AMED - Berhevkar û nivîskar Hîlmî Akyol ku heta niha 134 pirtûk amade kirine, destnîşan kir ku ziman û çanda kurdî gelekî xurt e, lê kurd ketine pey çanda tirk û ewropiyan û çanda xwe ya evqas dewlemend berhev û tomar nakin.
Di cîhanê û Rojhilata Navîn de yek ji gel û qewmê herî kevnar û qedîm gelê kurd e. Bi salan e li ser axa xwe ya weke Kurdistan tê binavkirin dijîn û li ser vê erdnîgariyê çandeke geleke mezin afirandine. Her wiha di nava kurdan de wêjeya devkî pir pêşketiye û cureyên vegotinê yên resen derketine holê. Lê piştî pêşketina teknolojiyê hêdî hêdî çanda kurdan ya devkî ku ji çîrok, destan û dengbêjiyê hwd. pêk tê ber bi lawazbûyînê ve diçe. Li dijî vê talûkeya ji bîr kirinê û windabûyînê, hin dildar û dilxwazên çanda kurdî, li ser çand û zimanê kurdî berhevkariyê û tomarkirinê dikin. Yek ji van kesan Berhevkar û nivîskar Hîlmî Akyol e ku heta niha 134 pirtûk nivîsandine û ji van pirtûkan 124 pirtûk li ser berhevkirina zargotina kurdî ne.
Hîlmî Akyol têkildarî berhevkirina zargotina kurdî û xebatên xwe ji ajansa me re axivî.
Akyol, anî ziman ku wî hêj beriya lîseyê dest bi berhevkirina çîrok û kilaman kiriye. Akyol, destnîşan kir ku wî di sala 1992-93’yan de piştî avabûna Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) 3 lênûsk ji wan re şandiye û wiha got: “Di sala 2000’an de ew lênûskên ku min ji NÇM’ê re şandibûn ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve weke pirtûk hatin çapkirin. Her sê pirtûkên min jî çîrokên gelêrî bûn. Piştî vê yekê jî min berhevkarî domand û me çi berhev kiribe weke pirtûk çapkir û dan weşandin.”
‘ÇÎROKBÊJ DITIRSIYAN KU ÇÎROKAN BIBÊJIN’
Akyol, destnîşan kir ku wî 3 cîlt Antolojiya Dengbêjan jî amade kiriye û got ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo berhevkirina van berheman gazî wî kiriye. Akyol ê diyar kir ku ji bo cîlda yekemîn Yekitiya Ewropayê (YE) alîkariya wan kiriye, da zanîn ku ji bo her du cîldên din jî şaredariyê alîkariya wan kiriye û wan bi dîmen kilamên dengbêjan tomar kirine. Akyol, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min weke rêzepirtûk bi navê 'Dengbêj û Çîrokbejên Amedê' 27 pirtûk derxistin. Lê me gelek zehmetî kişandin. Di salên 1980’yan de çîrokbêj ditirsiyan çîrokan bibêjin. Gava em diçûn ba wan, me nedigot em ê binivîsin, me digot kêfa me jê re tê em dixwazin guhdarî bikin. Piranî jî nasên me bûn. Li 6 navçeyên Amedê me gelek berhem kom kirin. Bi taybetî jî li 2 gundên Hezroyê û gundekî Bismilê. Li her gundekî pirtûkeke ji 700-800 rûpelan pêk tê dikare derkeve.”
BI DERFETÊN XWE BERHEVKARÎ KIRIYE
Akyol, anî ziman ku dema diçû dibistana navîn bi pereyê ji bo dibistanê digirt qased dikirî. Akyol, diyar kir ku bi rêya nas û dostan wan berhevkarî dikir û ew diçûn gundên nasên xwe, bi têkiliya wan xwe digihandin çîrokbêjan. Akyol, da zanîn ku wan salan li gundên Amedê ceryan nebû û wan bi teybên pîlan deng tomar dikirin û ev tişt gotin: “Gelek dengên wî çaxî me tomar kirî xişînî ji ber dihat, kalîteya dengan nebaş in. Ji sala 98’an û vir ve êdî bi kompîteran me dest bi tomarkirinê kir. Yên ku min anîn û kirin mêvanên xwe dengê wan bi kompîteran an jî hinek teybên baş derketin me wisa tomar kirin. Wekî min gotî min ev tişt tev bi pereyê ji bo dibistanê digirt kirin. Di salên 2000’an de Enstîtuya Stenbolê 3 pirtûkên min weşandin. Şaredariyê, Enstîtuya Dihokê û ya Amedê jî 9 pirtûkên min weşandin. Ji bilî van saziyan tu sazî û komeleyan alîkariya min nekirin, min hemû bi derfetên xwe amade kirin.”
‘PIŞTÎ NÇM’Ê MIN DEST BI NIVÎSANDINÊ KIR’
Akyol, destnîşan kir ku pir nasên wî yên çîrok û destan digotin hebûn û wî jî pir ji van tiştan hez dikir. Akyol, diyar kir ku wê çaxê di hişê wî de nivîsandina van çîrok û destanan nebû û piştî salên 1990’î ku sazî û NÇM vebûn ji wan re behsa deşîfrekirina deng û nivîsandina pirtûkan hatiye kirin. Akyol, da zanîn ku piştî van saziyan wî dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye û wiha berdewam kir: “Heta niha 134 heb pirtûkên min hatine weşandin. Ji van pirtûkan 5 heb yên helbestan in. 124 heb pirtûkên berhevkirina zargotinan e û min tenê berhev kirine.”
‘HÎMÊ STRAN, ŞANO Û SÎNEMAYÊ BERHEVKARÎ YE’
Akyol, bal kişand ser xetimîna çanda kurdî û da zanîn ku li gor pispor û zanîstan ewropî ji kurdan hînî şaristaniyê bûne, faris ji kurdan hînî wêjeyê bûne. Akyol, anî ziman ku tirk niha bûne kilikê ewropiyan û kurd jî bûne kilikê tirkan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hezaran destan û çîrokên xwe dihêlin û pey tekstên şanoyê yên ewropiyan ketine. Helbestên ewropiyan werger dikin, em li pey fîlmên wan ketine. Divê em dest ji wan berdin. Ji ber ku zimanê kurdî zimanekî gelekî xurt e û li gor dewlemendiya ziman, çand jî xurt dibe. Em berhevkirina çanda xwe nakin, em bûne heyranên ewropiyan û em li pey çanda wan diçin. Heke gelek sazî, komele û rewşenbîrên me van 30-40 salên dawî berhevkarî bikirana, dê bi hezaran pirtûk derketibana holê. Saziyên me tenê şano û muzîk çêkirine, wekî din tiştek nekirine û berhevkariyê bala wan nekişandiye. Nizanin ku hîmê stranê, şanoyê, sînemayê berhevkarî ye.”
MA / Bazîd Evren