Nivîskarên girtî vegotin: Nivîsandin, înada di têkoşînê de ye

img
ENQERE - Nivîskarên girtî bi boneya Roja Nivîskarên di Girtîgehê de ya Cîhanê axivîn û gotin ku nivîsandina li girtîgehê, înada di têkoşînê de û nequtbûna ji civakê ye. 
 
Yekitiya Nivîskaran a Navneteweyî (PEN) di 15’ê Mijdara 1981’an de biryarek da û 15’ê Mijdar weke Roja Nivîskarên di Girtîgehê de ya Cîhanê ragihand. Ji bo balê bikişînin ser nivîskarên di girtîgehan de rastî binpêkirin û miameleya xerab tên, di vê rojê de çalakî tên lidarxistin. 
 
Nivîskar Halîl Guneş ku yek ji girtiyên nexweş bû û li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin, di 15’ê kanûna 2021’an de jiyana xwe ji dest da. Niha jî ji Mûrat Turk heta Gultan Kişanak, Îlhan Samî Çomak,  Layla Atabay, Îbrahîm Tîkan, Ozan Alpkaya, Ramazan Çeper,  Zekî Bayhan û Abdurrahîm Akalp, gelek nivîskar di girtîgehê de ne. Bi boneya 15’ê Mijdarê me ji nivîskar Zekî Bayhan û Abdurrahîm Akalp re pirs şandin û wan jî bersiv dan. 
 
‘GIRTÎGEHÊ GELEK BERHEMÊN NIVÎSKÎ ASTENG KIR’ 
 
Nivîskar Zekî Bayhan ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîfa F a Kiriklarê tê ragirtin, diyar kir ku girtîgehê gelek berhemên nivîskî asteng kir û wiha got: “Zehmete ku mirov li girtîgehê binivîse. Ji bo pêşîlêgiretina berhemên fikrî û niv3ıskî rejîma girtîgehê gelek astengiyên nebînayî rêsandiye. Nameya ku ji we re dişînim jî piştî gelek kontrolan û mohra ‘Hatiye dîtin’ digihije ber destê we. Hûn pirsgirêka çavkaniyan dijîn û nikarin xwe bigihînin pirtûka hûn dixwazin. Navbera rejîma girtîgehê û pirtûkên muxalîf tu caran baş nebû û heta pirtûkên ji dost û hevalan tên jî bi awayekî bisînor didin.” 
 
‘PIRTÛKEKE JI GITÎGEHÊ DERKETÎ PIRTÛKEKE BEXWEDÊR E’
 
Bayhan, gelek zehmetî hene ku li girtîgehê pirtûkek li girtîgehê were nivîsandin û bigihije ber destê xwîneran. Bayhan, got ku pirtûkên ji girtîgehan derketin bexwedêr in û ev tişt anî ziman: “Wisa bifikirin ku hûn li dijî pirsgirêkan sebrê dikişînin û bi saya ked û piştevaniyê pirtûkekê dinivîsin. Derxistina wê ya derve pir zehmete. Ji ber ku bi hincetên vala vala tên astengkirin. Dest danin ser pirtûkê, digirin û rê li ber dadgehê vedike. Heke şensê we hebe hûn dê li şandeyeke biwijdan rast bên û dê bibêje; ‘di vê xebatê de we tiştek nekiriye’ û dê bê tehliyekirin. Dê tehliye bibe lê êşa wê xelas nabe. Îcar jî derdê dê kî wê derbasî komputerê bike, dê kî redekte bike, dê kî bişîne weşanxaneyê, dê kî bi xemsariya weşanxaneyê re mijûl bibe dest pê dike. Kêmek girtî hene ku temamiya van pirsgirêkan çareser bike. Pirtûka ku li girtîgehê hatiye nivîsandin û li derve gihiştiye ber destê xwîneran, pirtûkeke biînad û berxwedêr e.” 
 
‘NIVÎSANDIN, ÎNADA JI BO NEQUTBÛNÊ YE’
 
