ÎZMÎR - Endamên koma muzîkê ya bi navê Vodvil ku salek berê ji aliyê xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê ve hat avakirin, destnîşan kirin ku ew dengê ciwanan e ku dewlet û pergal hewl dide wan dejenere dike û ji têkoşînê dûr bixe û gotin ku dê bi muzîkê li dijî hemû êrişan rabin.
Koma muzîkê ya bi navê Vodvil (Dengê Bajêr) ku li Îzmîrê ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hat avakirin, saleke xwe temam kir. Koma ku dibêje ew ji bo bibe dengê ciwanan tevdigire, ji ciwanên ku di bin banê Serûven Kulturê de hatine cem hev, pêk tê. Ciwanên komê beriya salekê bi armanca ku bibin dengê ciwanan û dengê karkeran, gelan û xwezayê, tevgeriyan. Di vê heyamê de kom ji xeynî Îzmîrê beşdarî Mîhrîcana Yekemîn a Evvel Tîrmehê ya li Hatay bû û li bajarên din jî daxilî çalakiyên cur bi cur bû. Kom li ser mîrateya muzîka şoreşger a beriya xwe tevdigere û muzîkeke kolektîf çêdike. Koma ku stranên kurdî û erebî dibêje, niha xebatên ji bo çêkirina besteyên xwe didomîne.
Em bi endamên koma muzîkê re li ser rêwîtiya wan û nêrînên wan ên li ser muzîkê axivîn.
DENGÊ BAJÊR
Yek ji endamên komê Helîn Randayê diyar kir ku ew pêşî li atolyeyên muzîkê yên Serûven Kûltûrê bi çêkirina muzîkeke kolektîf hatine cem hev û got ku beriya avakirina Vodvîlê jî derdiketin ser dikê. Randayê diyar kir ku gava yekem car li ser navê Vodvîlê fikirîne lı ser çanda rexnekırınö ya dı şanoyö de tevgerıyane û got: "Piştre dema ku em för bün ku bi fransî tê wateya 'dengê bajêr', em fikirîn ku dê ev nav li me bê bê. Ji lew re jixwe amranca me em bibin dengê ciwan û me bi vî awayî pêwendiyek bi dengê bajêr re danî."
Randayê bal kişand ku huner li hemberî polîtîkayên desthilatê serîrakirinek e û wiha dewam kir: "Em jixwe di nava têkoşîna gelên bindest de ne. Em jî di nava têkoşîneke rêxistinkirî de ne. Vodvîl ne li derî vê ye. Em girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî bi muzîkê nîşan didin. Lê ev nayê wê wateyê ku em muzîkê wekî amûrê bi kar tînin. Qada muzîkê jî ji bo me qadeke têkoşînê ye."
MUZÎKEKE PIRZIMANÎ
Endamê komê Emîr Saraçoglû anî ziman ku heta ku wan besteyên xwe çêkirine sûd ji muzîka muxalîfên berê yên wekî Rûhî Sû, Rahmî Saltuk, Grup Yorûm, Agire Jiyan, Koma Dengê Azadî û muzîkên wekî Praksis û Bandista girtine û got ku di heman demê de muzîkeke pirzimanî jî çêkirine. Saraçoglû wiha axivî: "Ev erdnîgarî bi taybetî di warê muzîkê de dewlemend e. Ger em biçin Behra Reş, em dikarin şêwazekî din a muzîkê, li Amedê yeke din, li Îzmîrê yeke din bibînin. Dema em bi vî rengî lê binerin, ev erka me ye ku em van dewlemendiyan biparêzin. Di salên 1990'î de hem di warê muzîkê hem jî di warê têkoşînê de Navenda Çanda Mezopotamyayê hat avakirin û ev xwedî tecrûbeyeke mezin e. Her wiha çanda muzîka erebî jî heye, wekî Grup Nidal û Ahibba. Armanca me ew e ku em sûdê ji wir jî bigirin û li dijî pirsgirêka neteweyê ya li Tirkiyeyê bi helwesteke şoreşgerî xwedî li zimanê gelan derkevin."
LI DIJÎ PERGALÊ MUZÎKEKE ŞOREŞGER
Saraçoglu destnîşan kir ku ciwan û kedkarên ku ew dixwazin ber bi wan ve biçin piranî jî pir rastî êrişên pergalê hatine û got: "Pergal hewl dide ku fferaseta arabeskê ku her tiştî hewaleyî xwedê dike enjekteyi çina karkeran bıke. Bi muzîkekek apolîtîk, zayendparêz, fobîk êrişî ciwanan dike." Saraçoglû destnîşan kir ku lê ew hewl didin bi muzîkeke şoreşger li dijî vê pergalê rabin.
Saraçoglû diyar kir ku saleke wan li qadên têkoşînê, mîhrîcan û konseran derbas bûye û got ku Mîhrîcana Evvel Tîrmeh Temmûz ku li Hatayê hat lidarxistin, ji bo wan gelekî girîng e. Saraçoglû da zanîn ku di wê mîhrîcanê de bi gel re pira hevgirtinê hatiye avakirin û têkoşîneke dijhegemonîk hatiye dayîn û wiha got: "Ji niha pê ve armanca me hilberîneke zêdetir e. Em hewl didin bi zimanê xwe, şêwaza xwe ya muzîka xwe bibînin û bêtir li qadên çalakiyan bin. Ger em karibin em ê alîkariya komên din jî bikin û komine din jî ava bikin."
MA / Tolga Guney