Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e

AMED - Derhênerê lîstika “Seyrana Li Çeper” û gelek lîstikên din Nazmî Karaman têkildarî şanoya kurdî axivî û got: “Di şanoya kurdî de ruhekî azad heye. Gelek çîrokên me hene lê mixabin nivîskarên em tune ne binivisînin.”
 
Lîstika “Seyrana Li Çeper” ku ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û Aydin Rengîn jî wergerî kurdî kiriye, di 4’ê çileyê de li Êlihê promiyera xwe kiribû. Lîstik, ji aliyê Nîsk Hunerê ve hatiye amadkirin û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman kiriye. Lîstik piştî li Şanoya Bajêr a Amedê dê biçe turneya Sêrt, Mêrdîn, Îzmîr û gelek bajarên din. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman û şanogerên Nîsk Hunerê Gulan Mizgîn û Habîp Çelîk têkildarî lîstika “Seyrana Li Çeper” û şanoya kurdî ji ajansa me re axivîn. 
 
Derhêner Nazmî Karaman bal kişand ser azadiya hunera kurdî û da zanîn ku hunera kurdî bi zimanê xwe û çîroka xwe ve tena serê xwe azadiyek e. Karaman diyar kir ku gava temaşevan tên şanoya kurdî temaşe dikin, parçeyek ji jiyan û çîroka xwe dibînin û got: “Ji ber vê  yekê jî şanoya kurdî ji bo şanoger jî ji bo temaşevanan jî azadiyek e. Ev demeke dirêj e ez di nava karê şanoyê de me. Bi tirkî, îngilîzî, kurdî şano bi gelek ziman tên lîstin. Di naveroka lîstikan de tu cudahî tune ne. Tenê zimanê wê diguhere û gava kurdî be rastî qedexeyan tê. Gava temaşevan tên lîstika bi kurdî temaşe dikin, têkiliyek wan bi ziman re çêdibe û ji ber vê yekê jî tê qedexekirin.”  
 
‘ŞANOYA KURDÎ NE YA BINDESTAN E’
 
Karaman têkildarî pênasekirina “Hunera serdest û bindest” wiha nêrîna xwe anî ziman: “Niha di nava hunerê de gelek têgeh tên bikaranîn. Di demekê de wek ‘hunera bindestan-serdestan’ pênaseyek hatiye kirin. Lê di hunera kurdî de ev pênase bêwate dimîne. Şanoya kurdî, ne şanoya bindestan yan jî ya serdestan e. Ji ber ku bingeha wê azad e. Raste em gelek lîstikên werger jî dilîzin. Lê çîroka wan lîstikên werger jî nêzî jiyana kurdan e. Heke ne wisa be, ji xwe temaşevan jî temaşe nakin. Ev yeke jî azadiyê bi xwe re tîne. Her wiha niha di şanoya kurdî de gelek bêderfertî û qedexekirin lîstikan heye. Lê ev yek jî fikr û ramanên cuda bi xwe re tîne. Lewma di şano û hunera kurdî de mirov nikare behsa bindestiyê yan jî serdestiyê bike.”
 
Nazmî Karaman
 
‘NIVÎSKAR TUNE NE’
 
Karaman destnîşan kir ku mijara hilberînê mijarekî pir girîng e û wiha got: “Çîrokên me pir in, lê mixabin nivîskarên me tune ne. Di şanoyê de jî her çiqas lîstikvan yan jî derhênerên baş hebin jî her kes nikare binivîsîne. Tekstên şanoyê tiştekî gelekî cuda ne. Kêmasiya herî mezin tunebûna nivîskaran e. Hin nivîskarên me hene ku ji bo nivîsandina lîstikekî şanoyê di nava hewldanan de ne, lê hejmara wan kesan jî gelek kêm e.”
 
