STENBOL - Lîstikvan Yûsûf Çetîn ku di fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê “Sibe Roja Dawî ye” de bi Guney re lîst, diyar kir ku sînemaya Guney sînemayeke şoreşger bû û wiha got: “Yilmaz hunermendek bû ku huner bi daxwazên gel re dikir yek û gelekî baş sentez dikir.”
Bi ser mirina Yilmaz Guney ê weke “Qralê Kirêt (Çîrkîn Kral) tê zanîn û hem bi lîstîkvaniya xwe û hem jî bi fîlmên xwe serkeftî bû re 39 sal derbas bûn. Guney ê weke zarokekî malbateke kurd di sala 1937’an de li Edeneyê ji dayik bû û dema ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê dest bi karê sînemayê dike. Guney ê di sala 1959’an de di fîlmên “Zarokên vî welatî (Bu vatanın çocukları)” û “Gakûvî (Alageyik)” ku Atif Yilmaz derhenêriya wan kir de hem lîst hem jî senaryoya fîlman nivîsî. Guney ji derveyî sînemayê di kovarên weke “Asoyên Nû (Yenî ûfûklar)” , “Sêzdeh (On Üç)” de çîrok nivîsandin.
Çîrokên ku Guney nivîsandin, bi hêceta ku propagandaya komunîzmê kiriye bû sedemê darizandina wî. Guney, ji ber nivîsên xwe salek û nîv di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê derket demekê fîlmên serpêhatiyan kişandin û di van fîlman de bi taybetî cih dida kesên dihatin binpêkirin, biçûkdihatin dîtin û serî li dijî pergalê radikirin.
SALÊN WÎ YÊN GIRTÎGEHÊ Û SIRGÛN
Guney, di sala 1971’an de jî bi hêceta Serokê Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKPC) Mahîr Çayan û hevalên wî di mala xwe de veşartine 2 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Guney, dema di girtîgehê de bû hat sirgûnkirin. Piştî ku ji girtîgehê derket fîlmê “Heval (Arkadaş)” ku di nav fîlmên wî yê herî zêde tên zanîn de ye çêkir.
Di heman salê de dema li navçeya Yûmûrtalik a Edeneyê fîlmê “Fikar (Endîşe)” dikişand, ji ber kuştina dadger Sefa Mûtlû di encama darizandinan de di 13’ê Tîrmeha 1976’an de 19 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Piştî 5 salan dema ji girtîgehê bi destûr derket, reviya. Guney ê ji bo rojekê ji girtîgehê derketî, ji navçeya Kaş a Antalyayê derbasî Girava Meîs ya Yewnenîstanê bû û ji wir jî derbasî Swîsreyê bû. Guney, dema li Ewropayê bû jî xebatên xwe bê navber domandin.
12 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
Guney ê bi berhemên xwe, li welat û derveyî welat deng veda, bi komî di 114 fîlman de weke lîstikvan, di 26’an de weke derhêner, di 64’an de weke senarîst cih girt. Guney ê bi fîlmê Rê (Yol) di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de xelata Altin Palmiye wergirt, di qada navnetewî de jî serkeftina xwe nîşan da. Guney ê 12 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin di 9’ê Îlona 1984’an de li Parîsa ku weke sirgûn lê dijiya, ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da.
Yûsûf Çetîn ê yek ji lîstikvanên Yeşîlçamê ku di fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê “Sibe Roja Dawî ye (Yarın Son Gündür)” de bi Guney re lîst, qala kesayeta hunermendiyê ya Yilmaz Guney û bîranînên xwe yên bi wî re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.
Çetîn diyar kir ku di sala 1946’an de li Agiriyê hatiye dinê û anî ziman ku di sala 1970 li Stenbolê bi cih bûye. Çetîn, da zanîn ku di sala 1971’an de li Şanoya Lale Oraloglû dest bi hunerê kiriye û di demekî nêzîk de jî derbasî sînemayê bûye, bi lêv kir ku weke lîstikvanê alîkar dora 400 fîlman de lîstiye. Çetîn, bi lêv kir ku di fîlmê bi navê “Sibe Roja Dawî ye” ku di sala 1971’an de hatiye kişandin û derhênerê wî Yilmaz Guney bû û serlîstikvanên wî jî Yilmaz Guney û Fatma Gîrîk bûn de lîstiye û da zanîn ku cara ewil û dawî bi Guney re di fîlmekê de lîst.
‘JI BO ME PÊŞENGEK BÛ’
Çetîn, anî ziman ku cara ewil bi Guney re li lokala sînemavanan hev nasîn û bi lêv kir ku bi wî re gelek caran li wir rastî hev hatine. Çetîn, vegot ku Guney gelek ji wan mezintir bû û di her mijarê de ji wan re pêşengtî dikir û wiha got: “Min cara ewil Yilmaz li lokala sînemavanan ji nêz ve dît. Gelek caran dihate lokala sînemavanan. Me li wir hevpeyvîn dikirin. Em jî tev li wan hevpeyvîna dibûn ji Guney re pirs dipirsîn. Digot ku divê kesên di sînemayê de dixebitin bi rêxistinî bixebitin û sendîkayî bin. Bêguman ji bo me jî her tim pêşeng bû.”
