Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin

img
AMED - Sînemager Îlham Bakir ku der barê sînemaya kurdî de axivî, destnîşan kir ku esasê sînemayê li ser çîrok û paradîgmayê ye û divê derhênerên kurd li gor esasên kurdan fîlmên xwe çêbikin û xizmeta bişaftinê nekin
 
Li van salên dawî, di sînemaya kurdî de gelek pêşveçûnên girîng çêbûn. Hem ji hêla hunerî ve, hem jî ji hêla teknîkî ve berhemên baş derketin holê. Lê li gor çand û normên kurdan gelek kêm fîlm tên çêkirin. Navê sînemayê, sînemaya kurdî ye lê ziman piranî bi tirkî ye. Ev yek jî, ji bo gelê kurd ku bi salan e bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû maye, xetereyeke mezin e. Ji ber ku ev sed salan pirtir e, gelê kurd hebûna xwe parastiye û li dijî hemû polîtîkayan li ber xwe daye. Li ser vê mijarê Sînemager Îlham Bakir pirsên ajansa me bersivandin û têkildarî mijarê rexneyên xwe vegotin. 
 
Bakir, got ku sînema di demeke nêz de derketiye holê û ji bo rêxistin kirin û rêkûpêkkirina civakê derketiye. Bakir, da zanîn ku sînema piştî pêşketina teknolojiyê derketiye holê û sûdê ji photographyayê digire û bi tevgerên photographyayê çêdibe. Bakir, wiha got: “Photographya jî sûdê ji wêneyan digire û bingeha wê wêne ye. Çîrokekê û wêneyê tîne ba hev û hunerekê diafirîne. Mirov dixwazin jiyana xwe tomar bike. Gava pevbestin dikeve nava dîmenên bitevger, wê çaxê huner dest pê dike. Ev tişt jî tesadufî tê keşîfkirin. Tren tê û dikeve îstasyonê, ev jî tê tomarkirin. Kamera tê girtin û vedibe, lê dinêrin dem derbas bûye û bi vî awayî pevbestin tê keşîfkirin. Piştî vê yekê mirov hewl didin bi dîmenên bitevger çîrokên xwe vebêjin.”
 
‘ÇÎROKÊN KURDAN XURT IN’
 
Bakir, anî ziman ku derdê hemû qad û beşên hunerê ew e ku çîrokên xwe bibêjin. Bakir, diyar kir ku çîrok gotin, ji bo sazkirina civakê tiştekî pir girîng e û ji ber ku civaka çîroka wê tune be, belav dibe. Bakir, bi lêv kir ku civak çawa dijî, çawa têkiliyê bi hev dû re çêdike, siberoja wê çawa dibe û ji paşerojê çawa sûdê digire, ev tişt hemû di nava çîrokê de tê hûnandin û wiha berdewam kir: “Mirov dikare bibêje ku gotina çîrokan karekî zêdetirî bîrdozî ye. Desthilata ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe, ji ber ku çîroka wî ne xurt e, çîrokekî pir hêsan afirandiye û hemû beşên civakê bi wê çîrokê dide bawerkirin. Rê û rêbazê gotina çîroka wan pir xurt e û gel hemû jî tazî jî bimîne, birçî jî bimîne dikeve du vê çîrokê û diçe. Em jî weke kurdan, kevneşopiyeke me û çîrokên me yên pir xurt hene. Mirov dikare bibêje ku kurd ev hezar sal in bê dewlet in, lê pir çîrok jî bi xwe re anîne. Tevî bindestiyê, ewqas qetlîam, qirkirin, zilm hwd. jî hebûna xwe winda nekirine û weke gelekî li ser pêyan mane. Ev yek jî girêdayî xurtbûna çîrokên kurdan e.”
 
‘RÊ Û RÊBAZÊN SÎNEMAYÊ PIR XURT IN’
 
Bakir, da zanîn ku kurd di dawiya sedsala 20’emîn de weke gelekî nûjen ji nû ve derketin holê û bi pêşengtiyeke nûjen paradîgmayeke nû afirandin. Bakir, destnîşan kir ku her paradîgma xwedî çîrokekî ye jî û paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk jî çîrokeke xwe heye û ji me re çîrokekî vedibêje. Bakir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Got ‘Ez vê çîrokê pêkbînim, ev çîrok dê bibe çîrokek civakê.’ Gel jî xwedî lê vê çîrokê derket û ev çîrok ji bo vî gelî çîrokeke pîroz bû. Niha jî bi bedelên mezin vê çîrokê diparêze. Ji bo çîrokê bigihînî civakê sînema jî weke her qadên hunerê pir xurt e. Sînema ev sed sal e heye, lê em dikarin bibêjin ku di nava hemû hunerên heyî de, ya ku dikare li ser hemû civakê bandor bike sînema ye. Ji ber ku rê û rêbazên sînemayê pir xurt in. Kesên ku ji aliyê entellektueliyê ve tu zanebûna wî ne be jî weke temaşevan dikare sînemayê re eleqedar bibe û jê sûdê bigire.”
 