‘JI BO ME HER DER DIK E’
 
Karaman qala amadekirina lîstika “Seyrana Li Çeper” jî kir û wiha got: “Di şanoyê de ji bo me her der dik e û tu dikarî li her derê provayên xwe bikî. Di vê hêlê de derfet gelek in. Me provayên lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ li Yenî Sahneya Batmanê kirin. Me demek dirêj provayên xwe domandin. Her hevalekî tiştek kir, karekî kolektîf derket holê. Ev jî ji bo şanoya kurdî tiştekî gelek baş e. Mijara lîstikê jî şer e ku niha hemû cîhan di nava şerekî de derbas dibe. Me jî xwest ku di lîstikê de tiştekî cuda ava bikin. Ev şer, şerekî ne baş e. Li her derê mirov qurbanî dibin. Ji ber vê yekê tiştekî absurt û ‘naîf’ jî derkete holê.”
 
‘EM BI KEDA XWE AVA DIKIN’
 
Karaman bal kişand ser bêderfetiyên şanoya kurdî û wiha domand: “Di hemû şanoyan de pirsgirêk diqewimin. Lê di şanoya kurdî de derfet, piştgirî, sponsor tune ne û em her tiştî bi keda xwe ava dikin. Gelek hevalên me di karekî din de dişuxilin û tên şanogeriyê jî dikin. Dîsa jî di şanoya kurdî de ruhekî cuda heye û ev ruh bi ser her tiştî re ye. Şanoya kurdî xwedî bingehek azad e. Ne bi kontrola hinek kesan bi rê ve diçe. Şanoya kurdî bi azad û îradeya xwe bi rê ve diçe. Şanoya kurdî ji bo rewşa heyî û siberojê peyamên gelek girîng dide. Ruhê di şanoya kurdî de roj bi roj mezintir dibe. Êdî haya gel ji şanoya kurdî heye û tên temaşeyê.” 
 
HÊZA HUNERÊ 
 
Karaman di derbarê hêza hunerê de jî wiha axivî: “Niha bandorek hunerê ya wisa heye ku gava tu lîstikekî dilîzi yan jî fîlmekî çêdikî û tiştên rast, estetîk û exlaqî tê de hebe dibe propagandeyekî baş. Çi gotinên te hebe ji bo ruheke azad tu dikarî di nava hunerê de bînî ziman. Gava em lê dinêrin televîzyon, fîlm, sînema hemû jî bi awayekî manîpulatîf li ser mêjiyê mirovan bandor dikin. Lê mirov dikare li ser rastiyan jî hunerê ava bike û peyamên zêde jî dikarî bînî ziman.”
 
Karaman ji hunerhez ango şanohezan xwest ku li bajarê ku şanoya kurdî derikeve ser dikê biçin temaşeyê û temaşekirin hêz û moralê dide şanogerên kurd. 
 
‘EZ Ê DEST JI ARMANCÊN XWE BERNEDIM’
 
Lîstikvan Gulan Mizgîn jî anî ziman ku ew li qada şanoyê de nû ye û di koma wan a Nîsk Hunerê de jî ew tenê du jin in. Mizgîn destnîşan kir ku gelek astengî derdikevin pêşiya wan û got: “Hem ji aliyê civakê de û hem jî di aliyê malbatê de ez rastî gelek astengiyan hatim. Gelek kes dibêje hûn jin in, hûn tena serê xwe li wir çi dikin. Lê min li ber xwe da û ez niha jî li ser karê xwe me. Min pir ji şanoya kurdî hez dikir. Gava min şanoya tirkî temaşe dikir, min xwe tê de nedidît. Min kir û nedikir wek temaşevanekê jî nediketim nava wê çîrokê. Ji ber vê yekê jî min pir ber xwe da û astengiyên li pêşiya xwe derbas kir. Ez wek jinekê tiştên ku min bihîstî bibêjim heta sibê jî em nikarin biqedînin. Tesîrekî mezin li ser mirov çêdike. Dibe ku gotinek min xemgîn bike lê ez guhên xwe digirim û gava bû sibe ez jiyana xwe berdewam dikim. Li ser medyaya sanal jî gava min rexne dikin, ne wekî şanogerekî yan jî ne wekî keseke ji rêzê her wiha li ser zayendê min rexne dikin. Lê ez ji biryarên xwe bi bawerim û li gor wê jî tevdigerim. Ez ji tevahî jinan re dibêjim ku guh nedin tu kesî û dest ji armancên xwe bernedin.”
 
