Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn

NAVENDA NÛÇEYAN - Xêzeromana bi navê “Dê azadî bi ser keve” li Berlînê bi çalakiyekê hate nasandin. Nûnera Ewropayê ya Sinn Feinê Martina Anderson di bernameyê de axivî û wiha got: “Jiyana wî ji bo me çavkaniya hêviyê ye.” 
 
Xêzeromana ‘Freedom shall prevaîl (Azadî wê bi ser bikeve) ku ji aliyê Sean Mîchael Wîlson ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Keko ve hatiye xêzkirin, li Berlînê hate nasandin. Di xêzeromanê de qala zarokatî û ciwantiya Abdullah Ocalan, rojên Îmraliyê û konfederalîzma demokratîk, fikrên Rêberê PKK’ê yên têkildarî azadiya jinê tê kirin. Xêzeroman, di rojbûna 75’an a Abdullah Ocalan de hate nasandin. Nivîskar Sean Mîchael Wîlson, ji Nûneriya Ewropa Sinn Martîna Anderson, ji nûneriya çapxaneya Unrast Jorn Essîg-Gûtschmîdt, ji weşanên PM Press/Kaîros Andrej Grûbacic, ji Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Reîmar Heîder, siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle, Dîlek Ocalan û ji weşanên Meyman Hasan Kanîreş weke axaftvan beşdarî merasîmê bûn.
 
Merasîm bi xwepêşandana folklorê dest pê kir. Estella Schmîdt ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî merasîmê bibe, peyamek şand. Moderator wiha got: “Abdullah Ocalan jiyana xwe fedayê vê şoreşê kir. PKK ava kir. Nêrînên Abdullah Ocalan ên têkildarî demokrasiyê, li ser jiyaneke hîn baştir e. Ev merasîm pir girîng e.”
 
‘JIN, JIYAN, AZADÎ FIKRA OCALAN BÛ KU BELAVÎ HEMÛ CÎHANÊ BÛ’
 
Piştre ji Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Dr. Reîmar Heîder di axaftina xwe ya bi ingilizî de qala zehmetiyên ku di dema amadekirina pirtûkê de çêbûne, kir. Heîder qala girîngiya 4’ê Nîsanê jî kir û ev tişt anî ziman: “Jin, jiyan, azadî fikra wî bû. Fikra wî ji Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê bû.”
 
‘DIVÊ ÊDÎ PÊNGAVA AZADÎ JI OCALAN RE BIGIHIJE SERKEFTINÊ’
 
Dr. Reîmar Heîder bal kişand ser nasnameya Estella Schmîdt ku di pêvajoya amadekariya pirtûkê de cih girt û ev tişt diyar kir: “Hîna ne pirtûk hatibû nivîsîn, ne jî xêzkirin. Lê fikreke me ya ji bo pirtûkê hebû. Estella di ‘85’an de Huseyîn Çelebî dabû nasandin. Di nava şandeya navneteweyî ya destpêkê ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan çûyî Lubnanê de, cih girt. Ji bo azadiya Ocalan û kurdan têdikoşe. Weke diyariya rojbûnê ev berhemê ku di destê me de, heye. Pêngava ji Abdullah Ocalan re Azadî ku di Newrozê de derbasî qonaxa duyemîn bû, divê bigihije serkeftinê û êdî tecrîd bi dawî bibe.”
 
Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle jî rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Di 31’ê Adarê de serkeftineke mezin hate bidestxistin. Em her kesê ku ked dane, pîroz dikin. Dewleta tirk ji bo bêstatu hiştin û mêtingehkirina Kurdistanê polîtîkayan dimeşîne. Lê dagirkeran nekarîn serhildana Abdullah Ocalan biçewisînin.”
 
‘ABDULLAH OCALAN ÇAVKANIYA HÊVIYÊ YE’ 
 
Aktîvîsta polîtîk Estella Schmîdt ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, nekarî beşdarî merasîmê bibe. Schmîdt di peyama xwe de ev tişt got: “Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû civakan çavkaniya hêviyê ye.”
 
Nivîskarê xêzeromana “Dê azadî bi ser keve” Sean Mîchael Wîlson hin beşên pirtûkê xwend.
 
Ji çapxaneya Unrast Jorg Essîg-Gûtschmîdt ku edîsyona Elmanî ya xêzeromana “Dê azadî bi ser keve” çap kir, jî wiha got: “Azadiya Ocalan ji bo me girîng e. Bi vê wesîleyê ez rojbûna wî ya 75’an pîroz dikim. Divê demildest Ocalan azad bibe.”
 
Siyasetmedara kurd Dîlek Ocalan jî di bernameyê de wiha axivî: “Abdullah Ocalan ji zarokatiya xwe dest pê dike û qala rewşa jinê ya di nava civakê de dike. Mamostaya wî ya destpêkê Dayika Uveyş e. Her tiştê ji dayika xwe fêr dibe. Çîroka Dayika Uveyş berxwedana jinê ya hezar salî li bîra me tîne.”
 
‘ABDULLAH OCALAN MUDAXILEYEKE RAST LI DÎROKÊ KIR’
 
Zanyar Andrej Grûbacic ku edîsyona pirtûkê ya ingilîzî çap kir, ev tişt bilêv kir: “Ji wî re dibêjin terorîst, lê ez bi heyranî dibêjim ku tiştên wî nivîsandî dîrokê nîşanî me dide. Ocalan mudaxileyeke rast li dîrokê dike. Ocalan ji bo civakên demokratîk girîng e, ji bo modernîteya demokratîk girîng e.”
 
Ji Çapxaneya Meymanê Hasan Kanîreş jî wiha got: “Serok Apo digot, parêznameyên min li kuderê bin ez li wir im. Serok Apo qala du civakan dikir; civaka bi dewlet û bêyî dewlet. Paradîgmaya wî paradîgmaya azadîxwaziya civak, jin û ekolojiyê ye.”
 
Martîna Anderson ku ji Îrlandayê tev li merasîma danasîna xêzeromana “Dê azadî bi ser keve” bû û ev tişt anî ziman: “Jiyana wî ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Fikrên Ocalan ên têkildarî konfederalîzma demokratîk û azadiya jinê, li Rojava zindî bû.”
 
Piştî axaftinan, hunermend Rotînda derket ser dikê û stranên xwe got. Merasîm, bi gerandina govendê bi dawî bû.