‘TEVÎ BÊDERFETIYAN JÎ SÎNEMAYA KURD PÊŞKETIYE’
 
Bakir, bi lêv kir ku di cîhanê de cihê ku herî zêde sînemayê weke amûrekî bîrdoziyê bi kar tîne, civakê dixe bin bandora xwe, kapîtalîzmê di nava civakê de rewa dike û metayên xwe bikaribe bifiroşe Hollywood e. Bakir, destnîşan kir ku heke Amerîka bixwaze mudaxileyê Iraqê bike, çend salan pêşiya wê çend fîlman çêdike û nîşan dide. Bakir, da zanîn ku civaka xwe û cîhanê hînî vê tiştê dike û piştre diçe mudaxileyê wê derê dike û ev tişt gotin: “Sînema weke çekeke nukleer di cîhanê de bi bandor e. Li dijî Hollywoodê sînemayên alternatîf, serbixwe û sînemaya li Sovyetê hatiye çêkirin jî weke sînemayek civakî derketiye holê. Dîsa weke sînemaya sêyemîn ku civakperwer e, li Amerîkaya Latîn derketiye holê. Em weke gelê kurd jî di bin evqas zilm û zordariyê de jî li ber xwe didin û xwedî paradîgmayekî nû ne ku di serî de ji bo hemû kurdan, piştre ji bo hemû gelên rojhilata navîn û cîhanê ferasetek û xelasbûnek e. Divê li gor vê paradîgmayê jî sînemayeke kurd derbikeve holê. Her çiqas bêderfetî pir zêde be jî, sînemagerên kurd di van 20-25 salên dawî de gelek berhemên xurt derxistin holê.”
 
‘XIZMETA BIŞAFTINÊ DIKIN’
 
Bakir, anî ziman ku ji aliyekê ve sînemayeke berxwedêr heye, li ber xwe dide, ji bo hebûna kurdan, êş û elemên kurdan, hêvî û daxwazên kurdan bi rêya hunerê, sînemayê tîne ziman. Bakir, diyar kir ku li aliyê din jî hinek sînemagerên kurd hene ku carna bi zanebûn, carna jî bi nezanî xizmeta mêtîngeriyê dikin. Bakir, bi domdarî wiha got: “Ew jî, ji bo sînemaya kurd, ji bo çand û hebûna kurdan xetereyeke mezin e. Mixabin gelek sînemagerên kurd dikevin vê kêmînê. Ji bo ku xizmeta bişaftinê bikin, dikarin pir alîkariyê jî bistînin. Anku alîkarî girtinê dane aliyekê, em nikarin kamerayên xwe ji malên xwe derxînin. Lê hinek sînemagerên kurd bi derfetên mezin û bi diyariyan tên xelatkirin. Divê mirov bifikire ku dewleteke mêtingerê te ye û xelat û piştgiriyê dide te, çima vê xelatê û piştgiriyê dide te? Heke ez xelat û piştgiriyek wisa bistînim, divê ez bifikirim. Çima?”
 
‘WEKE ÇÎROKEKE POSTMODERN TÊ DERXISTIN’
 
