Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn

STENBOL - Saziyên kurdan, wê li Stenbolê ji bo bîranîna zimanzan, rojnamevan-nivîskar û siyasetmedarê kurd Celadet Elî Bedirxan şeva rêzgirtinê li dar bixin. Ji mamosteyên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo Kemal Yildirim banga beşdariya li şeva bîranînê kir.

Ji bo bîranîna zimanzan, rojnamevan-nivîskar û siyasetmedarê kurd Celadet Elî Bedirxan 26'ê Nîsanê roja Înê wê li Stenbolê şeva rêzgirtinê bê lidarxistin. Wê şeva rêzgirtinê li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey a li navçeya Şîşliyê ve bê lidarxistin. Şev ji aliyê Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo, Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Stenbolê, Rojnameya Xwebûnê û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ve bê lidarxistin. Tê payîn ku keça Celadet Elî Bedirxan Sînem Xan, neviyê wî Azad Bedirxan, helbestvan, nivîskar û akademîsyen Selîm Temo, nivîskar Firat Cewherî, helbestvan Berken Bereh, lîstikvanê şanoyê Omer Şahîn û gelek dengbêj beşdar bibin.
 
WÊ GELEK KES BEŞDAR BIBIN
 
Ji mamosteyên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo Kemal Yildirim li ser wate û girîngiya şevê axivî. Yildirim diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo şevê 6 meh berê dest pê kirine û got ku wê ji çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê hunermend, wêjevan û nivîskar jî di nav de gelek kes beşdarî şevê bibin. Yildirim got: “Kesên ku dê beşdarî şevê bibin, wê li gorî qadên xwe hin beşên gotar, nivîs, helbest an pirtûkên Celadet Alî Bedirxan ragihînin. Bi gotineke din, em dixwazin reng û dengê Kurdistanê nîşan bidin."
 
BANGAWAZÎ
 
Ji bo beşdariyê bang li gelên li Stenbolê kir û got: "Şeva rêzgirtinê ya ku dê di 26’ê Nîsanê saet di 19.00’an de li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey a Şîşliyê destpê bike, li benda her kesî ye. Em li bendê ne ku her kesê ku ji çand, ziman û awazên kurdî hez dike beşdarî şevê bibin.