Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin

img
AMED – Weşanxaneya Aramê di kategoriya bîranîn, roman, helbest, huner, dîroka civakî de 7 jê bi tirkî 10 pirtûkên nû çap kirin. 
 
Weşanxaneya Aramê ligel krîza aborî, pirtûkên nû çap dike û digihîne ber destên xwîneran. Weşanxaneyê di destpêka sala 2023’yan de 7 jê bi tirkî 10  pirtûkên nû çap kir. Pirtûka helbestan a Mizgin Ronak ya bi navê “Kirasê Heyvê”, pirtûka bîranînan a Ayten Amed ya bi navê “Kerkuk Li Benda We Ye” û pirtûka çîrokî ya Mulkiye Doğan a bi navê “Hespên Hêviyê”, romana “Göçebe Kuşlar” a Sara Aktaş, “İlk Adımlar” a Aryen Dağ, “Bir Garip Düello” a İskan Amed, “Kültür Sanat ve Tiyatro Üzerine Yazılar” a Ekin Roni, “Yaşayan Tarihler” a Feraşin Ayhan, “Yüreğimin Güneyi” a Numan Amed, “Kelebekler ve Gölgeler” a Neslihan Çetin, li refên pirtûkfiroşan û li malperên online cihê xwe girtin. 
 
HESPÊN HÊVIYÊ
 
Mulkiye Doğan ku girtiya siyasî ye bi pirtûka çîrokî ya bi navê “Hespên Hêviyê” derkete pêşberî xwîneran. Pirtûk ji 112 rûpelan pêk tê. Di danasîna dawiya berga pirtûkê de wiha tê gotin: “Gewrê jî ji ber pacê rabûbû û dabû pey hespan. Hesp hatin ber deriyekî vekirî, ber paceyek vekirî, ber bêsebrî û birînek vekirî û sekinîn. Hemû hesp bi hevre lingên xwe li erdê xistin, poperiştên xwe hejandin û serê xwe bera ber xwe dan. Weke ku ayînek berî zemanan pêk bînin, hemûyan di eynî rîtmê de dihejandin serê xwe. Bi ayîna wan sekinî sewta zarokan, piste pista zilaman, lorînên dayikan û dilê jinan. Sekinî bajêr, sekinîn pînpinîk û weza bayê…” helandibû. Ew ê ku emrê wê û hebûna wê li bendamayînê tijî kiribû. Ew bû yê li ser pişta hespê. Dilê wê evîna zarokatiya wê çivîkê gerok bû.
 
KIRASÊ HEYVÊ
 
Mizgin Ronak a ku 30 salan di girtîgehê de ma û di dema girtîgehê de gelek berhemên wê yên bi navê Em Bun Baran (Aram), Sêv Ji Me Dikujin (Lis), Dilavi (Ar), Gorçiya Ne Em (Sitav), Rojhat (Sitav), Nobedarên Gûlen Kobanê (Sitav) hatibûne weşandin, ev car jî bi pirtûka helbestan a bi navê “Kirasê Heyvê” derkete pêşberî xwînerên xwe. Pirtûk ji 248 rûpelan pêk tê. Ji pirtûkê helbestek wiha ye:
 
“Ev qevdên kulîlkên delodîn in 
ji bo Bora Boz, Baba Tahir, Xatû Meyzer, 
Feqî, Mestûre Erdelanî, Dildar, 
Goran û Bêkesan...
Ev qevdehelbestên sermest 
Silav in ji bo pakrewanên azad û serbest.”
 
KERKÛK LI BENDA WE YE
 
Bîranînên Ayten Amed bi navê “Kerkuk Li Benda We ye” hatin weşandin. Di dawiya berga pirtûka ku ji 184 rûpelan pêk tê de wiha tê gotin: 
 
“… Şerê dawî yê herî xeter û qirêje ku tevahî şerên borî li şûn xwe hiştiye. Tenê nakuje, di komkujiyan de derbaz nake û çekên kîmyayî jî bikarnayîne. Tevahî jinan mahkûmê jiyana herî metirsîdar dikir. Ez ê nebêjim ji bo jinên Rojhilata Navîn mirin, lêdan, hewî û hwd weke rewşa asayî ya jiyanê lê hatiye; lê êz ê bêjim ne bêganeye ji wan rastiyan. Lê rastiya ku jinên van axan qet fêr nebûye, nasnake û dê qet nasneke heye. Ew jî mijara namûs û şerefê ye. Şeref û namûse nasnameya din ya jinan. Hîn ji temenê biçûk em tên fêrkirin ji diyardeya namûs û şerefe re. Ti carî namûs û şerefa herî mezin xwe parastin, li xwe xwedî derketin û xwedî derketina welat fêrî me nayê kirin. Ji bo vê ye ku weke jinên vî welatî em dikarin ji bin hemû baran derkevin, lê nikarin ji bin barê destdirêjî, bi rêbazên taritiya serdema navîn jî li şûn xwe ve dihêle li bazaran firotinê qet nikarin rakin. Piştî hêrîşên DA’ÎŞ’ê navê tirsa li ser rûyê jinên herêmê rûniştibû destdirêjî, li sûkan firotin e. Bi awirên ku li ber te digerin komikan ava dikirin jinên Kerkûkê. Bi Kurd, Tirkmen û Ereban ve her kes di nava panîkeke mezin de terkî çarenûsa xwe hatibûn kirin…Di ekranên televîzyonan de bang dikirin û digotin: ‘Kerkûk li benda we ye heval!’ banga wan gazî û hewara Qendîlê bû. Qendîl bû hêviya çareseriya pirsgirêkê wan, parastina anûr û şerefa wan…”