Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin

img
AMED – 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû. Di lîstika Gomîdas de di eywanê de cih nema.
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ku bi dirûşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” hat lidarxistin, bi dawî bû. Mîhrîcana ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê de hat lidarxistin, rastiyê eleqeyeke gelek mezin hat û roja yekemîn heta roja dawî eywanên şanoyê tije bûn. Her wiha ne tenê lîstikên şanoyê, gelek gotûbêj jî li ser şanoya kurdî hat kirin û di gelek mijaran de beşdarvan hatin agahdarkirin. Ji 3 milên Kurdistanê, Tirkiyeyê, dîasporayê gelek şanoger, hunermend û mêvan tev li mîhrîcanê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Hevşaredarên navçeya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li roja dawî ya mîhrîcanê bûn.
 
OTOPSÎ
 
Di çarçoveya bernameya îro ya mîhrîcanê de li ÇandAmedê ewilî lîstika Golge Tiyatro Toplûlûgû “Otopsî” ku derhêneriya wê Cenk Dost Verdî dike, derket ser dikê. Di lîstikê de Aysel Kiliç, Hasan Yazûz, Îbrahîm Ekîn, Kader Toprak, Kaddafî Unal, Xanim Rojbîn Ozmen û Ûmût Şahîn lîstin. Lîstik, behsa nehevsengiya di navbera sermayedar û karkeran de dike û bi zimanê rexneyî nêzî mijarê dibe.
 
Piştî lîstikê şanoger Ferhat Aslan plaket da lîstikvanan.
 
GOMÎDAS
 
Di mîhrîcanê de herî dawî li Dêra Ermenan Ya Sûrp Giragos lîstika Yolcû Tiyatroyê “Gomîdas” hat lîstin. Lîstik ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin û di hindirê dêrê de cihê rûniştinê nema. Derhêneriya lîstikê Ahmet Samî Ozbûdak dike û di heman demê de Ozbûdak derhênerê lîstikê ye jî. Lîstik yekkesî ye û Fehmî Karaaslan dilîze. Lîstik, behsa jiyana Gomîdasê ku dibe şahidê qirkirina ermenan û dû re dikeve nexweşxaneyeke dînan dike.
 
Di dawiya şevê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn plaket da lîstikvan û mîhrîcan bi dawî bû.