Peter Lerch, xebatên wî yên Kurdolojiyê û metnên ewil ên zazakî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di xebata bi navê “Metnên Verên yê Kirdkî” de ku di warê zaravayê kirmanckî de metnên ewil ên tomarkirî di xwe de dihewîne gelek xeberoşk, destan, çîrokên der barê şer û pevçûnên di navbera mîr û eşîretên kurdan de qewimîne cih digirin. Ev keresteyên folklorîk di dema Herba Qirimê de ji kurdên dîlgirtî hatine guhdarkirin û tomarkirin. 

Di warê folklor û çanda kurdî de, heta salên 1930’yî ji aliyê biyaniyan ve gelek xebat hatine kirin. Nemaze jî ji welatên Ewropayê gelek lêkolîner berê xwe dane Kurdistanê û der barê sosyolojî û avaniya wê ya civakî de agahî berhev kirine û bi riya gel, şêx û meleyan gelek kereste û berên folklorîk tomar kirine û li arşîvên muzeyên welatên xwe bi cih kirine. Yek ji van lêkolîner û zanyaran jî Peter J.A. Lerch e ku di sedsala 19’an de di warê Kurdolojiyê de xebatên akademîk û zanyarî kirine. 
 
Di salên 1850’yî di dema Herba Qirimê ku di navbera Împaratoriya Osmanî û Çarîtiya Rûsyayê de diqewime, gelek kurd dîl tên girtin û li kampa dîlgirtiyan a bajarê Roslowê ku wê demê bi ser wîlayeta Smolonskiyê ve ye, tên ragirtin. Li ser vê yekê, ji bo biçe kampê Lerch destûrê ji Akademiya Zanistê ya Qiraliyetê ya Rûsyayê dixwaze û akademî wî wezîfedar dike. Lerch, li kampê li ser kurdên dîlgirtî lêkolînan dike. Li vê kampê, tekstên kirmanckî (kirdkî) ku di xebata wî de cih digirin, ji kurdên herêma Sîwanij a Dara Hênê ya Çewligê guhdarî dike. Lerch, ji dîlgirtiyên kurd gelek klam, stran, xeberoşk, destanên kurdî guhdar dike û der barê şer û pevçûnên di navbera êl û eşîretên kurdan de jî gelek agahî û melûmat berhev û tomar dike. Van agahî û keresteyên folklorîk, di sala 1858’an de bi navê “Forschyngen über die Kurden und die Iranischen Nordchaldıer” (Lêkolînên li ser Kurdan û Îraniyên Xaldeyên Bakur) wek du bergan li St. Petersburgê çap dike. Ev xebat, bi taybetî ji bo zaravayê kirmanckî (kirdkî) gelekî girîng e û di wesfa belgeyan de ye. Çimkî, tekst û metnên ku di vê xebatê de cih digirin, metnên ewil in ku bi zaravayê kirmanckî hatine tomarkirin. 
 
Lêkolîner û nivîskar Seyîdxan Kurij, di warê xebatên Kurdolojiyê yên Peter Lerch de, bi awayekî zanistî tevgeriyaye û xebateke taybet daye der. Vê xebata Kurij, ku li ser metnên ewil ên kirmanckî (Zazakî) ye, bi navê “Metnî Verên yê Kirdkî, Xebatê Kurdolojî yê Peter Lerchî” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi zaravayê kirmanckî ya kurdî û zimanê tirkî hat çapkirin. Xebata metnî ya zanistî ya Kurij, ji gelek sernav, binbeş û metnên kirmanckî yên ku Lerch berhevkirine û rapora ku Lerch di sala 1856’an de der barê dîlgirtiyên kurd ên li Roslowê de amade kiriye û berpêşî Akademiya Qiraliyetê kiriye pêk tê. Her wiha Kurij diyar dike ku wî çapa almanî ya pirtûka Lerch esas girtiye û kiriye çavkaniya xebata xwe. 
 
