Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin

img
AMED - Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar ku têkildarî pirsgirêkên şanoya kurdî pirsên me bersivandin, destnîşan kir ku ew hewl didin ku qadên alternatîf biafirînin û got ku ew bi kelecan li benda derketina pêşberî temaşevanan e. 
 
Şanoya Bajêr a Amedê li dijî gelek polîtîkayên astengî, zext û asîmîlasyonê bi lîstikên kurdî xebatên xwe yên çand û hunerê didomîne. Ew lîstikên xwe yên li Şanoya Bajêr a Amedê ku bi keda xwe ya ji bo pêşxistina hunera kurdî ava kirine, pêşkêşî temaşevanên xwe dikin. Şanoya Bajêr a Amedê, çend roj berê bernameya xwe ya serdema nû ya meha îlonê eşkere kiribû. Li gor wê bernameyê dê di meha îlonê de 5 lîstikên mêvan ku 2 ji van lîstikên Şanoya Dihokê ne û Stend-ûp bên pêşkêşkirin. Her wiha dê Mîrhîcana Belgefîlman a Fîlmamedê jî dawiya meha îlonê li Şanoya Bajêr a Amedê de bê lidarxistin. Şanogera Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektarê, der heqê pirsgirêkên şanoya kurdî û bernameya meha îlonê de ji ajansa me re axivî. 
 
Berfîn Emektar
 
‘EM HEWL DIDIN QADÊN ALTERNATÎF BIAFIRÎNIN’
 
Berfîn Emektarê bal kişand ser zext û astengiyên li ser qada çand û hunerê û got ku asîmîlasyona di qada çand û hunerê de bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê meşandin. Emektarê destnîşan kir ku ew wek şanogerên kurd li dijî van polîtîkayan dixwazin şanoya kurdî hîn mezintir bikin û wiha dirêj kir: “Ev astengî ne tenê ji bo şanoyê ne. Ji bo hemû çalakiyên çandî û hunerî yên bi kurdî tên lidarxistin, ji bo kesên ku dixwazin hunera alternatîf çêkin derbasdar e. Lê rewşa herî dijwar ji bo me ew e ku di van salên dawî de me nekarî eywanek peyda bikin. Lê em hewl didin ku li her derê qadên alternatîf biafirînin ku xwe bigihînin temaşevanên xwe.”
 
‘ŞANOYA KURDÎ BIRÊXISTIN E’
 
Emektarê diyar kir ku şanoya kurdî li Kurdistanê birêxistin bûye û got ku li Amedê çanda şanoyê hatiye afirandin. Emektarê anî ziman ku Şanoya Bajêr a Amedê weke yekemîn şanoya Kurdî ku xwedî binesaz û tecrûbeyekê ye û ev yek jî hêzê dide şanoya Kurdî. Emektar, bi domdarî wiha got: “Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye û Ewropayê jî gelek temaşevanên me hene. Ev yek jî hêz û enerjiyê dide me. Niha em vê bandorê dibînin, bi taybetî di van çend salên dawî de ne tenê li Amedê, li Êlih, Wan û Stenbolê jî, li çar parçeyên Kurdistanê Şanoya Kurdî tê birêxistin kirin û geşedanên erênî çêdibin. Ev ji bo şanoya kurdî pêşketineke pir girîng e.”
 
AMADEHIYA ÇEND LÎSTIKAN DIKIN
 
Emektarê anî ziman ku Şanoya Bajêr a Amedê ji ber hewaya germ 2 meh in di bêhnvedanê ye û ji bo sezona nû bi coşeke mezin li bendê ne ku temaşevanan bibînin. Emektarê da zanîn ku bernameya wan ya îlonê jî rengê vê kelecanê nîşan dide û wiha bi dawî kir: “Şanoya Kurdî di warê pêşketin û pêşketina zimanê Kurdî de xwedî girîngiyeke mezin e û hem ji aliyê ziman û hem jî ji aliyê mijarê ve em xwedîderketineke micid ji aliyê temaşevanan ve dibînin. Her wiha di sezona nû de em ê bi çend lîstikên nû jî derbikevin pêşberî şanohezan. Di sezona nû de tevî hemû astengiyan em ê hewl bidin ku li her derê qadên alternatîf biafirînin.”
 
MA / Bazîd Evren