Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê ya sala 2021’ê ya Edeneyê hate betalkirin. 
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) xwest bi boneya 30’emîn salvegera xwe di 24’ê cotmeha 2021’ê de li Edeneyê konserê li dar bixe. Lê belê walîtiyê ev konser qedexe kiribû. Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li dijî vê biryarê doz vekiribû. Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Edeneyê bi sedema “cewhera maf ji holê radike” ev biryara qedexeyê ya walîtiyê betal kir. 
 
Di biryarê de wiha hate gotin: “Heke çalakiya konserê mebesta xwe derbas bike û rewşeke xeternak derxîne holê jî, girtina tevdîran û heke hewce kir bidawîkirina çalakiyê dikeve ber peywira hêzên ewlekariyê. Lê belê bêyî ku sedemên bisînorkirinê yên di Destûra Bingehîn de û peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digirin hebin, bi awayeke ku cewhera azadiyan ji holê radike biryara qedexeyê hatiye dayîn. Ev biryar, hiqûqî nîne.”