AMED - Derhênera kurd Hêlîn Çelîk bal kişand ser têkiliya jinan û sînemayê û got: “Me têgeha 'jin' di civakê de fetisandî ye, heke jin xwe eşkere bikin û baş bînin ziman, li şûna mexdûriyetê dê xwedî hêz bin.”
Weke her qadê, jin di qada sînemayê de jî kem tên temsîlkirin û hejmara derhênerên jin gelek kêm in. Wekî her qadan di qada sînemayê de jî desthilatdariya mêr heye û pergala kapîtalîst her roj pirtir derfetan ji wan re diafirîne. Derhênara kurd Hêlîn Çelîk ku ev ji 8 salan zêdetire derhêneriyê dike û heta niha 2 belgefîlmên bi navê “What the Wind Took Away (Tiştê Ku Ba Birî)” û “Anqa (Sîmir)” çêkiriye. Çelîk niha li paytexta Avûstûryayê Viyanê dijî û karê xwe yê esil terapîstiya hûnerê jî berdewam dike. Her wiha Çelîk niha li ser belgefîlma xwe ya sêyemîn dixebite.
Çelîk li ser têkiliya jinan û sînemayê û derhêneriya jinan ji ajansa me re axivî.
Çelîk diyar kir ku ji ber zextên civakê yekemîn têkoşîna wê destpêkirina karê vegotina çîrokan bû. Çelîk anî ziman ku wê ji xwe bawer nedikir û her tim xwe kêm didît. Çelîk da zanîn piştre hîn bûye ku ji bo vegotina çîrokekê divê ew xwedî materyalan be û wiha got: “Ji ber ku em weke jin di civakeke mêrsalar de mezin dibin, her tim hewl didin xwe bigihînin asta ‘ka mêrek dikare çi bike?’. Ji bo min pirsgirêka herî mezin tunebûna materyalan bû û ka ez ê çawa bibim derhêner bû. Ji ber ku ez jin im, ez jineke kurd im û malbata min a ku di têkoşîna siyasî de çalak bûye hebû, min dît û fam kir ku bi rastî gelek materyalên cuda hene. Ji ber vê yekê min fêm kir ku materyalên min jixwe jinbûn, hebûna jinek kurd e û jixwe ew jî ji bo vegotina çîrokekê bes e.”
‘TÊGEHA JINÊ DI CIVAKÊ DE HATIYE FETISANDIN’
Çelîk da zanîn ku paşê hewce bû ku divê ew ji bo zimanê xwe formeka sînemayî peyda bike û bala wê di heşt salên dawî de li ser çarçovekirin û jinûve pejirandina wateya jinbûnê bû, lewma wê giranî daye ser temsîlkirina jinan û çîrokên jinan. Çelîk diyar kir ku ew zêdetir li ser beşa têgehên “jinê” rawestiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku li gor fikra min me têgeha 'jin' di civakê de fetisandî ye. Ji ber vê yekê, bi taybetî di van deh salên dawî de, min giranî da ser hizrên guhertina nûnertiya jinan a di civakê de. Bi dîtina min pirsgirêka herî mezin a ku me her tim dîtiye ew e ku jin her tim weke mexdûr tên nîşandan. Di destpêkê de min zehmetî kişand ku ji vê çarçoveya heyî xilas bibim û bi perspektîfeke cuda nêzî têgeha jinbûnê bibim. Ji ber vê yekê min formên alternatîf ên çîrokbêjiyê peyda kir da ku wê di hişê xwe de asteng bikim. Lê di heman demê de min qadek çêkir da ku jina ku ez pê re dixebitim bi awayekî din bi xwe re rû bi rû bimîne, ango xwe bibîne. Ji ber ku mixabin weke min di serî de jî got, me jinan portreya jinê di nava vê civakê de veşartiye. Ji ber vê yekê min hewl da ku cihek din biafirînim ku tê de bikaribim bi lehenga xwe re rû bi rû bibim. Tişta ku min bala xwe dayê ev e ku jin ji bo ku bi xwe re rû bi rû bimîne divê di vegotina xwe de israrek mezin nîşan bide. Jin heke xwe eşkere bikin û îfade bikin, li şûna mexdûriyetê dê xwedî hêz bin.”
‘JIN JI ALIYÊ CIVAKÊ VE HATINE MEHKÛMKIRIN’
Çelîk behsa belgefîlma xwe ya bi navê “Anqa (Sîmir)” kir û da zanîn ku dema wê dest bi çîroka vê belgefîlmê kir, tişta herî zêde bala wê kişandî jina ku lehenga çîroka wê ye û li Urdunê rastî wê hatiye bû. Çelîk destnîşan kir ku ew jin bi sûcên cîhanê yên herî hovane re rû bi rû maye û axaftina xwe berdewam kire: “Divê malbat, di cîhanê de ji bo jinê cihê herî ewle be. Lê jin di malbatê de bi sûcên gelek dijwar re rû bir û dimîne. Heke malbata ku cihê herî ewleye ji bo jinê, hilweşiya be, jinek dê çawa xwedî qadek ewle be? Ew tişt ji min re tiştekî pir bibandor bû. Ev bêmalî, ne bêmalî ya bi avayekî fîzîkî ye, bêmaliya bi avahîyekî bihest û mental e. Ev jin tenê bi sûcên hovane re rûbirû nemaye, di heman demê de jî ji aliyê civakê ve hatiye mehkûmkirin. Şanseke wan ku jiyaneke cuda bijîn tune ye. Ew her tim dîn û qurban bûn.
EV YEK MANÎFESTO BÛ
Di belgefîlm de 3 jin hene. Ew jî hînî vegotina mexdûriyetê bûne û vê yekê jî bandorek mezin li ser min kir. Ji bo ku ez qadeke nû biafirînim vê yekê jî motîvasyona min bilind kir. Min xwest bi awayekî cuda bi xwe re rûbirû bimînin ku bizanin ew ne qûrban in, ji mêrtiyê bi hêztir in. Ew lehengên wisa ne ku ji sûcên fîzîkî, derûnî, hestiyarî sax derketine. Lehengê belgefîlm jî di dawiyê de dibêje ku ‘Ez heme’. Cara yekemîn bû ku wê jinê ev wêrektî nîşan dida. Ez vê yekê weke manîfestoyekê dibînim.”
‘WÊREK BIN Û JI XWE BAWER BIKIN’
Çelîk bang li jinên ciwan ku dixwazin derhêneriyê bikin kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Ez dixwazim vê wêrektiya ku di ciwaniya min de kêm bû bidim hemû sînemagerên ciwan. Bila bizanin û ji xwe re bibêjin ku ‘Wêrekiya min bes e, materyalên min têra min hene ku çîroka xwe vebêjim. Ez ne qurban im. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ji min çêtir kes nikare bêje’. Yên ku nû dest pê dikin tenê hewce ye ku wêrek bin, ji xwe bawer bikin û rêwîtiya xwe bidin destpêkirin. Ji ber ku çîroka me jin e û ji vê erdnîgariyê tê. Tişta ku me jinan ji bo xwe kiriye armanc jixwe ji bo afirandina çîrokekê bes e.”
MA / Bazîd Evren