AMED - Newroza îsal dê bi dirûşmên “Her der Newroz her dem azadî" û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li gelek bajaran bê lidarxistin. Ji bo Newroza 2023’yan strana “Rakin meşala Newrozê" hate amadekirin.
Deklarasyona Newroza 2023’yan li Amedê hate ragihandin û strana Newroza îsal hat pêşandan. Strana Newroza îsal ku dê bi dirûşmên “Her der Newroz her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê ve” bê lidarxistin, ji hêla nivîskar Mihemedê Pîrosî ve hatiye nivîsandin. Her wiha Kolektîfa Navendên Çanda Mezopotamyayê jî striya ye.
Gotinên strana "Rakin meşala Newrozê" wiha ne:
RAKIN MEŞALA NEWROZÊ
Wek dilopên cemra mezin
Dîsa ketine xwezayê
Derket roja li rojhilatê
Germ û şewqa xwe dayê
Dengê serdemeke nû
Kuşt hêza sir û sermayê
Agirê germesor em in
Newrozê tîna xwe dayê
***
Dîsa em, pêla bahozê
Hilda bizotê Newrozê
Em ê rakin dûxan û tozê
Bi meş govenda Newrozê
Rakin meşala Newrozê
***
Dîsa em qewmê mezin
Li vê axê bû hêz û vîn
Em in hêrsa li dîrokê
Ser soz û qewlê dawîn
Sonda me bi demsalan
Bihar payîz û havîn
Îsal agirê Newrozê
Dê bikin gurzê dawîn
***
Dîsa em, pêla bahozê
Hilda bizotê Newrozê
Em ê rakin dûxan û tozê
Bi meş govenda Newrozê
Rakin meşala Newrozê