Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî

img
AMED - Kordînatorê Ma Muzîkê û Perwerdekarê Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar têkildarî salvegera 2’yemîn a Zarok Ma’yê axivî û got: “Di cîhanê de mînaka formata vê perwerdehiyê nîne û hûn jî zarokên xwe binîn Zarok Ma’yê ku li ser hîmê kurdî mezin bibin.”
 
Zarok Ma ku ev 2 sal in hatiye damezrandin, ji bo perwerdehiya muzîka kurdî ya zarokan xebatan dike. Ji avabûna xwe heta niha zêdetirî hezar zarokan perwerde kiriye û gelek bername li dar xistin e. Îsal jî bi boneya 2’yemîn salvegera xwe di 6’ê tîrmehê de bi dîwana şagirtên xwe bernameyekê amade dike. Kordînatorê Ma Muzîkê û mamosteyê Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar têkildarî damezrandina Zarok Ma’yê axivî û hemû kes vexwend bernameya salvegerê.
 
‘WEKE FANTEZIYEKÊ DIHAT DÎTIN’
 
Kanîwar bi bîr xist ku Zarok Ma beriya 9 salan di malan de bi 8 zarokan dest pê kiriye. Kanîwar da zanîn ku karekî pîlot bû û bi malbatên ji vî karî bawer dikirin ava bû. Kanîwar diyar kir ku perwerdehiya muzîka kurdî divê di temenekî biçûk de dest pê bike û wiha got: “Ji ber ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zimanê kurdî weke zimanekê ‘nayê zanîn’ tê qebûlkirin, lewma weke zimanekî nayê nasîn. Di temenekî pir biçûk de destpêkirina perwerdehiya muzîka kurdî dê pêşiya bişavtina huner û çanda kurdî bigire. Ji bo ku ev bibe perwerde, weke mufredatekê xebatek pîlot jê re hewce bû. Wî çaxî di Konservatûara Aram Tîgran de polekê me ya ji bo zarokên 0-5 salî tunebû û beriya her tiştî kesên ku vî karî bawer dikirin tûne bûn. Weke fanteziyekê dihat pênasekirin. Digotin ‘Ma dê zarokên 2-3 salî çi ji perwerdehiya muzîkê fêm bikin’.”
 
PÊVAJOYA AVABÛNÊ
 
Kanîwar da zanîn ku wan di mala berpirsa daîreya çandê ya şaredariyê ya berê de bi 8 zarokan dest bi vê projeyê kirine û her hefteyê di mala zarokekî de perwerde dane. Kanîwar anî ziman ku wan dît ku piştî 8 mehan zarok êdî dengbêjan nas dikin, stranên kurdî dizanin û fêrî muzîkê bûne û wiha domand: “Piştî vê yekê me anî di bin banê Konservatûara Aram Tîgran de perwerdeyek ji bo 2-5 salî vekir û malbat jî tev li dersê dibûn. Dema qeyûman ku Konservatûara Aram Tîgran hat girtin me Ma Muzîk ava kir û ev ders berdewam kir. Li Ma Muzîkê ev ders pirtir hat nasîn. Her sal di navbera 250-350 zarok dihatin û tenê polek hebû û min tenê perwerde dida. Me dersên xwe berdewam kir ku pandemiyê destpêkir. Ji ber pandemiyê me dest bi perwerdehiya onlîne kir, lê perwerdehiya zarokên 0-5 salî heta demekê mirov dikare onlîne çêbike.
 
Ji ber vê pirsgirêkê qadek nû lazim bû û em li çareseriyekê digeriyan. Enstîtuya Goethe ya Almanyayê fonek ji bo piştgiriya sazî û dezgehên di pandemiyê de rojên zehmet derbas kirin, da destpêkirin. Me jî bi navê Zarok Ma’yê projeyek nivîsand û projeya me hat qebûlkirin. Piştgiriya aborî dan me lê têr nekir ku em avahiyekê jî ava bikin. Tenê têra kirêya 6 mehan û hinek alavên teknîkî dikir. Em jî rabûn û bi navê Zarok Ma’yê me kampanyayekî piştgiriyê da destpêkirin. Ji her derê cîhanê zêdetirî 600 kesan, bi dehan sazî û dezgehên sivîl piştgirî dan Zarok Ma’yê. Heta zarokan kûmbarayên xwe anîn ji bo piştevaniyê. Piştevaniya manevî, ji ya aborî xurttir bû û Zarok Ma 2021’ê ava bû. Sala yekemîn zêdetirî 400 zarok hatin û îsal jî di navbera 400 û 600 zarokan de ji vir perwerdehî stand. Bi piştevaniyê ava bû û niha jî bi piştevaniyê li ser pêya ye.”
 
‘DI CÎHANÊ DE MÎNAKA WÊ NÎNE’
 
Kanîwar bi bîr xist ku taybetmendiya Zarok Ma’yê ew e ku berî ji dayîk bûnê heta 5 saliyê perwerdehiya muzîkê dide. Kanîwar anî ziman ku di tu derê cîhanê de xebatek bi vî rengî tune ye û ev mînaka yekemîn e û wiha axivî: “Di cîhanê de yekem dibistana muzîkê ye ku bi vê formatê perwerdehiyê dide. Îcar Zarok Ma êdî ne navê mekanê ye, em niha metoda wê dinivisînin ku li her derê cîhanê mamosteyên muzîkê bi vê metodê perwerdehiyê bidin zarokan. Zarokên kurd li kîdera cîhanê bin divê bê muzîk nemînin. Zarok Ma êdî metoda perwerdehiya muzîka kurdî ye ku ji bo hemû cîhanê modeleke perwerdehiyê ye.”
 