Bakir, destnîşan kir ku gava li fîlmên kurdan dinêrin du tişt derdikeve pêş. Bakir, bi lêv kir ku hinek ji aliyê estetîk û hunerî ve pêşketine, lê naveroka wan vala ye û weke çîrokekî postmodern tê derxistin. Bakir, diyar kir ku ji çand û erdnîgariya kurdan dûr ketiye, dixwaze sînemaya xwe bişibîne sînemaya rojava û wiha got: “Aliyekê din jî, ji bo bişavtinê xizmet dikin. Aliye wê yê hunerê xurt e, lê di fîlm de karakter bi tirkî diaxive. Heke tu fîlmekî kurdî çêbikî û tu karakterê xwe tirkî bidî axaftin xizmeta bişavtinê dikî. Ji ber ku huner bandoreke mezin li ser mirovan çêdike, tu zimanê tirkî bi rêya sînemayê dibî nava malên kurdan. Ji aliyekî din ve, bi niyeteke paqij, dixwazin civaka xwe biparêzin, dixwazin nirxên civak û berxwedanê di fîlmê xwe de bînin ziman, lê ew fîlm jî ji aliyê estetîk û hunerî ve pir lawaz dimînin. Mirov bi rêya sînemayê ajitasyonê jî dike, propaganda jî dike, ez ne dijî van tiştan im. Ez weke ‘huner tiştekî pir pîroz e, em nikarin dest bidin.’ nafikirim. Lê divê mirov propaganda û ajitasyonê jî bi huner û estetîkeke zirav bîne ziman. Mixabin fîlmên kurdan ji aliyê huner û estetîkê ve pir li ser nayê sekinandin û ew negirîng tê dîtin. Mirov divê vê dengeyê bigire û divê kurd ji aliyê estetîkê ve xwe pêş bixin.”
 
‘HEKE ÇELENGÎ NEYÊ ZIMAN TU WATEYA WÊ NAMÎNE’
 
Bakir, diyar kir ku ji aliyê teorîk ve jî xebatên li ser sînemaya kurd pir kêmin û ev mesele gelek kêm tê nîqaşkirin. Bakir, da zanîn ku ev yek jî pêşveçûna sînemaya kurd dide sekinandin û dema ew demên dawî dinêrin 4-5 fîlmên metraj dirêj hatine çêkirin. Bakir, anî ziman ku hinek ji aliyê hunerî ve xurt in, lê xizmeta bişavtinê dikin û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Hinek jî xwedî çîrokeke baş e û berxwedanê dide nîşandan, lê ji aliyê huner û estetîkê ve pir lawaz in. Ev yek jî mirov pir diêşîne. Ewqas kedeke mezin, ewqas çîrokên xurt ku tu çelengî neînî ziman tu wateya wê namîne. Ji aliyê teorîkê ve hem ji bo rexne û mehkûm kirina fîlmên xizmeta bişavtinê dikin, hem ji bo pêşxistina fîlmên xwedî çîrokên baş û bê estetîk û huner, nîqaşên baş bên kirin. Divê rexne hebe. Gelek rêyên me yên weke rojname, kovar, televîzyon hwd. ku em bikaribin nîqaş û rexneyên xwe li ser sînema û hunerê ragihînin civakê hene. Mixabin ev kar pir zêde tê îxmalkirin. Ji ber ku berxwedana kurdan li ser rexne û rexnedayînê xwe mezin dike, lê mixabin ev tişt di sînemayê de nayê kirin. Kurd di nava reel sosyalîzmê de bi berxwedana xwe ya sedsala dawî derketin holê û meşandin, li ser reel sosyalîzmê rexne û rexnedayîneke mezin dan ku bikaribin paradîgmayeke nû biafirînin. Lê mixabin di sînemayê de bandora hunera Stalînîzmê li ser hunera kurd winda nebûye û hêj jî pir zêde weke peywirdarî huner çêkirinê digirin dest sînemaya kurdî pêş nakeve. Bi peywirdariyê nabe, huner dînamîk e. Tu ji yekî re bibêjî ‘here bi vê mijarê fîlmekê çêbike’ nabe. Divê çîrok û mijar di mêjî û nava hunermend de bê hûnandin û wisa derbikeve pêş.”
 
‘FÎLMAMED YEKEMÎN MÎHRÎCANA BELGEFÎLMAN E’
 
