ŞIRNEX - Li Botanê çanda dirûna genim bi salane tevî pêşketina amûrên teknolojiyê jî bi ruhê zibaretiyê didome. Ev çanda kevnare tevî hewa germ jî ji aliyên xelkê herêmê ve li ber kilam û awazên Botanê didome.
Li Kurdistanê hin çand tevî dem û amûrê teknolojiyê jî heta roja me ya îro hatine û mayinde mane. Yek ji van jî çanda kevnare ya dûrina giya ango dexl û dan e. Ev çanda qedîm ruhê zibarebûna civakê radixe ber çavan. Her çiqasî weke berê nebe jî heta niha jî didome. Piştî ku giya, genim, ceh, nîsk hişk bûn, welatiyan dest bi dûrina giya û debrê ango zad kirin. Li herêma Kozanê ya dikeve quntarê Çiyayê Cudî, amûrên çandiniyê yên modern ku nikarin bikevinê hin zeviyan welatî bi awayekî zibare dest bi dirûna genim kirin.
PALETÎ BI STRANAN XWEŞ DIBE
Rojek beriya dirûna genim, xwediyê zeviyan kesên ku wê bên zibarê ango palehiyê agahdar dikin û herî kêm 15 kes dicivin. Ev paletî di seatên serê sibehê de dest bi dirûnê dikin û di destê wan de das û tirpan li ser zimanê wan kilam olan didin û tevî germahiya zêde jî palehiyê dikin. Welatiyên ku hem paletiyê dikin hem stranan dibêjin li hev dubare dikin, bi strandinê karê xwe sivik dikin û di heman demê de seatên xweş bi hev re derbas dikin. Jin jî bi çêkirina xwarinên di beroşên mezin de piştgiriyê didin û keda xwe tev li palehiyê dikin. Di vê xebata ku dîmeneke kolektîf ango zibareyê derdikeve pêş Botanî bi israr in ku vê çandê zindî bihêlin, nedin jibîrkirin. Giya ango qesela genimê ku tê dirûn piştre ji aliyê jin û ciwanan ve tê komkirin jî ji zivistanê re ji bo sewalan tê amadekirin.
'KILAM KAR SIVIK DIKE'
Ji paleyan Osman Îrmez (60) bal kişand sr giringiya çanda dirûna dexl û dan û giya û got ku erka her kesî ye ku xwedî li çanda xwe derbikevin. Îrmez anî ziman ku çanda wan ji pêşiyên wan heta niha didome û got: “Em berê sed kes diçûn giya dirûnê. Berê ev paletî nêzikî 50 rojan berdewam dikir. Heta ku me zevî hemû xelas nedikir em nedisekinîn. Bav û bapîrên me ev çand dane destpêkirin û heta niha me jî domandiye. Heta ku em bikaribin em ê vê çandê bidomînin. Emrê min hatiye 60 salî lê her sal ez giya dûrinê bi heman hestan û kêfxweşiyê dikim. Berê patoz tune bûn, makîneya dûrinê tune bûn. Berê bi dewaran çêdikirin, piştre cercere derket, piştre jî patoz derket û herî dawî jî bîçer derket. Li tevî pêşketina teknolojiyê jî me dest ji vê çandê berneda. Gelek kes ne weke me ne, lê belê divê ku ev çande bê domandin. Dema ku em bi hev re kilaman dibêjin û durînê dikin em zûtir xelas dikin. Çimkî kilam karê me sivik dikin."
'BI PÊŞKETINA TEKNOLOJIYÊ RE EV ÇAND JÎ TUNE BÛ'
Pale Sabrî Ulger (63) jî diyar kir ku li gel pêşketina teknolojiyê çandên kevnare ji wateya xwe hatin dûrkirin û wiha got: "Ev kar li gel me qedîm e û bi wate ye. Karekî delal e lê zehmetiyên wê jî hene. Bi qasî ku tê bîra min em vî karî dikin. Ev karekî zibare ango komunal e. Hemû cîran, heval û hogir bi hev re dikin. Dema ku wisa bû kar li ber mirovî sivik dibe. Dema ku ev kar ne bi komî kesane tê kirin gelek giran e. Ji ber êrişên dewletê gelek şêniyên herêmê koçî metrepolan bûn. Dema ku koçberî çêbû çanda heyî hate windakirin. Îro ev kar ji her kesî re zehmet tê. Lê divê ku em bav û bapîrên xwe bifikirin. Divê ku em destûr nedin ku ev çand asîmile bibe. Piştî pêşketina teknolojiyê ev çand jî bi tunebûnê re rûbirû maye. Makîneyan, patozan derketin tiştek ji feqîr û karkeran re nema. Çanda Mezopotamyayê hatiye guhertin. Vê guhertinê jî zirar daye me hemûyan. Niha her kes girêdayî dewletê bûye. Lê belê berê ne wisa bû. Berê em xebatkar bûn, afirîner bûn û pirsgirikên aboriyê nebûn. Cihê ku kar nebe, tifaq nebe li wir bereket jî nîne."
'EV ÇAND LI VIR PEYDA BÛ Û LI VIR HAT WINDAKIRIN'
Kasim Yîgît (49) diyar kir ku bi demê re destwerdanek cidî li ser çanda wan hatiye kirin û wiha axivî: “Yek ji vê çandê jî paletî ye. Beriya pêncî salan jiyana me hemû xwezayî bû. Jiyaneke komunal hebû. Ev jiyan ji çinîn ango dirûna dexl û dan bigire heta rakirina wê bi wate bû. Ew bereketa pêncî sal beriya niha keda mirovên karker bû. Bi hev re 30-40 mirovan sing bi sing ew zeviyên ku bi destê xwe kolandin û çandine, careke din bi destê xwe ew giya radikir. Bi teknolojiyê ev çand winda bû. Niha em 4 donim giya didirûn lê ne 4 donim sed donim erd jî hûn bidirûn bereketa wê nîne û ne weke ya berê ye. Jiyana komunal a ewilî li Mezopotamyayê dest pê kir. Lê belê li vir jî hate windakirin. Bi şer re v jiyana komunal tune bû. Heke ku em jiyana pêşiyên xwe jibîr bikin em biçin ser banê heyvê jî em ê winda bikin. Hêvî dikim ku ev jiyana komunal û çand bidome."
KEDA JINAN
Ji jinan Şadiye Sumbul jî da zanîn ku jin û mêr bi hev re ked didin û wiha got: “Berê xweş bû. Mêran dirûna giya dikir, me jinan jî xwarinê çêdikir. Ev karê me bi mehan berdewam dikir. Lê aramî hebû, keyfxweşî hebû. Hezar caran xweziya me bi wan deman e lê ne bi xweziya vê demê ye. Em dixwazin ku ev çanda me bidome. Bi qasî ku ji destê me tê em ê berdewam bikin."
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş