AMED - 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja sêyemîn de berdewam dike. Îro li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan.
8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi nîşandana belgefîlman û gotûbêjên bi derhênerên belgefîlman re berdewam kir. Îro di saetên 13.00 û 15.00’yan de li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan. Li Şanoya Bajêr a Amedê di saet 13.00’an de kurte belgefîlmên bi navê “Piştî Baxçeyê Zeytûnan, Cîhana Li Ser Serê Min, Ma Qey Ew Jî Ne Bû Gol!” û di saet 15.00’an de jî belgefîlma bi navê “Hevokên Nîvco” hatin nîşandan. Her wiha di heman demê de li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî saet di 13.00’an de belgefîlma “Wergerandina Ulyssesê” û di saet 15.00’an de belgefîlma “Nanî Pîroz” hatin nîşandan. Belgefîlm rastî eleqeyeke mezin hatin. Piştî nîşandana belgefîlman bi tevlibûna derhêneran gotûbêj hat lidarxistin. Di gotûbêjan de temaşevanan pirs û pêşniyariyên xwe kirin û derhêneran jî bersivandin. Her wiha piştî gotûbêjê jî plaket dan derhênerên ku belgefîlmên wan hatine nîşandan.
Di gotûbêjê de Azîze Ay a ku lîstikvana belgefîlma bi navê “Ma Qey Ew Jî Ne Bû Gol!” jî hebû. Ay, destnîşan kir ku ew weke jinekê gelek xebitiye û bûye fûtbolvan. Ay, da zanîn ku ew niha jî antrenoriyê dike û got ku jin bihêzin û dikarin her tiştî bikin.
PIŞT BAXÇEYÊ ZEYTÛNAN
Fîlmê bi navê “Pişt Baxçeyê Zeytûnan” ku ji hêla derhêner Mervan Serhat Sarişin ve hatiye çêkirin, bi zimanê tikrî hatiye amadekirin û 19 deqeyan dirêj e. Belgefîlm behsa tekoşîna ji bo astengkirina veguherîna Daristanên Akbelenê yên qada kanan dike. Fîlm, li ser gundiyên ku di konan de nobedariyê dikin tê vegotin.
CÎHANA LI SER SERÊ MIN
Fîlmê "Cîhana Li Ser Serê Min" ji hêla derhêner Yalçin Çîftçî ve hatiye çêkirin û dema fîlmê jî 11 deqîqe ye. Fîlm par hatiye çêkirin û derhênerê fîlm Çîftçî wiha dibêje: “Min hewl da ku ez bi kofiyên ku nexşên rengîn ên Anatolyayê neqişandine portreyên hêzdar en jinên Anatolyayê nîşanî we bidim.” Di filmê bi navê "Cîhana Li Ser Serê Min" de, dê temaşevan, sedema ku di jiyana nujen a 2022'yan de ya ku çand bi lezgînî tune dibin û cil û bergên gelêrî her ku diçin kêm dibin de, jin çima dev ji kofiyên xwe bernadin û têkiliyeke çawa di nava wan û kofiyên wan de heye, bibînin. Temaşevan de bibin şahidên wê yekê ku kofiyên li serê jinan çawa teşe didin rewşa wan a aborî û zewacî, pîşeyên wan, baweriyên wan, nasnameyên etnîkî yên wan.
MA QEY EV JÎ NE BÛ GOL
“Ma Qey Ew Jî Ne Bû Gol” di sala 2020’an de bi derhêneriya Feyzî Baran hatiye derxistin. Zimanê belgefîlmê bi tirkî ye û 18 deqîqeyan dirêj e. Piştî ku bavê Azîze di zarokatiya wê de jiyana xwe ji dest dide, malbata wê koçi gundê apê wê dike. Li dibistana seretayî ya ku ji bo nêrîna xwîşk û birayên xwe diçê, lîstina bi goga lingan a ku dê jiyana wê biguherîne, hîn dibe. Di tevahiya jiyana xwe de bala wê li ser lîstina bi goga lingan e û ji ber vê yekê jî nazewice. Hindik dimîne ku hêviya xwe wenda bike, di 48 saliya xwe de dibe lîstikvaneke goga lingan a xwedî destûrname. Lê ji bo lîstikvaneke goga lingan a jina têkoşîn dê qet bi dawî nebe.
