Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin

RIHA - Çarşema Sor dê li gundê Birçê yê navçeya Wêranşarê bê pîrozkirin. Ji şêniyên gund Yaşar Bûrç, banga tevlîbûna pîrozbahiyê li hemû êzdiyan kir.
 
Ji Cejna Çarşema Sor (Çarşema Serê Nîsanê) re ku ji bo êzidiyan vejîn, mizgîniya rojên xweş, destpêka biharê an jî qenciya teqez temsîl dike, hindik ma. Çarşema Sor ku bi navê “Sala nû ya êzidiyan” jî tê binavkirin, her sal çarşema piştî 13’ê nîsanê tê pîrozkirin. Ev yek li ser wê baweriyê ye ku "Melekê Tawis" di roja çarşema yekem Nîsanê de daketiye ser rûyê erdê û afirandina gerdûnê ku 7 rojan dom kiriye, temam kiriye.
 
RÎTUEL
 
Cejna Çarşema Sor xwedî gelek rîtuelan e. Li Şengalê ku êzidî lê dijîn, pîrozbahî rojek berê dest pê dike. Welatî li Perestgeha Laleşê ya ku derdora wê çiyay e, tên cem hev û bi beşdariya kesên dîndar merasîmekê li dar dixin.
 
Welatî bi baweriya ku li vir ji gunehan paqij bûne dua dikin û Pira Enzelê maç dikin. Her wiha li dergeha Nûranî ku Şêx Adî jî di nav de gorên gelek şêxên êzdî lê ne, welatî destê "Babê Şêx" maçî dikin û dua dikin.
 
Êzdî pêxwas dikevin hundirê Laleşê û sê girêkan bi qumaşan li stûnên li hundir dixin û wan vedikin. Gava vê dikin di dilê xwe de doza tiştekî dikin. Paşê li heman cihî 365 mûmikan vêdixin. 365 mûmik, yanî rojên salê. 
 
Êzdî îsal li gelek navendan amadekariya Çarşema Sor dikin. Lê belê wê navenda pîrozkirina Çarşema Sor Şengal be. 
 
WÊ LI WÊRANŞARÊ JÎ BÊ PÎROZKIRIN
 
Êzdiyên navçeya Wêranşar a Rihayê jî îsal xwe amade dikin ku Çarşema Sor pîroz bikin. Tê payîn ku êzdiyên ji bajarên cuda beşdarî pîrozbahiya ku li navenda çandê ya gundê Bîrçê bê lidarxistin bibin.
 
Ji şêniyên taxê Yaşar Bûrç wiha got: "Di her bawerî û olê de cejn an jî rojên taybet hene. Çarşema Sor jî, ji bo me êzdiyan rojeke gelekî girîng e. Li gorî baweriyê Cebraîl û melekên wî tên xwarê. Ji bo gerdûnê, dinyayê biafirînin dadikevin. Afirandina dinyayê di roja Çarşemê de bi dawî dibe."
 
Bûrç da zanîn ku ew ê bi tevkariya êzdiyên li Ewropayê Çarşema Sor pîroz bikin û got: "2 sal berê, sê gundên eşîra me bûn yek û me meclisa xwe ava kir. Piştî vê yekê me 2 malên çandê ava kirin. Me cejna dawîn pîroz kir. Herî dawî mer biryar da ku em Çarşema Sorê pîroz bikin. Emîsal cara ewil li Wêranşarê Çarşema Sor pîroz bikin. Tenê ne eşîra me, em dikxwazin hemû şêniyên gundên derdorê bên. Pîrozbahî wê saet di 10:00'an de dest pê bike." 
 
MA / Ceylan Şahînlî