Bakir, bal kişand ser mîhrîcanên fîlmên kurd û got ku yek li Amedê, yek jî li Stenbolê li bakur 2 mîhrîcanên fîlmên kurd tê lidarxistin. Bakir, diyar kir ku li Ewropayê jî nêzî 6-7 heb hene û ji bo kêmbûna qadên nîşandana fîlmên kurd û anîna ba hev ya sînemager û derhêneran, ev mîhrîcan pir girîng in. Bakir, bal kişand ser mîhrîcana FîlmAmedê jî û wiha berdewam kir: “FîlmAmed jî di nava hemû mîhrîcanên kurdan de yekemîn e ku tenê mîhrîcana belgefîlman e. Ji destpêkê ve ez jî di nava vê mîhrîcanê de me. Ji bo kurdan belge çêkirin pir girîng e, kurd bê belge ne. Sînemagerên kurd ez dikarim bibêjim ku di cîhanê de ji bo çêkirina belgefîlman di asta herî jor de ne û pir belgefîman çêdikin. Du sedemên vê yekê hene. Yek, di derdorê me de pir zêde bûyerên dijwar û bi bandor diqewimin. Ya duyemîn jî hêsanbûyîna çêkirina belgefîlman e. Tu bi kamerayekê, bi dengekî û bi du kesan dikarî fîlmekî çêbikî. Tu wî naxî di nava çerxên endustriyalîzmê û ji endustriyalîzmê dûr e, lewma tu rihettir dikarî belgefîlmekî çêbikî. Hem hejmara fîlman zêde ye, hem jî estetîkek çêbûye. Her wiha belgefîlm nakeve di nava çerxên bişavtinê de jî û hinek ji wê yekê dûr e, ser bi xwe ye, ji wan alîkariyê naxwaze, ji wan xelat nagire. Lewma FîlmAmed mîhrîcaneke gelek girîng e.”
 
REXNEYÊN XWE VEGOTIN
 
Bakir, rexneyên xwe yên derbarê mîhracanan de jî vegotin û wiha berdewam kir: “Em mîhrîcanên xwe pir dişibînin mîhrîcanên din ên cîhanê. Taybetiyeke xwe nîne. Em jî fîlm didin nîşandan, temaşevanan gazî dikin, herî dawî jî nîqaşekê dikin û belav dibin. Halbûkî, divê li ser van fîlmên di mîhrîcanê de ji aliyê teoriyê ve xebat bê meşandin, nîqaş bê kirin. Weke bernameyên televîzyonan bên çêkirin, pirtûkek an jî kovarek li ser van bê derxistin, dê mayînde be. Ev deh sal in mîhrîcanek tê çêkirin, ji aliyê estetîk û rexneyê ve tiştek li pey xwe nehiştiye. Divê ev rê û rêbazên çêkirina mîhrîcana kurdan hinek biguhere. Divê ji bo me belgeyan çêbike, rexneyan bike, ji aliyê teoriyê ve tiştan çêbike. Heke ev tişt pêk neyên, tenê fîlm nîşandan û temaşe kirin me nabe cihekî.”
 
BANG LI DERHÊNERÊN KURD KIR
 
Bakir, gazinên xwe yên derbarê fîlmên ku xizmeta bişavtinê dikin de kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di van 4-5 salên dawî de çend fîlmên metrajdirêj ku ji aliyê derhênerên kurd ve hatine çêkirin, derketin, mijar kurd in, cih jî Kurdistan e. Hinek fîlmên ku berxwedanê derdixînin pêş hene, lê ji aliyê estetîkê ve kêm in. Ev tişt, ji bo me tecrûbeyeke û mirov dikare pêş bixe. Lê hinek hunermendên kurd hene ku qaşo hinek ji wan xwe welatparêz jî dihesibînin, bi fîlmên çêdikin xizmeta mêtîngeriyê û bişavtinê dikin. Mesela fîlmê bi navê ‘Sûr’da Devran’ nav tirkî ye, axaftin tirkî ye, ji xwe ez qala mijarê nakim divê li ser wan xurt bê nivîsandin. Aydin Orak fîlmek çêkiribû ‘Sabirsizlik Zamani’ her tişt yê kurdan e, lê ziman tirkî ye û dîsa bi zimanê xwe xizmeta bişavtinê dike. Ew fîlmê ‘Okûl Tiraşi’ ku behsa dibistanên ‘leylî’ yên dewletê ji bo zarokên kurdan weke qereqolên bişavtinê bikaranî dike, qala bişavtinê nake û wan paqij dike. Hinek fîlm din jî hene divê ev fîlm bi tundî bên rexnekirin. Bangawaziya me ji hunermendên kurd re ew e ku heke hinek bi wan re mirovahî hebe, hinek xwedî derketinek nirxan hebe bila nekevin xizmeta dijminê xwe û bila xizmeta bişavtinê nekin. Heke bixwazin bi tirkî fîlman çêbikin bila biçin Tirkiyeyê mijareke aydê tirkan çêbikin. Mafê wan heye, lê bila neyên li Kurdistanê bi mijara kurdan bi zimanê tirkî fîlman çênekin. Ev tiştekî sosrete.”
 
MA / Bazîd Evren