Gulan Mizgîn
 
‘BILA HUNERA KURDÎ LI PAŞ NEMÎNE’ 
 
Mizgînê bi lêv kir ku di platformên dîjîtal de kurdî hê jî tê nake. Mizgîn da zanîn ku niha her tişt li ser medyaya dîjîtal belav dibe û gel jî gava kurdî di medyaya dîjîtal de dibîne bala wan dikşîne û eleqeyeke mezin nîşan didin. Mizgînê wiha got: “Her wiha em jî karê xwe li ser medyaya dîjîtal dikin û di nava rêzefîlmên xwe de jî peyama xwe her tim didin. Sedema eleqeyê jî ev e. Em dixwazin di platformên dîjîtal de kurdî bi hêztir bikin. Ez pir ji peyva bêderfetiyê acizim lê mixabin tunebûna aborî pişta me dişkîne. Ew çanda sponsoriyê jî hê nehatiye di nava kurdan de. Em gelek caran diçin ku ji xwe re sponsorekê bibînin, ji me re dibêjin ku heke hûn kurê min an keça min bikin nava karê xwe em ê ji we re bibim sponsor. Ji ber vê yekê jî me dest bi şanoyê kir û me lîstikek çêkir. Em dixwazin bi dahatên ji lîstikê karê xwe yê li ser medyaya sanal bidomînin.”
 
‘JIN ŞER NAXWAZE’
 
Mizgînê bal kişand ser karaktera ku di lîstika “Seyrana Li Çeper” de dilîze û ev tişt anî ziman: “Di lîstika Seyrana Li Çeper de karaktera ku ez dilîzim dayîkek e. Wek hemû dayîkan gelekî bi wijdan e û şer naxwaze. Ev yek jî ji ruhê jinê tê. Di ruhê jinan de zilm tune ye. Lê karakterê bav yekî zilmdar e. Her tim şer dixwaze. Ev jî peyama ku şer her tim bi destê mêran derdikeve dide temaşevanan. Bi ya min heke jin xwedî biryar be dikare pêşî li şer bigire. Kesê ku bê û lîstikê temaşe bike, dê bibîne ku peyamên gelek xweş hene. Piştî promiyerê me tesîra lîstikê ya li ser temaşevanan dît. Peyama me digehije temaşevanan. Ji ber vê yekê teqez werin temaşe bikin.”
 
‘XWEDÎ LI ŞANOYA KURDÎ DERKEVIN’
 
Ji lîstikvanên Nîsk Hunerê, Habîb Çelîk jî bi bîr xist ku şeş sal in ew di nava şanoyê de cih digire û di nava van şeş salan de jî gelek caran derketiye ser dikê. Çelîk diyar kir ku ew wek şanogerekî daxwaz ji gelê kurd dike ku xwedî li şanoya kurdî, çanda kurdî derbikevin û temaşe bikin. Çelîk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku ez bi kurdî karê xwe dikim, serê min pir rihet e. Zimanê dayika min e. Ez hestên lîstikê xweş didim temaşevanan û ji wan jî xweş distînim. Min wek tirkî lîstikek ceriband lê min qet nikarî wê hîsê bidim. Kevneşopiyeke kurdî heye. Ji ber ku ji roza ez hatime dinê heta niha bi kurdî diaxivim, lewma dikarim wan peyv, biwêj û gotinên berê jî bikim hunerê.” 
 
Habîb Çelîk
 
Çelîk banga xwedî derketina şanoya kurdî li gel kir û got: “Bila gelê kurd xwe ji hunera kurdî dûr neke. Bila xwedî lê derbikeve û temaşe bike. Di lîstikên kurdî de gelek peyam hene. Tiştên ku kêrî wan were pir in û tiştên ku jiyana wan biguherîne gelek in. Bila piştgiriyê bidin hunera kurdî.”
 
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag