ÊLIH - Kesên ku li ARÎ-DER'ê mafê atolyeya mamostetiya kurdî bi dest xistin, diyar kirin ku ew li bendê ne perwerdehiyê bidin û bal kişandin ser têkoşîna ji bo zimên.
Kursên kurdî yên Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) li Êlihê dewam dikin. ARÎ-DER di sala 2018’an de bi navê Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman a Mereto hat avakirin. Di 3'yê Tîrmeha 2021'ê de navê xwe guherand, kir ARÎ-DER. Ji roja ku hatiye damezrandin heya niha li vir bi sedan xwendekar dersên kurdî girtine. Niha di bin banê komeleyê de 5 atolye hene. Perwerde bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî tên dayîn.
Komeleyê sertîfîka da 70 kesên ku di navbera salên 2022-2023'yan de beşdarî qursên kurdî bûne. Her atolyeyek 3 mehan berdewam dike. Kesên ku atolyeya asta yekem biqedînin paşê mafê wan heye ku di atolyeya din a 3 mehan de dersan bigirin. Xwendekarên ku hemû atolyeyan biqedînin dikarin beşdarî atolyeya mamostetiyê ya 9 mehan bibin.
LI VIR HÎN BÛ NIHA LI VIR DIDE HÎNKIRIN
Ji mamosteyên komeleyê Şînda Ayazgulê li Kurdî-Der a Êlihê ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû îlankirin hat girtin, perwerde dît. Lê Ayazgulê dest ji têkoşîna zimanê zikmakî berneda. Ayazgul a ku bi vekirina ARÎ-DER'ê re dest bi mamostetiyê kir, ji sala 2011'ê vir ve hînî kurdî dibe û dide hînkirin.
Ayazgulê diyar kir ku yên di komeleyê de hemû qursan diqedînin paşê dest bi mamostetiyê dikin û wiha got: "Ez li vir dersên du atolyeyan jî didim. Me di 22'yê kanûnê de sertîfîka dan kesên ku di atolyeyan da ders girtin. 12 mamosteyan sertîfîkayên xwe wergirtin. 58 kesan sertîfîkayên di asta 1, 2 û 3'yemîn de wergirtin. Yên ku xwediyê bawernameya mamostetiyê ne li komeleyê ders didin. Ger serlêdan hebin em ê polên nû vekin û dersan bidin."
Ayazgulê anî ziman ku zimanê zikmakî girîng e û wiha got: "Divê em zimanê kurdî di her warê jiyanê de pêş bixin. Ev berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Werin em her derê veguherînin kurdî."
AMADEKARIYA DERSDAYÎNÊ DIKE
Fîzyoterapîst Mecît Çevîk ku ji salekê zêdetir e li komeleyê beşdarî atolyeyan dibe, atolyeya asta sêyemîn qedand. Armanca Çevîk ew e ku atolyeya mamostetiyê biqedîne û karibe dersê bide xwendekaran. Çevîk got: "Ez hatim kursê hem ji bo bi zimanê xwe bixwînim hem jî binivîsim. Ez ji malbateke kurdîaxêv im. Ji bo ku zarokan fêrî kurdî bikim û kurdî pêş bixim diçim komeleyê. Li vir atmosfereke germ heye. Em bûne wek malbatekê. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî vê malbatê bibin. Em kurdiya xwe bi pêş bixin û em kurdî bigihînin asteke pêşketî."
Çevîk da zanîn ku armanca wan ew e ku hemû qadên jiyanê wergerînin kurdî û wiha got: “Bi kurdî biaxivin, bi kurdî bifikirin, bi kurdî binivîsin. Bi kurdî bijîn. Em hemû qadên jiyanê wergerînên qadên kurdî û bi vî awayî polîtîkayên asîmîlasyonê pûç bikin."
'EM JI BO KURDÎ TÊBIKOŞIN'
Melek Kalkan a ku ev salek e li ARÎ-DER'ê dixwîne jî xwedî heman armancê ye. Kalkan ku mafê atolyeya mamostetiyê wergirt diyar kir ku jin zimanê kurdî diparêzin û di hemû qadên jiyanê de rola pêşengtiyê dilîzin. Kalkanê got: "Rola jinê di warê pêşxistina zimanê kurdî de gelekî girîng e. Têkoşîn û hebûna jinan li her derê ye. Armanca me ew e ku em bi kurdî biaxivin û li qadên ku lê hene kurdî pêş bixin. Ev, ji bo pêşxistina kurdî gelekî girîng e."
Kalkanê destnîşan kir ku ji bo kurdî ji holê ranebe divê ji 7 saliyan heta 70 saliyan li her derê zimanê kurdî bê axaftin û wiha got: "Komeleya me ji bo zimanê kurdî têdikoşe. Ez hatim komeleyê ji bo ku kurdî baştir biaxivim û binivîsim. Werin vir, em bi hev re têkoşînê bimeşînin. Werin em zimanê kurdî li hemû qadên jiyanê bidin der."
MA / Fethî Balaman