SERPÊHATIYA PETER LERCH A JI BO KURDOLOJIYÊ 
 
Di salên 1850’yî de dema Peter J.A. Lerch, li Petersburgê di Beşa Dîrok-Fîlolojî ya Akademiya Zanistê ya Qiraliyetê de xebatên zanistiyî dike, ewil li ser berhemên îranî û destan û efsaneyên bi sanskrîtî hatibûn nivîsandin dixebite. Di sala 1852’yan de hin xebatên lêkolîner Kunîk dixwîne û piştî van xwendinan berê lêkolînên xwe dide ziman, çand û avaniya civakî ya gelên îranî. Her wiha di xebata Kunîk a bi navê “Les tribus des Courdes İranien” (Eşîretên Kurd ên Îranî) de der barê babilî, asûrî û gelên din de hin tiştan dixwîne. Piştî xwendina vê xebatê, qenaet û baweriya ku “Xebatên ku li ser gelên îranî bên kirin, xwe dispêrin xebatên ku li ser kurdan bên kirin” lê peyda dibe. Lerch ku di 25 saliya xwe de der barê kurdan de dest bi lêkolînan dike, li pirtûkxaneya Akademiya Zanistê ya Qiraliyetê  rastî destxeteke Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî tê û li ser wê hûr dibe. Paşê di kovara “Nordische Biene” (23. 12.1855) de nûçeyeke bi manşeta “Li Bajarê Smolonskiyê Kurd” dibîne û bi destûr û wezîfedariya Akademiya Zanistê berê xwe dide bajarê Roslowê û li wir hevdîtinê bi kurdên dîlgirtî re çê dike. Lê belê, berî ku biçe der barê eşîret, folkor û zimanê kurdî de xebatên ku hatine kirin di ber çavan re derbas dike. Nemaze jî li ser xebatên Balyozê Tebrîzê yê Rûsyayê Nicol von Chanykow û yên Balyozê Erziromê yê Rûsyayê Alexander Jaba hûr dibe. 
 
KURDÊN DÎLGIRTÎ KU LI ROSLOWÊ LI KAMPÊ HATINE BICIHKIRIN 
 
Di Herba Qirimê ku di salên 1853-1856’an di navbera Împaratoriya Osmanî û Çarîtiya Rûsyayê de qewimî, nêzî 300 leşkerên Osmanî dîl tên girtin û li kampa dîlgiritiyan a bajarê Roslowê yê bi ser wîlayeta Smolonskiyê ve ye tên ragirtin. Di nav van dîlgirtiyan de, 50 leşkerên osmanî yên kurd jî hene. Lerch, di sala 1856’an de li kampa dîlgirtiyan a li Roslowê 11 hefteyan tevî kurdên dîlgirtî dijî. Piştî demekê şûnde Lerch bi saya materyalên di dest xwe de ji bo xwe ferhengokekê çê dike û piştî demek kurt bi saya vê ferhengok û kurdên dîlgirtî hînî zaravayê kurmnacî dibe. Bi vê re gelek keresteyên kurdî (kurmancî û kirmanckî) berhev dike. Her wiha Lerch di xebata xwe de diyar dike kurdên li kampê bi tirkî zanibûne û hin ji wan bi rûsî jî zanibûne. 
 
XEBATÊN WÎ YÊN DI WARÊ ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ DE 
 
Paşê Lerch, li ser metnên ku berhev kirine xebateke zanistiyî dike û vê xebata xwe wek du bergan çap dike. Di xebatên xwe yên berhevkirinê de bi piranî zaravayê kurmancî bi kar aniye. Lerch, materyalên ku li kampa dîlgirtiyan berhev kirine ewil bi alfabeya Sjögrenê derbasî nivîsê dike. Lê belê di dema xebatên xwe yên li ser “Zend”ê de dibîne ku alfabeya Sjögrenê tam bi kêrî wî nayê. Li ser vê yekê Kursiya Ziman-Dîrokê ya Akademiya Zanistê ya Qiraliyetê civînekê çê dike û biryarê dide ku ji bo kurdî Alfabeya Lînguîstîkê bê bikaranîn. Lerch jî li gor alfabeya Lepsîusê ji bo kurdî alfabeyeke 39 tîpî çê dike. 
 
