Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e

img
AMED - Nivîskar Mem Bawer ku tenê bi wêjeya zarokan re eleqedar dibe, bal kişand ser girîngiya wêjeya zarokan û destnîşan kir ku wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e û got: “Divê weke pirtûkekê li wêjeya zarokan neyê mêzekirin.”
 
Wêjekar Mem Bawer ku ji sala 1999’an vir ve bi wêjeya kurdî re mijûl e û sê dîwanên wî yên helbestan hatine weşandin, zêdetirî 8 sal in bi wêjeya zarokan re mijûl e. Bawer, bi navê “Morî” weşanxaneyek ava kiriye. Heta niha di bin banê weşanxaneyê de nêzî 100 pirtûkên zarokan weşandıye. Mem Bawer, der heqê wêjeya zarokan de ji ajansa me re axivî û behsa girîngiya wêjeya zarokan kir. 
 
‘DIVÊ EM LI ÇAVÊ PIRTÛKEKÊ LI WÊJEYA ZAROKAN NENÊRIN’
 
Bawer di destpêkê de da zanîn ku wêjeya zarokan tiştekî berfireh e û mirov nikare bi tiştekî sînordar bike. Bawer anî ziman ku divê tenê bi çavê pirtûkan li van berhemên ji bo zarokan hatine amadekirin neyê mêzekirin û wiha got: “Her welatekî bingeheke xwe ya folklorîk heye. Çend çîrokên me yên gelêrî yên weke ‘Gîsko’, ‘Pîrê û Rovî’, ‘Şengê û Pengê’ hwd. Ruhê çanda kurdî ya kurdewar dide zarokan. Berê nivîs nebû, ji ber vê yekê jî wêjeya kurdî bi saya çîrokbêj, dengbêj, destan, stran hwd. pêşve çûye. Em spasdarên wan in ku bi sedsalan ev yek neqlî hev du kirine û ev kelepora çanda kurdî heta îro anîne. Gava zarok pirtûkeke ku ji bo biçûkan hatiye amadekirin dixwîne, rexnegiriyê hîn dibe, senteksta ziman hîn dibe û hişmendiyeke wî ya kurdewar çêdibe. Zarok ji pirtûkan fikirînê hîn dibe, ramangeriyê hîn dibe û cîhanê nas dike. Divê em bi çavê pirtûkekê li wêjeya zarokan nenêrin.”
 
‘SÎNORÊ WÊJEYA ZAROKAN CUDA YE’
 
Bawer diyar kir ku cîhana zarokan ji ya mezinan hinekî cudatir e û ew bi çavê rûpelekî spî li zarokan mêze nake. Bawer bi lêv kir ku di dawiya pirtûkên zarokan ên ku berê dihatin çapkirin de peyamên weke ‘Zarokno divê tu bi vî awayî bifikirî’ hebû û got ku bi wî awayî zarok dixistin qalibekî. Bawer destnîşan kir ku ew vê yekê şaş dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku sînorê wêjeya zarokan a cuda heye. Cudatiya wê çi ye? Yek ji cudatiya wêjeya zarokan û mezinan bikaranîna wêneyan e. Di ya zarokan de wêne hene. Bi rêya wêneyan jî hişmendiyeke hunerî di zarokan de çêdibe. Her wiha ji aliyê weşangeriyê de jî cudahiya wêjeya zarokan heye. Wêjeya mezinan dikarî di şevekê de jî redaksiyona wê bikî. Lê wêjeya zarokan ne wisa ye. Hinek caran bi mehan em li ser pirtûkekê dixebitin. Hin pirtûk hene dibe ku salekê jî em li ser xebitîbin.”
 
‘CÎHANÊ DIRENG HAY JÊ BÛ’
 