WERGERANDINA ULYSSESÊ
“Wergerandina Ulyssesê”, bi derhêneriya Aylîn Kûryel û Firat Yucel derketiye, bi zimanê kurdî, tirkî, îngilîzî û felemenkî ye û fîlm 70 deqeyan dirêj e. Di vegotina belgefîlm de wiha tê nivîsandin: “Kawa Nemir wek ferhenga kurdî ya zindî ye. Dema ku peyveke yan jî biwêjeke nû dibihîze, demildest tomar dike û bi tu awayî ji bir nake. Kawa Nemirê ku vê bîra nemir ev bi salan e dinivise û gelek berhemen klasik en wêjeya cîhanê wergerandiye kurdî, niha li ber devê deriyekî nû ye. Wergerandina yek ji romanên xwendina wan herî dijwar ên cîhanê, Ulyssesa James Joyce ya ji bo kurdi. Kawa ku bi salan li ser şifreyên vê romanê serê xwe êşandiye, ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê, koçi Amsterdamê dike û bi bûrseke wêjeyî ji bo nivîsandina rojniviske Anne Franké di malekê de bi cih dibe. Wek Joyceyê mişextî, Kawa jî êdî dûrî welatê xwe yê ku bi zimanê wî yê dayikê lê tê axivîn e. Gelo de Ulyssesa bi Kurdî dê kengî bê çapkirin?”
NANÊ PÎROZ
Fîlmê bi navê “Nanê Pîroz” ji hêla derhêner Rahîm Zabîhî ve hatiye çêkirin. Zimanê belgefîlm kurdî ye û 54 deqîqeyan dirêj e. “Nanê Pîroz”, karê zor xeternak ê karker û kolberên kurd ên ku bi derbaskirina eşyayan a ji sînorê Îranê hewl didin debara malbata xwe bikin, belge dike. Bi peyatî, barên xwe di şiverêyên li serê çiyayan ên bi kevir, asê, an ji ber berfê şematoki yan jî pir germ de, hildigirin. Di rê de, gelek ji wan birîndar dibin, ji ber bayê perîşan dibin an jî ji aliyê leşkerên li ser sînor ve tên gulebarankirin. Dîmenên gelekî xast ên rêwîtiya mêran û çîrokên wan ên xemgin di nava hev de ne. Tu kes naxwaze bibe kolber. Di encama rewşa ku nikarin karekî din bikin de, ji neçarî dibin kolber. Dema ku di rê de behsa serpêhatiyên xwe dikin, hinek ji wan nikarin rê li hêsirên çavên xwe bigirin. Wêneyên birîndaran û goren hezkiriyên wan giraniyeke zêdetir li gotinên wan bar dikin. Tima ku di film de xebitiye neh salan ev karker şopandine da ku bandora vî karî ya li ser mirovên ku wek hêstiran dijîn belge bikin. Nanê Pîroz jiyana komên ku bi pirani mer in û ber xizanî, birçîtî û behêvîtî ve li ser sînorên jiyane û ji civakeke ji rêzê dûr dijîn, vedibeje.
HEVOKÊN NÎVCO
Belgefîlma “Hevokên Nîvco” bi derhêneriya Adar Bozbay hatiye çêkirin û zimanê wê tirkî ye. Belgefîlm 58 deqîqeyan dirêj e û di sala 2022’yan de hatiye derxistin. Nivîskar û çalakvana bi nav û deng Asli Erdogan piştî ku ji Tirkiyeyê diçe Almanyayê bêdeng dibe. Hevokên Nivco, ligel Asli Erdogana ku li Almanyayê mişextî ye, li wêjeya wê û rêwîtiya ku ew gihandiye roja îroyîn dinihêre. Ji bo ku xelata Erich Maria Remarque wergire diçe Almanyayê, lê venagere. Bi vî awayî jiyana wê mişextîtiyê ya li Frankfurtê ya ku dişibîne girtîgeheke servekirî dest pê dike. Ev rewş pişti demekê dike ku Asli nexweş bibe û êdî nikaribe binivîse.
Her wiha bernameya saet 17.00'an û 19.00'an jî wiha ye:
Şanoya Bajêr a Amedê – 17.00 – Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl (di dawiyê de gotûbêj heye)
Şanoya Bajêr a Amedê – 19.00 – Hêza
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – 17.00 - Koçer (di dawiyê de gotûbêj heye)
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – 19.00 - Tamî Aw
Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê – 19.00 - Harmoniya Ji Bo Piştî Şer, Heft Senfoniyên Zagros (di dawiyê de gotûbêj heye)
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê – 19.00 – Mehla Qorê, Harmoniya Ji Bo Piştî Şer