Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr

img
AMED - Derhêner û şanoger Nazmî Karaman ku dê promiyera lîstika xwe ya bi navê “Çinûr” bike destnîşan kir ku şanoya kurdî piranî li ser komediyê derbas dibe û ji bo lîstika xwe ya nû wiha got: “Çîrokeke kurdî ye û me xwest îcar bi cureya dramê û yekkesî be.” 
 
Di çanda kurdî de bi taybetî jî di van salên dawî de şano cihekî gelek girîng digire. Ji bo pêşxistina şanoyê gelek sazî hatin vekirin û gelek lîstikvanên serkeftî gihan. Lê ev demeke ji bilî komediyê tu cureyên din ên şanoyê nayên lîstin. Di heman demê de ku çanda kurdan evqas dewlemend e jî, ji ber ku nivîskarên tekstan nînin şanogerên kurd lîstikên biyanî werger dikin û dilîzin. Lê niha şanoger û derhêner Nazmî Karaman bi lîstikeke nû ku çîrok kurdî ye û ji hêla şanogerê kurd ê rojhilatî Ghotbedin Sadeghî ve bi zimanê farisî hatiye nivîsandin, derdikeve ser dikê. Navê lîstikê “Çinûr” e û lîstikeke dramê ye. Lîstika yekkesî ye û Şîlan Alagoz derhêneriya wê dike. Alîkariya derhêner Rûşen Adiguzel, muzîk Ramîn Rabîeî, dekor Sîdar Aslan, wergera ji farisî jî ji hêla Cumhur Olmez ve hatiye kirin. 
 
Şanoger û derhêner Nazmî Karaman ku di lîstikê de ew tenê dilîze, behsa çîroka lîstikê kir û pêvajoya amadekirinê vegot.
 
‘MIN NEDIXWEST WERGER BE’
 
Karaman, anî ziman ku nivîskarê lîstikê şanogerê kurd Ghotbedin Sadeghi ye û got ku par dema hatibû Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê hev naskirine. Karaman, destnîşan kir ku gava Sadeghî behsa mijara lîstikê kirî, pir xweşiya wî çûye û ji bo lîstina wê lîstikê destûr jê xwestiye. Karaman, da zanîn ku ew demekî dirêj li ser lîstikekî yekkesî geriyaye û wiha got: “Ez gelek teksteke yekkesî geriyam lê mijarên wan neçûn xweşiya min. Her wiha piranî lîstikên me jî komedî ne, lewma min xwest vê carê lîstikeke dramê be. Piştî mamoste behs kir, min dît ku ev çîrok çîrokeke me ye, kurdî ye. Ji xwe min jî dixwest kurdî çêbikim, min ne nedixwest werger be. Lewma min jî xwest vê lîstikê çêkim û bilîzim.”
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Bi domdarî Karaman behsa mijara lîstikê kir û got ku şanogerek li Îranê dema zanîngehê di nava çalakiyekê de, evîndarê jinekê dibe û ev tişt anî ziman: “Jin di nava karê siyasî de ye û şanoger jî ji ber evîna xwe dikeve nava karê siyasî. Di sala 1953’yan de li Îranê darbeyek çêdibe û jina ku şanoger evîndarê wê dibe, tê kuştin. Beriya kuştinê, jin û şanoger bi hev re dizewicin. Piştî jin tê kuştin, şanoger jî sirgunî Sovyetan tê kirin. Şanoger 20 sal li welatê Sovyetan dimîne û piştre li wir nake û vedigere Îranê. Ji bo dîtina gora hevjîna xwe tê lê dibîne ku gora hevjîna wî nîne. Çîrok tevahî li ser vê yekê dizivire û behsa xwe, evîna xwe, darbeya 1953’yan çawa çêbûye dike.”
 
JI BO BINGEHA ŞANOYÊ ÇÊBIKE ‘TEATRA BA’ AVA KIRIYE
 
Di berdewamê de Karaman bal kişand ser projeya xwe ya bi navê Teatra Ba û da zanîn ku ew weke derhêner û lîstikvan demekî dirêje li gel komên cuda dixebite. Karaman, bi lêv kir xeyala wî bû ku rojekê komekê ava bike û wiha dirêj da axaftina xwe: “Min ji xwe pirsî ‘ez çawa ava bikim?’ Mînak ez bibêjim li Cizîrê şanoya kurdî nîne lê li ser medyaya dijîtal gelek ciwan ji bo min dinivîsin û dibêjin ku ‘Em dixwazin şanogeriyê bikin. Em ê çawa bikin?’ Min jî xwest ku ez Teatra Ba’yê ava bikim û li gorî derfetên xwe biçim 3-4 mehan li Cizîrê bimînim, wan ciwanan kom bikim û bi hev re li ser şanoyê atolyeyekê çêkin. Piştre jî em li wir bi wan ciwanan re lîstikekê derxînin û bila ew bixwe li ser navê Teatra Ba’yê bilîzin. Her wiha li Dêrsimê, Colemêrgê hwd. cihên taybet ku şanoya kurdî lê nînin dixwazim bi projeyên wiha xwe bigihinîm ciwanan. Dixwazim li gel wan ciwanên kurd lîstikên kurdî çêbikim û bila li wir jî bingeha şanoya kurdî çêbibe. Pêwistiya me gelek bi hunera kurdî heye. Teatra Ba, bi vê mebestê derket holê.”
 
‘PROMIYER DI 1’Ê KANÛNÊ DE YE’
 
Karaman, anî ziman ku lîstika wî ya nû “Çinûr” jî bi piştgiriya Culture Civic û Yekitiya Ewropayê (YE) hatiye amade kirin û dê di 1’ê kanûnê de jî promiyera xwe bike. Karaman, diyar kir ku temaşevanên ku dê bên temaşe bikin dê biecibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê temaşevan bên huner û şanoya kurdî temaşe bikin. Me weke komekê ked da. Me provayên xwe li Şanoya Bajêr a Amedê kirin, em spasiya wan jî dikin. Her wiha dê turneyên me jî hebin û em ê meheke din biçin Êlih, Wan, Stenbol, Îzmîr, Enqere û Mêrdînê. Em benda temaşevanên xwe ne.”
 
MA / Bazîd Evren