ŞIRNEX - Rêvebera KASED’ê Saliha Ayata di panela “Qirkirina çandî” ya li Cizîrê de bal kişand ser rola jinê ya di ziman û çandê de û Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî wiha got: “Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji destê wan hatî kirin. Divê em li dijî vê derkevin.”
Bi pêşengtiya Organîzasyona Sanatça û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîr a Şirnexê tê lidarxistin. Di çarçoveya mîhrîcanê de li Komeleya Birca Belek panela “Qirkirina çandî” hate lidarxistin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Şirnexê Newroz Uysal, Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), endamên Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê û gelek kes tev li panelê bûn.
Panel, bi moderatoriya hunermend Umut Botan hate lidarxistin. Rêvebera Komeleya Jinan a Çand, Huner û Wejeyê (KASED) Saliha Ayata û Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan weke axevêr tev li panelê bûn.
LI EWROPAYÊ SEDSALA 19’EMÎN
Di panelê de ji ewil Rêvebera KASED’ê Saliha Ayata axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a di sedsala 21’an de. Ayata, rola jinan a di têkoşîna çand, huner û ziman de bi bîr xist û got ku heta sedsala 19’an jî li Ewropayê qedexe bû ku jin bixwînin û binivîsinin. Ayata, wiha domand: “Hişmendiyeke wisa hebû ku jin di hundirê malê de hefs dikir. Heta qedexe bû ku jin biçin dibistana seretayî jî. Ev qedexeye heta sedsala 19’emîn berdewam kir. Hinek nav derketin pêş lê bi giştî astengî hebûn. Digotin jin ji hêla rewşenbîriyê ve bes nînin lewma destûra xwendin û nivîsandinê nedidan wan. Jinên hînî xwendin û nivîsandinê dibûn, bi bêexlaqiyê dihatin tawanbarkirin. Bêguman jin li dijî van têdikoşiyan. Jinan, di berhemên xwe yên ewil de mahlasa zilaman bi kar anî. Ji ber ku civakê tiştên jinan dinivîsandin nedixwend. Ji bo ku vê astengiyê derbas bikin, weke gava ewil jinan serî li vê rêbazê dan.”
PÊŞENGTIYA JINÊN KURD
Bi domdarî Ayata, destnîşan kir ku nêzikatiya li hemberî jinan a li Tirkiyeyê jî ji ya Ewropayê cudatir nebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji nivîskarên destpêkê yên jin a Tirkiyeyê jî Fatma Aliye Topuz e ku xwendin û nivîsandin bi awayekî veşarî hîn bû. Di demeke ku li Tirkiye û Ewropayê xwendin û nivîsandina jinan qedexe, li Rojhilata Navîn ji sedsala 10’emîn ve di nava kurdan de jin li ser xwendin û nivîsandinê disekinîn û berhemên xwe diafirandin. Jinên kurd, di navbera sedsalên 10’emîn û 18’emîn de pirtûk nivîsandin. Jinên kurd helbest dinivîsandin û wisa xwe didan naskirin. Derdekî wan ê xweveşartinê tune bû. Em dibêjin jinên kurd îro jî pêşengtiya jinên cîhanê dikin lê jinên kurd jixwe ji sedsala 10’emîn ve vê pêşengtiyê dikin. Piştî Peymana Lozanê, li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî jinan polîtîkayên pişaftinê ketin meriyetê û jin paşde ket. Bi taybet jî zextên li ser zimanê kurdî zêde bûn.”
‘YÊN KU ZIMANÊ DAYIKÊ DERBASÎ NIFŞAN DIKIN JIN IN’
Di berdewamê de Ayata got ku tevî her cureyên zextan jî jinên kurd di pêşxistina ziman de rolekî girîng lîst û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de dayikên me ji bo zimanê me derbasî nifşên nû bikin, bi rola herî girîng rabûn. Jinên kurd bi çîrokan ev ziman, çand û nirx gihandin roja me. Tevî hemû zextan jî di salên 90’î de xwe sazûman kilr. Di van sazîbûnan de jî jinan di eniya herî pêş de cih girt. Ji ber ku sazîbûn girîng e, me KASED ava kir. Çand û huner ji bo jinan gelek krîtîk û girîng e.”
POLÎTÎKAYA SED SALAN
Piştre jî Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan axivî û zextên li ser çand, ziman û vîna gelê kurd şermezar kir. Fîdan, destnîşan kir ku qada ziman qadeke pir berfireh e û ev tişt anî ziman: “Li seranserî cîhanê nêrîna li hemberî ziman, li ser peywendîdanînê ye. Lê ziman ji bo me ne tenê amûra ragihandinê ye. Hêmayê bingehîn ê hebûna me ye. Lewma em girîngiye mezin bi ziman didin. Dixwazin li bakurê Kurdistanê zimanê kurdan tune bikin. Ji vê jî hewldanên wan hene. Niha hewl didin naveroka ziman vala bikin û asîmîle bikin. Divê em bi rewşa xwe bizanin û tevdîrên xwe bigirin. Ji bo vê jî divê em xebatên xwe zêde bikin. Di nava 100 salan de ji bo asîmîlekirina zimanê kurdî her tiştê ji destê wan hatî kirin. Divê em jî li dijî vê derkevin.”
‘ÇARESERÎ STATÛYA KURDAN E’
Fîdan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev sed sal in talûkeyeke mezin li ser ziman û çanda kurdan heye. Hebûna xwe li ser tunebûna me ava kirine. Dixwazin hemû xebatên kurdan krîmînalîze û qedexe bikin. Dixwazin vî zimanî tune bikin. Dixwazin gelê kurd ji nasnameya xwe dûr bixin. Heta ku statûyek nebe, çareseriyeke mayînde nabe. Lewma piştî statûyê divê em perwerdeyeke standart bixin meriyetê. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê belav bikin. Nexwe em ê nekarin ji bo zimanê kurdî çareseriyeke mayînde peyda bikin.”
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.