Bawer da zanîn ku gelek dereng haya cîhanê ji wêjeya zarokan çêbûye û diyar kir ku gava haya wan jê çêbû, bi taybetî jî Ewropa bi lez û bez ketiye nava pêşxistina wêjeya zarokan. Bawer anî ziman ku wî jî di wêjeya kurdan de ev kêmasiye dîtiye û ev çend sal in tenê li ser wêjeya zarokan dixebite. Bawer bi domdarî ev tişt gotin: “Wêjeya zarokan dikare hişmendiyeke wisa çêbike ku zarok ji zimanê hez bike, senteksa zimanê xwe hîn bibe. Her wiha ji çanda xwe ya kurdî jî hez dikin. Me di pirtûka ‘Pîrê û Rovî’ de cilên kurdî yên gelêrî li ‘Pîrê’ kirine. Gelek têgeh, peyv û alavên hatine ji bîr kirin jî di nava van pirtûkan de cih digire. Ev yek dê bibe sedem ku zarok meraq bikin û bipirsin. Ji xwe armanca me ew e ku hişmendiyeke felsefîk di zarokan de çêbibe. Em dixwazin pirsan jî bikin û li pey pirsa xwe bikevin. Em dixwazin rexnegiriya zarokan pêş bikeve, hezkirina çandê di wan de ava bibe.”
 
‘BIŞAVTIN Û QEDEXE LI SER KURDÎ BÛ’
 
Bawer bal kişand ser perwerdehiya di medreseyan de dihat dayîn û got ku berê perwerde di medreseyan de bû û zarok jî li wir perwerde dibûn. Bawer da zanîn ku li wir zimanê xwe, çanda xwe hîn dibûn û li wêderê fêrî jiyanê dibûn. Bawer, diyar kir ku niha mixabin hişmendiya avakirina pirtûkxaneyekê ya li mala xwe nemaye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji ber ku bişavtin û qedexeyek hebû li ser zimanê me, vê yekê tirsek ji aliyê pirtûkan ve derxist holê. Lewma ew çand di me de direng çêbû. Hinek qedexeya li ser ziman kêm bû, di van 20 salên dawiyê de nivîsandina pirtûkên kurdî gelek zêde bû. Qada wêjeya zarokan jî vala bû û hinek me hinek jî weşanxaneyên din tije kirin. Lê dîsa jî talep kirina pirtûkan ji sedî 20 jî nîne. Pirtûkek ku 3 hezar hatibe çapkirin, piştî 5 salan xelas dibe. Em hinek pirtûkan hezar heban çap dikin. Li Tirkiyeyê gava pirtûkek çap dibe, bi sed hezaran derdikeve. Ji ber ku dibistan, perwerde heye. Heke li bi zimanekî perwerde nebe, bazara vî karî jî nabe. Tenê dilxwazî çêdibe, ew jî heta derekî ye. Malbatên ku bi taybetî bixwazin li mala xwe zarokên xwe perwerde bikin, ziman û çanda xwe hîn bikin, pirtûkên zarokan dikirin. Tenê ew bi taybetî dixwazin û dişopînin.”
 
LI EWROPA KURDÎ SERBEST E
 
Bawer behsa perwerdehiya kurdî ya li dîasporayê tê dayîn jî kir û anî ziman ku li hin welatên Ewropayê perwerdehiya kurdî heye û bi awayekî azad tê kirin. Bawer diyar kir ku heta dewletên wir jî piştevaniya wan dikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji wan deran jî daxwaza pirtûkên zarokan hene. Taybetî ji Almanya, Swêd, Swîsre, hwd. Wisa yek an jî diduyan naxwazin, ji ber ku poleke 20, 50 carna jî 100 heban bi hev re dixwazin.”
 
BANGEK JI BO MALBATÊN KURD
 
Bawer bang li malbatên kurdan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Malbat bila nebêjin ku em zarokan fêrî 2-3 zimanan bikin wê hişê wan tevlihev bibe. Zarokek heta 7 saliya xwe dikare 8 heb, 10 heb zimanan hîn bibe. Her wiha ez dixwazim li ser zaraveya zazakî jî hişmendiyek çêbibe. Hîn jî hejmara pirtûkên zarokan yên zaraveya zazakî kêm in. Daxwaza min pirbûyîna pirtûkên zarokan ên zazakîne jî. Em dixwazin malbat jî bi zarokên xwe re zimanê xwe bipeyîvin. Ji ber ku peyvên zarok heta 3 saliya xwe hîn dibin di siberoja wan de jî tesîr dike. Piştî demekê hucreyên fêrbûna zimanan ya di mêjiyê mirovan de dimirin û piştî 40 salan tu nikarî bibêjî bi awayekî hêsan ez ê hînî zimanekî bibim. Lewma çiqas temen biçûk be, taybetî jî heta 7 saliyê, ziman û çanda xwe hîn bibin wê gelekî baş be.”
 
MA / Bazîd Evren