‘EM NE PARSEK IN’
 
Kanîwar bal kişand ser pirsgirêkên dema damezrandinê ku bi wan re rûbirû mane û wiha got: “Dema damezrandinê ji hêla kesên ku rewşa wan ya aboriyê baş e mûameleya parsekan li me hat kirin. Em ne parsek in. Xebatkarên Ma Muzîkê dilsozên perwerdehiya muzîka kurdî ya vî welatî ne. Heke piştevanî xurt be, em dikarin li her taxeke Amedê, li her welatekî Ewropayê şaxekê vekin. Piştnedayîn bi xwe astengî ye. Ev tişt gelek caran hîsa ‘Ma em parsekin diçin deriyê xelkî dixin’ dide mirov. Astengiya girtin, binçavkirin, krîmînalîzeirinê, bi min astengiya duyemîn e. Li vir karekî navneteweyî, karekî akademîk û bi kurdî tê kirin. Di cîhanê de mînaka wê nîne. Ev sed sale astengiya tûne hesibandina kurd û kurdî ji xwe heye. Lê astengiya ku piştnedayîna sazî û dezgehên bi vî rengî bi taybet jî ji hêla karsazên kurd ve, astengiya herî mezin e. Her straneke Ma Muzîk û Zarok Ma çêdike, digehije milyonan. Divê mirov hesaba vê yekê bike. Zarok Ma ne tenê saziyeke ku li Amedê perwerde dide 400 zarokan. Zarok Ma’ya ku bi stranên xwe digehije seranserê cîhanê derbekê li asîmîlasyonê dixe. Divê mirov bi vê yekê nêzî Zarok Ma’yê bibe û piştevaniyê xurt bike. Wê çaxê dê astengiya aborî jî, ji holê rabe. Lê şert û merc çi bibe bila bibe, wê Ma Muzîk û Zarok Ma zarokên vî welatî bê muzîk nehêle.”
 
‘ZÊDETIRÎ HEZAR ZAROKAN TEMAS LI ZAROK MA’YÊ KIRIN E’
 
Kanîwar destnîşan kir ku di nava 2 salan de zarokên beriya ji dayîkbûnê heta 5 saliyê zêdetirî hezar zarokan bi fizîkî temasê Zarok Ma’yê kirine û ji vir perwerdehî standine. Kanîwar diyar kir ku sala yekemîn bi qasî 100 zarokan ji Zarok Ma’yê mezûn bûne û derbasî Ma Muzîkê bûne. Kanîwar destnîşan kir ku hinek ji zarokên mezûn bûne derbasî akademiya zarokan, hinek jî derbasî kursan bûn. Kanîwar bi domdarî wiha got: “Îsal jî dê qasî 60 zarokan ji vir mezûn bibin. Yên ku mezûn dibin jî zarokên ku 5 saliya xwe tije kirin in. Di 6’ê tîrmehê 2’yemîn salvegera Zarok Ma’yê de zarokên ku hem 2 sal in perwerdê dibînin hem jî dê mezûn bibin dê dîplomayê bistînin. Yên mayî jî dê bawernameya xwe bistînin û di sala nû de perwerdehiya xwe berdewam bikin. Em ê di bernameya salvegerê de dîvanekê pêşkêş bikin. Taybetmendiya dîwanên me ew e ku zarok, malbat û em bi hev re stranan dibêjin. Armanca me zarok stranên ku fêr bûne bi cil û bergên kurdî bi hev re bistirên. Em dixwazin ew çanda dîwanxaneyan ya berê bijî. Bila zarok li şûna çanda AVM û pêlîstokên beredayî ku êdî ji bo wan digirîn, hefteyê carekê be jî bi malbata xwe re stranên kurdî bibêjin.”
 
‘MUZÎKA KURDÎ NASNAMEYA ME YE’
 
Kanîwar da zanîn ku taybetmendiyeke muzîkê ji bo kurdan heye û got: “Kurd miletekî muzîkal in ku bi muzîkê hatine roja me. Kodên me yên çandî di nava muzîka me de eşkere ne. Çawa ku ziman ji bo miletekî şertekî heyînê ye û bi zimanê xwe ji miletên din tên veqetandin, em bi muzîka xwe ya gelerî jî, ji miletên din tên veqetandin. Ji bo me rengê me yê hebûnê û nasnameya me muzîka kurdî ye. Lewma ne tenê ji bo zarokan e. Em ji vê yekê bawer dikin ku heke hemû kurd, di malên xwe de bi zarokên xwe re stranên kurdî bistirên Kurdistan jî hêla fikrî û giyanî avabûye û azad bûye. Ne meseleya sînoran e.”
 
BANGA BEŞDARIYA ŞAHIYA SALVEGERÊ
 
Kanîwar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin gelê em di 6’ê mehê de zarokên xwe binîn werin û em bi hev re stranên kurdî bistirên. Her dar li ser koka xwe şîn dibe, lewma hûn jî zarokên xwe bînin ji bo sala nû qeydên wan li Zarok Ma’yê çêkin ku bila zarokên me li ser hîmê çanda kurdî mezin bibin.”
 
MA / Bazîd Evren