AMED - Hevalên hunermendê kurd Beytocan ku 4 roj beriya niha çû ser dilovaniya xwe, destnîşan kirin ku Beytocan hunermendekî afirîner bû û di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye.
Hunermendê kurd Beytocan (Beytûllah Gunerî) di 12’ê îlonê 67 saliya xwe de li paytextê Swêdê Stockholmê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Beytocan ku bi hunera xwe di dilê hemû kurdan de cihekî taybet çêkir, bi merasîmekê û li ser xwesteka wî li Stockholmê hat veşartin. Di merasîmê de malbata wî, gelek hunermendên kurd ên navdar û hezkiriyên wî cih girtin.
ALBÛMA WÎ YA YEKEMÎN TÊ QEDEXE KIRIN
Beytocan, 1’ê cotmeha 1955’an li navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bû. Di darbeya leşkerî ya 1980’yan de tê girtin û 15 sal cezayê hefsê lê tê birîn. 1987’an de ji girtîgehê derdikeve û li Stenbolê bi cih dibe. Beytocan, albûma xwe ya yekemîn bi navê “Bîst û Yekê Adarê” ku di nav de strana wî ya navdar “Yan Mirin Yan Diyarbekir” jî heye, di sala 1990’an de çêdike û ev albûm ji hêla dewletê ve tê qedexe kirin. Dû re di sala 1991’an de ji ber sedemên siyasî koçî Swêdê dike û li wir bicih dibe. Herî dawî di sala 2014’an de piştî 23 salan ji bo mîhrîcanekê tê Amedê û konser dide. Beytocan, bi navê "Bîst û Yekê Adarê", “Axîna te Nalîna min”, “Te nadin min” û “Etûna Dilê Min” bi giştî çar albûm çêkirine.
‘DILÊ HEMÛ KURDAN DE CIH GIRTIYE’
Hevalên wî yên hunermend Celal Ekîn ku niha Hevserokatiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dike û Seyîtxan Roj behsa hunermendê kurd Beytocan kirin.
Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn destnîşan kir ku wî Beytocan di salên 90’î de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) nas kiriye û piştî naskirina wan Beytocan koçî derweyî welat kiriye. Ekîn, anî ziman ku wî beriya albûmê dengê Beytocan guhdar nekiribû û piştî guhdar kirinê di dilê wî de cihekî taybet girtiye. Ekîn, da zanîn ku ne tenê di dilê wî de, di dilê hemû kurdan de cih girtiye û sedem jî hest û afirîneriya wî bû. Ekîn, bi domdarî wiha got: “Ji salên 90’an ve ez wî nas dikim. Min hemû berhemên wî guhdar kirine û weke her kurdekî muzîkhez bandorek gelek mezin li me kir. Çend sal berê hatibû mihrîcana Amedê û me li vir jî hev dît û sohbet kir. Gava nexweşiya wî derketiye holê jî em bi hevalên ku bi wî re mijûl dibûn di nava têkiliyan de bûn û me rewşa wî dişopand. Qasî 5-6 meh berê dîmenek ji min re şandibû. Min guhdar kir, tirs kete dilê min. Min got qey tiştek lê hatiye. Ez hevalekî li bawî dimîne geriyam û got ‘tiştek nîne, pir bêriya welat kiriye lewma şand.’ Herî dawî gava me bihîst ku jiyana xwe ji dest daye û ez dîsa li wî hevalî geriyam, ji min re got vê carê rast e. Ez pir xemgîn bûm.”
‘HESTÊN WÎ XURT Û AFIRÎNER BÛN’
Ekîn, da zanîn ku Beytocan mirovekî afirîner, mirovekî ku hestên wî xurt bûn. Ekîn, diyar kir ku di her malên Kurdistanê de cihê wî heye û wiha pê de çû: “Taybetmendiya hunera wî, yekem xurtbûna hestên wî û afirîneriya wî ye. Ya din jî ew e kû Beytocan di albûmeke xwe de tenê bi tembûr û dengê xwe stran gotine. Ew albûm ket dilê bi milyonan. Beytocan, hem hestên xwe hem jî hunera xwe radixîne ber çavan. Gelek kes hene bi orkestrayên mezin, bi amûrjenên herî çeleng albûman çêdikin, lê gelek zû tên ji bîr kirin. Ferqa Beytocan ew bû ku gava stran digot, peyvên di nava stranê de derbas dibin dijiya. Beytocan, hinekî asî bû, li hemberî hinek tiştan derdiket. Dibe ku di jiyana wî de hinek kes ji hinek tiştan aciz bibûn. Lê hunermend divê hinek asî jî bin û stûyê xwe ji her kesî re xwar nekin.”