NAVEROKA XEBATÊN WΠ
 
Di xebata “Metnî Verên yê Kirdkî, Xebatê Kurdolojî yê Peter Lerchî” ya Seyîdxan Kurij de, tê diyarkirin ku Serokê Kursiya Dîrok-Zimannasî ya Akademiya Zanistê ya Qiraliyeta Rûsyayê B. von Dorn, der barê vê xebata du bergî ya Lerch de raporek amade kiriye. Dorn, di vê rapora xwe de naveroka pirtûka Lerch di bin çend binbeşan de rave dike. Li gor rapora Dorn, di xebata Lerch de bi zaravayê kurmancî; ji bo rûsî wergera 7 xeberoşkan, 18 methelokên ji tirkî hatine wergerandin, du xeberoşk û methelok, serpêhatiya Mîrê Paloyê Abdullah Beg, çîroka evînê ya serekê eşîreta Romiyê û 6 xeberoşkên ku ji zimanê fînkî hatine wergerandin cih digirin. Bi zaravayê kirmanckî jî; behsa 3 şerên ku di navbera eşîrên kurd de qewimîne, du xeberoşk û efsaneya bûm cih digirin. Kurij, di vê xebata xwe de cih dide 7 metnên kimanckî yên ji aliyê Lerch ve hatine berhevkirin. 
 
Li gor  agahiyên ku Dorn di rapora xwe de dide, Lerch di vê xebata xwe de cih daye hin hevpeyvînan û 25 klamên bi kirmanckî-kurmancî. 
 
HEVOK, METN Û GOTINÊN PÊŞIYAN ÊN KURMANCÎ-ZAZAKΠ
 
Lerch, di berga ewil a pirtûka xwe de 44 hevokên kurmancî û kirmanckî berawirdî hevdu dike. Ji van hevokan çend jê ev in: 
 
*Kurmancî; Di memikê wêde şîr pirr heye, 
*Kirdkî; Çicê yay zaf şit estû. 
 
*Kurmancî; Di masî de çav heye, goh tune ,
*Kirdkî; Masedi çimî estî, goşyî çîn î.
 
*Kurmancî; Bivil di nav rûdaye, 
*Kirdkî; Zinc ha myanî surotî di.
 
Lerch, di vê xebata xwe de cih dide 25 gotinên pêşiyan ên bi kurmnacî. Ji van gotinan hin jê ev in; “Seh diewe karwan dibuhre,  Yar hezar be hindike, dijmin yek be zaf e, Sîrka belaş ji hungiv şêrîntir e.” Lerch, cih daye wergera çend rûpelên ji beşa gîrîzgahê ya “Gulîstan”a Sadî Şîrazî jî. Her wiha di berga duyemîn a xebata Lerch de, ferhenga biwêjên zazakî û kurmancî jî cih digire. 
 
RAPORA KU DER BARÊ KURDÊN DÎLGIRTÎ DE NIVÎSANDIYE 
 
Peter Lerch, di beşeke rapora xwe ya ku der barê kurdên li Roslowê amadekiriye û berpêşî Akademiya Zanistê ya Qiraliyetê kiriye de, ji bo kurdên ku wext bi wan re derbas kiriye wiha dibêje: “…wê rêwîtiya min a 11 hefteyan ku zaf bi peroş bû, bi min da bawerkirin ku wan gotinên pesindanê yên ku der barê taybetmendiyên eşîretên kurdan dihatin vegotin qet jî ne bi mubalexe bûne. Min li cem wan tenê ne wê çêja xwarinê, hendazetî, zîndebûyîn, mineta ji bo qenciyan, dilnizmî, dirustî, hendazetiya di terhê fikirîn de nedît, li gel vê min li cem wan wê taybetmendiya wan î ku zû dibin dost, sohbeteke germ dikin û haydarî û têgihiştina wan a ji bo her tiştên li derdorê jî dît û bala min kişand…” 
 
MA / Rêdûr Dîjle