Bi domdarî Bayhan destnîşan kir ku nivîsandina li girtîgehê tê wateya berxwedanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesekê ku di mercên girtîgehê de nivîskariyê dike nîşan dide ku ji civak û têkoşînê qut nebûye. Rejîma girtîgehê hewl dide girtiyên siyasî ji civak û têkoşînê tecrîd bike, wan ji fikr û baweriyên wan qut bike û veguherîne meftayeke polîtîk. Nivîsandina di van mercan de, înada nequtbûna ji civak û têkoşînê ye, berxwedan e. Nivîsandin, ji bo girtiyekî şoreşger karekî entelektûel nîne. Tenê ji bo xwe bigihînin civakê, gotina xwe dikin. Hewldana mayîna di nava berxwedanê de ye, keddayîna wê ye. Wiha bifikirin; girtiyekî ku 10 sal heta 20 salan li girtîgehê di nava şert û mercên tecrîdê de hatiye ragirtin, ji kovareke rojane ya polîtîk re gotarê dinivîse. Bêguman asta entelektuelî ya gotara te girîng e. Lê tiştekî ji wê girîngtir heye. Heke girtiyekî 20 salan di tecrîdê de bikare li ser polîtîkaya rojane gotinekê bike, ev yek nîşan dide ku ji têkoşînê û civakê qut nebûye û li dijî rejîma girtîgehê li ber xwe dide. Heke girtiyekî ku demekî dirêj di girtîgehê de maye, tevî şert û mercên tê de dimîne jî pirtûkeke têkildarî têkoşîna polîtîk û îdeolojîk binivîse, heke perspektîfa têkoşînê bigihîne gel, ev yek ji hêla çanda berxwedanê ve sûdekî pir binirx e. Di nivîskariyê de çavê girtiyê şoreşger li serkeftîbûna entelektûeliyê nîne û divê nebe. Ew, ji bo bawerî û îdealên xwe dinivîsin. Nivîsên wan bi qasî xizmetê ji armancên wan re dikin binirx in û bi wate ne.” 
 
‘EM Ê ŞERÊ XWE YÊ AZADIYÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Nivîskar Bayhan, da zanîn ku ew ê ji têkoşîna li derve tê dayîn qut nebin û wiha got: “Nivîsandina li girtîgehê tê wateya berxwedan e, jiyanê. Gelo ma nikarin bi nivîskarên li girtîgehan re piştevaniyê pêş bixin? Gelo ma nikarin malpereke înternetê ya ku pirsgirêkên nivîskarên girtî parve dike û berhemên wan didin nasîn bê avakirin? Gelo ma nikarin her 2 yan jî 3 salan di nîva meha mijdarê de li bajarên weke Amed, Stenbol, Wan, Îzmîr û hwd. standên ji berhemên nivîskarên girtî deynin û rojên îmzeyan li dar bixin? Em ê her binivîsin. Em ê hewl bidin gotina xwe ya derheqê têkoşîn û pêşerojê bibêjin û dengê xwe bi civakê bidin bihîstin. Em dixwazin ku ji jiyana li derve, ji têkoşîna tê domandin qut nebin û wê îradeyê raber dikin. Em ê her di nava têkoşîna azadiyê de bin. Roja Nivîskarên di Girtîgehê de li me tevan pîroz be.” 
 
‘HILBERANDIN FÊMKIRINA JI RUHÊ DEMÊ YE’ 
 
Nivîskar Abdurrahîm Akalp ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin jî destnîşan kir ku ji bo nivîskarekî ne cih lê dem girîng e. Akalp, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Girtina azadiyê tê wateya sekinandina demê. Divê mirov baş li ser têgehên nivîsandin û demê hûr bibe. Ji bo nivîskarekî ne cih lê dem girîng e. Divê mirov ruhê demê li ser cihî serwer bike. Cihê herî zêde wateyê li demê bar dike, girtîgeh in. Ji ber hilberandin, bi fêmkirina ruhê demê re, bi watebarkirina demê re dibe. Lewma ne cih û dem, tişta ku nivîskarekî azad dike, nivîsandine.” 
 
‘KESEK NIKARE NIVÎSKARIYÊ HEFSÎ BIKE Û NIVÎSKAR AZAD E’ 
 
Akalp, bi lêv kir ku gelemperiya nivîskarên ku mohra xwe li dîrokê dayîn di beşeke emrê xwe de di girtîgehê de mane û axaftina xwe wiha qedand: “Nivîskarî, di heman demê de şoreşgertî ye. Ji ber ku qadên dij-azadî yên pergalê, girtîgeh in. Lewma nivîskarên ku ji xwe re weke muxalîf dibîne, ne tenê xistiye girtîgehê, her wiha hewl dane çeka wan anku pênûsê wan jî ji destê wan bistîne. Lê belê nivîskarê azad, li şûna pênûsî bi ruhê xw derketiye derveyî mekanê û her tim pêşengtî ji mazlum û bindestan re kiriye. Nivîskarî, di heman demê de şoreşgertî ye. Bi fikr û berhemên xwe pêşengtiyê dike. Lewma ji bo nivîskaran girtîgeh ne ceza lê alternatîf e, cihê ku wateyê li demê bar dike ye. Cihî vediguherîne dibistana azadiyê. Nivîskarî, karê cisaretê ye û dayîna ber çav a bedelê ye. Mîna di dîrokê de hatiye dîtin, nivîskar di hedefa pergalan de ne. Hewl didin bi zextan û bi girtina wan bisînor bikin. Ji bo nivîskarekî girîng e bê ka li ku ye û çawa têdikoşe. Ji bo pîrozkirina 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Girtîgehê de li qadên azad nivîskarî nayê hefsîkirin û nivîskar azad in.” 
 
MA / Hakan Yalçin