Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin

img

STENBOL - Gelek muzîkjen, derhêner û nivîskarên li seranserî cîhanê tên nasîn ji bo hunermenda girtî Nûdem Dûrak banga berdanê kirin. 

 
Stranbêja kurd Nûdem Dûrak li Girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M’yê girtî ye. Ew bi hinceta ku stranên kurdî gotiye di sala 2015’an de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatiye girtin. Du doz lê vebûne û ji her dosyeyan 19 sal ceza lê hatiye birîn. Muzîkjen, nivîskar û derhenêrên li seranserî cîhanê tên nasîn ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin. 
 
Muzîkjen, derhênêr û nivîskaran metnek bo berdana Nûdem Dûrak ku îmze kirine belav kirin. 
 
DIVÊ DI HEPSÊ DE NEMÎNE
 
Di metna banga berdanê de hat diyarkirin ku Nûdem Dûrak ne endama rêxistinê ye û heke Nûdem Dûrak tevahiya vî cezayî bikişîne wê di 2034’an de were berdan. Di metnê de hat gotin ku Dûrak ji ber fikrên xwe hatiye cezakirin û hat destnîşankirin ku ew hunermend e. Di metnê de hat diyarkirin ku Nûdem Dûrak li ser beyanên şahidan ku esas hatiye girtin, wê xistine hepsê û wiha hat gotin: “Divê ku Nûdem Dûrak heta 2034’an di hespê de nemîne.” 
 
KESÊN ÎMZE DANE 
 
Navên kesên ku xwestine Nûdem Dûrak were berdan  îmze kirine wiha ne: Bryan Adams muzîkjen Kanada, Tunde Adebimpe muzîkjen DYA, Joseph Andras nivîskar Fransa, Ramin Bahrani derhêner Îran/DYA, Saleh Bakri aktor Filistin, Jeanne Balibar aktor Fransa, Frank Barat nivîskar Belçîka, Juliette Binoche aktris Fransa, Rachida Brakni aktrîs Fransa, Breyten Breytenbach nivîskar bAŞÛRÊ Efrîka, Eric Cantona aktor Fransa, Carmen Castillo derhêner Şîlî, Isabel Coixet derhêner Îspanya, Molly Crabapple hunermend DYA, Erri De Luca nivîskar Îtalya, Sara Driver derhêner DYA, Brian Eno muzîkjen Brîtanya Mezin, Asli Erdogan nivîskar Tirkiye, Annie Ernaux nivîskar Fransa, Peter Gabriel muzîkjen Brîtanya Mezin, Anouk Grinberg aktor Fransa, Robert Guédiguian derhêner Fransa, Annemarie Jacir derhêner Filistîn, Nicolas Jaar muzîkjen Şîlî, Jim Jarmusch derhêner DYA, Aki Kaurismaki derhêner Finlandiya, Talib Kweli muzîkjen DYA, Paul Laverty senarist Brîtanya Mezin, Ken Loach derhêner Brîtanya Mezin, Miriam Margolyes aktor Brîtanya Mezin, Emel Mathlouthi muzîkjen Tunus, Sepideh Moafi aktor DYA, Thurston Moore muzîkjen DYA, Tom Morello DYA, PEN Afrikaans Başûrê Efrîka, Charlie Reid muzîkjen Brîtanya Mezin, Arundhati Roy nivîskar Hindistan, Mark Ruffalo aktor DYA, Pinar Selek nivîskar Tirkiye, Shumona Sinha nivîskar Hindistan/Fransa, Ahdaf Soueif nivîskar Misir, Serj Tankian muzîkjen DYA, Ece Temelkuran nivîskar Tirkiye, Ana Tijoux muzîkjen Şîlî, Éric Vuillard nivîskar Fransa, Alice Walker nivîskar DYA.