STENBOL - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Subaşi têkildarî girîngiya zimanê dayikê wiha got: “Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne. Ji ber vê yekê divê em xurttir bikin û veguhêzin cihê pêwîst.”
Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) UNESCO di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Li gorî zanîstên ziman ên UNESCO’yê ji destpêka mirovahiyê heta niha 30 hezar ziman dihatin axaftin lê tenê 7 hezar ziman gihiştine roja me. Tê destnîşan kirin ku di roja me de ji van zimanan nêzî 2 hezar ziman bi xetereya ji holê rabûnê re rû bi rû ne. Tê diyarkirin ku sedemê ji holê rabûn an jî pişaftina van zimanan jî polîtîkayên “yekperest” ên welatên bi feraseta netew-dewletê tên birêvebirin li ser nasnameyên cuda pêktînine.
Yek ji gelên rastî van polîtîkayên êrişên sîstematîk ên li ser ziman ku weke amûra bingehîn a pişaftina gelan hatiye diyarkirin tê jî gelê kurd e.
Kurdên ku berî sed salî bûn çar parçe û li dijî her şêwe polîtîkayên asîmîlasyonê li erdnîgariyên ku lê hatin parçekirin li ber xwe dan, îro jî zimanê kurdî zindî dihêlin. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi têkildarî girîngî û mayîndebûna ziman nirxandin kirin.
Sûbaşi, anî ziman ku hêmana herî girîng ku neteweyan diyar dike zimane, netewe bi zimanên xwe tên nasîn û wiha got: “Heke zimanê me nebe ji aliyê miletan ve jî em nayên nasîn, ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ziman xwedî girîngiyeke jiyanî û stratejîk e.”
‘ZIMAN NEBE ÇAND JÎ NABE’
Sûbaşi di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rastiya ziman hebûna wî ye. Heke tu nikarî vê hebûnê biparêzî tu ji xwebûnê derdikevî. Dibe ku tu jiyana xwe bidomînî lê wê her tim di kesayeta te de şikestinek, çêbibe. Çand û ziman wê şexsiyeta gelekê bi hêz bike. Heke ziman hebe dikarî romanan binivîsî, muzîkê çêbikî, dikarî şanoyê binivîsî û di gelek qadan de berheman hilberînî. Ev jî bawerî û hêza kesan zêde dike. Ji ber vê yekê çand û edebiyat gelek girîng e û ya ku bingeha van çêdike jî ziman e. Heke ziman nebe çand jî nabe.”
JI BO MAYÎNDEBÛNÊ ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ ŞERT E
Sûbaşi, qala girîngiya zimanekî ku zimanê perwerdehiyê be û di qada çapemeniyê de bê bikaranîn kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanên ku di van qadan de neyên bikaranîn wê têk biçin. Heta ku kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û xwedî statu nebe wê bi demê re ji holê rabe. Ji ber vê yekê divê zanîngeh, enstîtu, akademî û televizyonên zimanekî ku divê pêşbikeve hebin. Mixabin zimanê kurdî îro gelek ji van qadan bê pare.”
Sûbaşi, xebatên ku li dijî van polîtîkayên pişaftin û kêmasiyan dimeşînin ragihandin û wiha pê de çû: “Her roja ku diçe em zimanê xwe baştir pêş ve dibin, dinivîsin û dixwînin. Lê ya girîng ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê mafê xwe yê perwerdehiyê bi dest bixin.”
RÊBAZÊN PIŞAFTINÊ
Sûbaşi, bal kişand ku dewletê polîtîkayên xwe yên li ser kurdî zêde kirine û ev tişt gotin: “Di qenalên televizyonan de 24 saetan weşanên tirkî tên kirin. Dema em li rojnameyên rojane, dibistinan, akademiyan û zanîngehan dinerin bi tu awayî kurdî nabînin.”
‘DIVÊ KURD BI ZIMANÊ XWE BIXWÎNIN’
Sûbaşi, destnîşan kir ku ji bo xwedî li nasnameya xwe derkevin divê ewilî xwedî li ziman derkevin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em bi zimanê xwe binivîsin û nîşanî zarokên xwe bikin. Li cihên ku em lê dimînin divê hesas nêzîkî ziman bibin. Divê em li malên xwe cih bidin pirtûkên kurdî. Divê em pirtûkên kurdî diyarî derdora xwe û cîranên xwe bikin. Heke em weke gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare zimanê me tune bihesibîne. Ji ber vê yekê divê em xurttir bikin û veguhêzin cihê pêwîst.”