Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû

RIHA - Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derhênerê dîmenê Mensûr Kerîmeyan jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Komîna Fîlm a Rojavayê Nûman Yîgît derbarê Kerîmiyan de wiha got: “Mensûr hem evîndarê gelê xwe hem jî evîndarê hunera gelê xwe bû.”  
 
Di êrişên dewleta tirk ên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di 25’ê kanûnê de dane destpêkirin 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Duh hat destnîşankirin ku yek van kesan jî derhênerê dîmênê sînemager Mensûr Kerîmeyan bû. Kerîmeyan di êrişa 26’ê kanûnê ya li dijî navenda diyalîzê ya Qamişloyê de jiyana xwe ji dest da. Kerîmeyan li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê hat dine û ji ber zextên rejîma Îranê hate Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Kerîmeyan heya îro di xebatên gelek fîlman de cih gir. Kerîmeyan di filmên weke Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê, Evîna Kurd de ked da. Hevserokê Komîna Fîlm a Rojava Nûman Yîgît ê di heman demê de bi Kerîmeyan re heval bûn, qala hevalê xwe kir.  
 
‘EVÎNDARÊ HUNERÊ BÛ’
 
Yîgît destnîşan kir ku ew di sala 2017’an dema li Herêma Federe ya Kurdistanê filma Dema Dirîreşkan dihat kişandin de hev nas kirine û anî ziman ku ji ber nêzîkatiya bûyeran û tecrûbeya Kerîmeyan wan jê re digotin “Pîro”. Yîgît da zanîn ku gelek sînemager ji bo filma behsê xeberê ji belek bajarên Kurdistanê hatine cem hev û wiha axivî: “Mirovê ku êş û lêgerînên wî hebin di kîjan şert û mercan de be dê dîsa hewl bide ku êş û lêgerînên xwe vebêje. Hevalê Mesûr jî di nav van şert û mercan de ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo kişandina fîlm hate seta komînê. Rojeke ku em di bin siya helîkopteran de, di nava şert û mercên zehmet de me hewl da ku em karê xwe bikin. Li dijî vê yekê kes ji wê derê neçû. Ew jî wan kesan Kerîmeyan bû. Me ji wî re digot “Pîro” ji ber ew hem evîndarê gelê xwe bû hem jî evîndarê hunera gelê xwe bû.” 
 
JI XEBATAN PAŞ VE NEDIMA
 
Yîgît da zanîn Kerîmeyan di hêla kamera, montaj, deng, ronahî û gelek mijarên teknîkî de bû derhênereke xwe pêş xistî. Di berdewama axaftina xwe Yîgît anî ziman ku Kerîmeyan hewl dida ku tecrûbeyên xwe jî parve bike. Yigit bi bîr xist ku Kerîmeyan ji ber zextên rejîma Îranê wek bingehîn di sala 2020’an de hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi cih bû. 
 
Kengî ji bo xebata fîlm bihata gazîkirin, Kerîmeyan dihat. Li welateke din ba jî dîsa dihat. Kesek zaf dihat heskirin û rêzgirtin. Ji bo ku sînemeya kurd pêş bikeve çi ji destê wî dihat, dikir. Ne tenê xebat di hêla perwerdeya van xebatan de jî wek pêşengekê berpirsyarî digirt. Tu caran ji xebatan paş nedima. 20 salên emrê wî bi sînemayê re derbas bû. Ji rojhilat dihat vê derê. Lê belê ji ber zextên demên dawî hat û li Rojavayê wek bingehîn bi cih bû.”
 
LI KURDISTANÊ SÎNEMAGERÎ
 
Hûn li ku dera Kurdistanê bibin bila bibin, ji bo kişandina sînemayê divê ked û wêrekiyeke mezin hebe. Dema em di nava xwe de diaxivin jî, em tînin ziman ku bi tena serê xwe li Kurdistanê kişandina fîlman şerek e. Ji ber têkoşîneke mezin dixwaze. Dibe ku li tu deran ji bo xebatên çandî werin kirin berdelên ewqas mezin nayên dayîn. Li Kurdistanê heke tu bixwazî ji bo gelê xwe tiştekî bêjî, divê tu girtinê, herwiha caran kuştinê jî bidî ber çavan.” 
 
Yîgît di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûrieyê sinema bi pêş dikeve û da zanîn ku ji bo xebatên sînemageriyê qadek jî hatiye avakirin û wiha derbirî: “Ev der ji bo xebatên çanda Kurdan bên kirin cihê herî baş e. Sedema hatine Mensûr a vê derê jî ev yek bû. Dixwest ji bo sinemaya kurdî bi pêş bixe, bibe gavek. Bi vê zanebûn û berpirsyariyê tevdigeriya. Em dizanin bê ka xebatek ji vê derê derdikeve li her çar aliyê Kurdistanê çawa tê dîtin. Jiyana li Rojavayê ava bûye destûr dide ku kurd xwe di her qadê de bidin nîşandan. Dewleta Tirkiyeyê hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve pêkan dibîne. Ji bo ku kurd pêşeroja xwe nebînin ev êriş tên kirin. Dema vê dike, herêmên sivîl jî hedef digire. Yek banga me heye; êrişên tên kirin li dijî wijdan mirov û hebûna mirovan in. Em bang li her kesê ku xwedî wijdan dikin ku li dijî vê rewşê bila bertek nîşan didin.”