QEDERA HUNERMENDÊN KURD
Ekîn, bal kişand ser faşîzma li dijî hunermendên kurd tê kirin û bi bîr xist ku ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve zext û zordariya li ser çand, ziman û jiyana kurdan zêde bû. Ekîn, bi lêv kir ku mesele ne tenê axaftina kurdî, mesele avakirina jiyaneke bi kurdî ye. Ekîn, got ku gava kesek wesiyeta xwe kir û xwest li welatê xwe bê veşartin, divê ev daxwaz bê qebûlkirin. Ekîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez vê yekê ji bo hemû hunermendên kurdan dibêjim. Gelek hunermendên kurdan bi hesreta welatê xwe, axa xwe, mirovên xwe jiyana xwe ji dest didin û dixwazin di dawiya jiyana xwe de li welatê xwe bin, lê mixabin ev yek jî nayê qebûl kirin. Navê vê yekê faşîzm e. Divê wesiyet û xwestekên hunermendan bê bicihanîn.”
NAVÊ BEYTOCAN JI KU HATIYE?
Hevalê Beytocan, hunermend Seyîtxan Roj jî behsa wî kir û destnîşan kir ku ew 40 sal in hevaltiya hev dikin. Roj, bi bîr xist ku ew li Amedê jî, li Stenbolê jî bi hev re mane û wiha got: “Beytocan li Stenbolê bi Selamî Şahîn wan re li Ûnkapaniyê rûdinin û dor bi dor stranan dibêjin. Kesên ne hunermend jî stran gotin. Gava Beytocan dibêje, Selamî Şahîn milê wî digire û dibêje ‘Divê em ji te re albûmekê derxin.’ Û navê wî yê Beytocan jî ew lê dike. Carekê jî nemir Şiyar Farqînî ku gava Beytocan strana ‘Agir Ketiye Dilê Min’ dibêje û xwe pir dilerizîne, ji Beytocan re dibêje ‘Agir ketiye her derê te, tu pir dilerizî.’ Em wê rojê pir keniya bûn.”
‘LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ NAVDAR E’
Roj, diyar kir ku Beytocan ne tenê li Bakûr, li çar aliyên Kurdistanê navdar e û hunermendekî hêja ye. Roj, da zanîn ku 4 roj beriya koça wî ya dawî ew axivîne û ser û çavên Beytocan zêde werimîbûne. Roj, da zanîn ku demekî dirêj bi xortimê xwarin û vexwarin didanê û ev tişt anî ziman: “Emeliyatek derbas kir, hinek hat ser hişê xwe. Em bi kesên li ba wî dimînin re hertim di têkiliyê de bûn. Me der heqê tendûristiya wî de agahî digirtin. Gava diaxivî mirov tiştek jê fêm nedikir. Herî dawî jî me bihîst ku çûye ser dilovaniya xwe. Em zêde xemgîn bûn. Min birayê xwe winda kir.”
VEŞARTINA LI STOCKHOLMÊ XWESTEKA WÎ BÛ
Roj, behsa wesiyeta Beytocan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi birayê Beytocan re axivîm û min got ku Beytocan hunermendê gel e. Dibe ku hinek kes rexne bikin, bibêjin ku ‘We çima li Amedê, ser axa wî neveşart?’ Got, ‘Me dîmeneke wî kişandiye û wî wesiyeta xwe kiriye ku wî li Stockholmê veşêrin.’ Em bang li malbat û hezkiriyên hunermendan dikin ku heke hunermend li derveyî welat jiyana xwe ji dest didin wan bînin welatê wan. Welatê wan dayika wan e. Bila werin di hemêza dayika xwe de birazên.”
MA / Bazîd Evren - Rewşan Saglam