Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnemeya Yenî Yaşamê çapa taybet a hilbijartinê bi manşetên “Ji Qeyûmê veguhestî re şimaqa kurdistanî” û “Serkeftina gel, têkçûna şer” derxist.
 
Rojnameya Yenî Yaşamê bi munasebeta hilbijartinên herêmî, du çapên taybet amade kir. Rojname çapa taybet a yekemîn bi manşeta “Ji qeyûmê veguhestî re şimaqa kurdistanî” û bi sernavê “AKP û MHP’â xwestiya bi qeyûmên veguhestî Kurdistanê bi dest bixin, li bakurê Kurdistanê şimaqekî dîrokî, li Tirkiyeyê jî têçûnekî dîrokî jiya” çap kir. 
 
Rojaneme di çapa taybet a duyemîn de manşeta “Serkeftina gel, têkçûna şer” û sernavê “Gelên Tirkiyeyê di hilbijartinên herêmî de li Kurdistanê têkçûneke dîrokî li tifaka şer a AKP û MHP’ê dan jiyandin” bi kar anî.