Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir

img
STENBOL - Hunermend Ferhat Tunç strana Arix ku li ser erdheja Erzînganê ya di sala 1939’an de qewimîbû hatiye çêkirin, vê carê jî strana Arix ji bo erdheja Mereşê got. 
 
Strana Arix li ser erdheja Erzgînganê ku di sala 1939’an de qewimîbû hatiye çêkirin. Ev stran carek din di erdhejên ku navenda wê Mereş bûn de ket ser zar û zimanê xelkê. Hunermend Ferhat Tunç jî vê carê strana Arix ji bo 11 bajarên erdhej ku lê çêbûne, strand. Tunç ji dîmenên herêmên erdhejê klîbek amade kir û klîb ji îro şûnve li ser hemû platformên dîjîtal hat belavkirin. Tunç destnîşan kir ku ew vê berhemê diyarî bîranîna qurbaniyên erdhejê dike. 
 
Tunç anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê ve dayikên ku bi kurdî û tirkî li ber kavilan lorandin hêsirên wan bariyan û ev hêsiran dîrokek nû afirand. 
 
Bîner û guhdar dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin klîbê