Wexta me sala bihûrî bi qedexeyan re derbas bû. Em bi awayek azad nikarin lîstik, çand û lîstîka xwe derxin ser dikan. Em di vî warî de tengasiyan dikişînin. Lewma ye ku armanca me ewil ne aborî ye, armanca me ewil e ku em biazadî li her deverê derkevin pêşberî teşamevanan. Divê ku şert û merc bên avakirin ku temaşevan bitirs neyên lîstikê. Pêwîste zextên dewletê rabin û lîstik werin nîşandan. Niha armanca sereke ya şanoya kurdî, hunera kurdî û siyaseta kurdan ew e ku dikaribin bi hebûna xwe hebin.”
PARASTINA ZIMAN
Di berdewamê de Ataman destnîşan kir ku ji bo ziman, çand û dîrok zindî bimîne piştgiriya şanoyê gelekî girîng e û ev tişt anî ziman: "Niha mirov dikare bi şanoyê ev ziman, wêje û çanda bi salane hatiye qedexekirin û bi asîmilasyonê re rûbirû hatiye hiştin zindî bihêle û jê rizgar bike. Lewma divê her dem piştgiriya şanoya kurdî bê kirin.”
Ataman şanohez vexwend nîşandana lîstika xwe ya dê di 18’ê çile de pêk were.
MA / Zemo Aggoz