Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye

AMED - Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ku ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran bang kir, diyar kir ku kampanyayên wan berdewam dikin.
 
Ma Musicê di 17’ê adara 2024’an de li navçeya Sûr a Amedê, bi tevlibûna sedan welatiyan Çand Ma'yê vekir. Çand Ma, bi armanca ji bo zarokên Sûrê bê huner nemînin hat avakirin û hêj meheke xwe neqedandî, rastî eleqeyeke mezin tê. Çand Ma ku berî bê vekirin, ji bo komkirina pirtûkan û di roja vekirinê de jî ji bo tembûran kampanyayek dabû destpêkirin, ji bo kampanyaya navborî bang li hunerhezan kir. 
 
BILA HURMETA HELBESTVANÊN KURD HÊJ SAX BÊ ZANÎN
 
Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar têkildarî van kampanyayan banga xwe dubare kir û da zanîn ku di nava Çand Ma’yê de odeyek bi tena serê xwe pirtûkxane ye. Kanîwar anî ziman ku ji bo hêj sax hurmeta nivîskar, helbestvanên kurd bê zanîn wan navê helbestvan Ehmed Huseynî li pirtûkxaneyê kiriye û wiha pê de çû: “Em berî ku Çand Ma’yê vekin, ji bo pirtûkxaneya Ehmed Huseynî bi dirûşmeya ‘Kerem kin hûn jî pirtûkekê bişînin’ bang kir. Bi texmînî nêzî 8 hezar pirtûk dikevin pirtûkxaneya me û em tenê pirtûkên bi kurdî ango kurmancî, soranî, zazakî hwd. dixwazin. Kampanyaya me hêj jî berdewam e û em dixwazin ev pirtûkxane bibe cihê hevdîtinên nivîskar, rewşenbîr hwd.”
 
DÊ PÊŞBIRKÊN HELBESTAN BÊN LIDARXISTIN
 
Kanîwar da zanîn ku ji bo teşwîqkirina nivîsandina helbesta kurdî ew ê salê carekê di bin navê Pirtûkxaneya Ehmed Huseynî de pêşbirka helbestan jî li dar bixin û diyar kir ku ew ê di demeke nêz de hûrgiliyên vê pêşbirkê jî eşkere bikin. Kanîwar anî ziman ku gelek kurdên ku xema wan a çandî heye, di warê pêşbirkê de ji bo sponsoriyê soz dane û wiha berdewam kir: “Kampanyaya me ya komkirina pirtûkan berdewam e û hûn dikarin li ser malperên me yên medyaya dîjîtal xwe bigehînin me.”
 
2 HEZAR Û YEK TEMBÛR HEWCE NE
 
Kanîwar behsa kampanyaya tembûran jî kir û da zanîn ku wan di roja vekirina Çand Ma’yê de ev kampanya daye destpêkirin. Kanîwar bang li rêveberiyên herêmî û karsazên kurd kir û wiha dirêj kir: “Em dixwazin di nava salekê de 2 hezar û 1 tembûran diyariyê zarokên Sûrê bikin ku di nava bîra çanda Amedê de dijîn. Armanca me di 15’ê Gulana 2025’an de Roja Zimanê Kurdî bi van 2 hezar û 1 zarokan re li binê bircên Amedê bi zimanê kurdî stranan bibêjin. Keremkin û hûn jî tembûrekê bikin diyarî. Heke derfetên we hebin hûn dikarin ji yekê zêdetir jî diyarî bikin. Ji ber ku hemû tembûr nabin û em tembûra sêtêl dixwazin, xêrxas tenê dikarin bi awayekî maddî alîkarî bidin me. Bi alîkariyên kom dibin em ê li gorî destê zarokan, biçûk û mezinbûna wan tembûrên sêtêl li atolyeya xwe ya bi navê Atolye Mendê bidin çêkirin. Em ji bo vê kampanyayê jî bang li hemû rêveberên me yên herêmî û karsazên kurd dikin.”
 
WEŞANXANE DÊ PÊRTÛKAN ERZANÎ BIDIN
 
Kanîwar behsa eleqeya ji bo van kampanyayan jî kir û da zanîn ku hinek dostên wan ji bo çend tembûran bûne sponsor. Kanîwar diyar kir ku ji ber kampanyaya tembûran nû ye, zêde kes behs nake, lê ji bo ya pirtûkan eleqeyeke baş heye. Kanîwar destnîşan kir ku gelek malbat û weşanxaneyên me yên kurdî gelek pirtûk kirin diyarî. Kanîwar bi domdarî ev tişt gotin: “Her wiha weşanxaneyên me yên kurdî ji bo kesên ku pirtûkan bikin diyariyê pirtûkxaneya me, dê bi awayekî pir erzanî pirtûkan bidin. Hewceye em bi awayekî xurt li vê kampanyayê xwedî derbikevin. Armanca me ew e ku di nava 6 mehan de pirtûkxaneya xwe bixin meriyetê.”
 
ARMANCA WAN AVAHIYEK TENA SERÊ XWE DÊ BIBE PIRTÛKXANE
 
Kanîwar diyar kir ku ji ber ew xebatên zarokan dimeşînin gelek kes tenê pirtûkên bi mijarên zarokan diyarî dikin. Kanîwar da zanîn ku bila pirtûk bi zimanê kurdî bin, lê mijar ferq nake. Kanîwar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pitûkxane ne pirtûkxaneyeke ji rêzê ye. Mebesta me ew e ku di nava 5 salan de avahiyekî weke Çand Ma’yê bi tevahî bikin pirtûkxaneya Ehmed Huseynî, pitûkxaneyek qerase. Piştevanî çi qas xurt be, dê ev pirtûkxane jî zûtir mezin bibe ku bibe saziyek serbixwe ya xizmeta gelê kurd.”
 
MA / Bazîd Evren