‘WELATPARÊZ Û DEMOKRAT BÛ’
Çetîn, anî ziman ku Guney mirovekî welatparêz û demokrat bû û da zanîn ku Guney kes biçûk nedixist û li pişt wî dîmena wî ya hişk mirovekî pir germ û ji mirovan hez dikir bû. Çetîn, anî ziman ku dema Guney dixebitî tevî ku gelek bi dîsîplîn jî bû herkesê gelek jê hez dikir û wiha berdewam kir: “Bi helwest, sekin û gotinên xwe mirovekî gerim bû. Rojekê dema ji girtîgehê derket em çûn serdana wî. Têkildarî xebatên sendîkayî bi Yilmaz re axaftineke me ya dirêj çêbûbû. Qala sendîkayîbûna sînemevanan dikir. Wê demê li ser xebatên sendîkayî û rêxistinî hin pêşniyarên wî li me çêbûbûn. Li ser van pêşniyaran di sala 1978’an de Sendîkaya Kedkarên Sînemayê ya Tirkiyeyê (SÎNE-SEN) hate avakirin. Ez jî yek ji endamên wê bûm. Pişt re qeyûm tayîn kirin û wê demê me gelek pirsgirêk jiyan. Ev sendîka hêj jî ya heyî.”
‘EFSANEYÊ SÎNEMAYÊ BÛ’
Çetîn, diyar kir ku Yilmaz Guney bi jargona kolanê dest bi sînemayê kir û wiha qala wî kir: “Sînemageriya Yilmaz Guney, sînemayeke şoreşger e. Ewilî bi fîlmên serpêhatiyan dest pê kir. Di fîlmên weke Kasimpaşa û mafyayê de dest bi rol girtinê kir. Yilmaz Guney hunermendekî ku gel gelek baş nas dikir û analîz dikir bû. Ewqasî bi pirsgirêkên gel re eleqedar dibû ku karibe têkiliya xwe ya bi gel re di sînemayê de nîşan bide. Yilmaz Guney ji bo me efsaneya sînemayê bû.”
Çetîn, da zanîn ku Yilmaz Guney car bi hunera xwe car caran jî bi nêrînên xwe yên siyasî qet ji rojevê nediket û bi bîr xist ku di destpêka jiyana xwe ya hunerê de ji ber senaryoyên nivîsî derbarê wî de lêpirsîn hatin destpêkirin. Çetîn, anî ziman ku Guney tevkariyeke mezin li sînemayê kir. Çetîn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu hunermendên jiyaneke rast û şoreşger esas digirin, qedir û siyaneta ku heq diqin nabînin û wiha lê zêde kir: “Hunermendên weke Yilmaz Guney, Ahmet Kaya û Nazim Hîkmet ên jiyaneke rast esas digirt û ji civakê re dibûn ronahî an sirgûnî Ewropayê bûn an ketin girtîgehê an jî bi gefa kuştinê digerin. Ev rewş mixabin hêj didome.”
‘HUNER BI GEL RE KIR YEK’
Çetîn, diyar kir ku Guney bi cih dayîna bûyerên civakî yên di fîlmên xwe de bandoreke zêde li ser gel dikir û wiha pê de çû: “Hêj jî li gelek bajarên Anatoliyayê, li gund û bajarokên wê, di dikanekê de, li tesis, kafe, çayxaneyekê, malên kevin ên karkeran pêkane ku mirov posterekî Yilmaz Guney bibîne. Heke Guney di hunera xwe de cih nedabûya gel, me niha ev qas qala wî nedikir. Yilmaz hunermendek bû ku pirsgirêkên vî welatî pir baş dizanî û huner bi daxwazên gel re dikir yek û gelek baş sentez dikir. Ji ber vê yekê herkesê jê hez dikir.”
‘HELWESTEKE CIVAKÎ NÎNE’
Çetîn, anî ziman ku berê ji kedê re rêz dihate girtin û sînemayê kesê dixebitî arasteyî cihê rast dikir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi pirsgirêkên vî welatî re eleqedar dibûn, ji ber vê yekê me hewl dida. Me xwe ji bo sînemayê feda dikir. Niha fîlmên ne diyar in çine tên kişandin û li hemberî vê yekê pereyên gelek mezin tên wergirtin. Ji bo ku têkiliyên xwe yên bi pergalê re xera nekin bêdeng dimînin. Di vê wateyê de helwesteke wan a civakî nîne. Lê belê huner rastiyeke jiyanê ye, têgihiştineke ku bi estetîkkirina wê jiyanê bi gel re tîna bahev. Kes nikare pişta xwe bide bûyeran û bêje em hunerê dikin. Heke li vî welatî pirsgirêkek hebe divê ew pirsgirêk bi zimanekî hunerî bikin rojev. Îro bi fikra dikarim çawa hunerê veguherînim rantê kar tên kirin. Tu eleqeya tiştên tên kirin bi hunerê re nîne.”
MA / Esra Solîn Dal