'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan

img
RIHA - Derhênerê fîlmê "Bilûra Nîşo" ku bal dikişîner ser çîroka malbata Nîşyan a ji qirkirinê filitiye û wê di Mîhrîcana fîlman a Los Angelsê de bê nîşandan, got: "Ez hewl didin mîrateyeke baş ji siberojê re bihêlim." 
 
Fîlmê "Bilûra Nîşo" wê di Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê de bê nîşandan. Fîlm behsa çîroka hosteyê bilûrê Dîgran Nîşyan (Nîşo) dike ku malbata wî li navçeya Gêl a Amedê ji Qirkirina Ermeniyan a 1915'an filitiye. 
 
Kêşna fîlm ku çêker û derhênerê wê Sedat Kiran e, 4 sal berê dest pê kir û di havîna 2023'yan de qediya. Nelgefîlma ku fragmana wê di Îlona 2023'yan de hat weşandin, kêşana wê li Amed, Îzmîr, Bûrsa û Stenbolê hat kirin. Malabata Nîşyan ku mijara belgefîlmê ye, ji navçeya Gêl a Amedê ye û malbateke ermenî ye. Malbat ji Qirkirina 1915'an difilite. Xeratê malbatê û hosteyê bilûrê Dîgran Nîşyan (Nîşo) li Amed û derdora wê bi sinhet û hunera xwe tê naskirin. Kiran jî ji ber vê daye dû vê çîrokê û di vê lêgerîna xwe de "bilûrvan" Hafiz Zulfu Yokûş nas dike. Çîroka Yokûş jî di sala 1915'an de dest pê dike. Lê ferqa Yokûş ji ya Nîşyan ew e ku ew zarokê malbateke kurd e. Bavê Yokûş, di sala 1915'an de beşdarî "Şerê Rizgariyê" dibe, lê hew vedigere. Yokûş hingî li ber dikeve, di zarokatiyê de çavên wî kor dibin. Piştî vê Yokûş dibe bilûrvan û navê wî belav dibe. 
 
Yokûş ku soz daye we wê bibe bilûrvanekî baş e, axirê vê xeyala xwe pêk tîne û bi taybetî li Amed û derdora wê navê wî belav dibe. Lê Yokûşê ku piştî salên dûr û dirêj hew dikare li bilûrê bixe, ji bêgavî bilûra xwe difiroşe xirdefiroşan. Bilûra Yokûş ku niha di Muzeya Bajêr a Amedê de ye, bi destê hevalê wî Nîşyan hatiye çêkirin. 
 
Sedat Kiran ê ku li gundê Otîlî yê li herêma Qerejdax a Sêwrega Rihayê hatiye dinê û li vir mezin bûye, di sala 2020'î de bi pereyê cotkariyê tevî Gul Ertûnan Karaaslanê belgefîlma Abûr dikişîne. Kiran ku jiyana li Qerejdaxê bi begefîlman nemir dike, di belgefîlma xwe Abûrê de behsa jiyana koçeran kiriye. Paşê bi navê Mîrkut belgefîlmeke din dikişîne û wê di sala 2021'ê de diweşîne. Kiran ku 4 sal berê dest bi kêşana belgefîlma Bilûra Nîşo kiriye, wê di Îlona 2023'yan de temam kir. Belgefîlm di mîhrîcana fîlman a Dihokê de ket nava 5 fîlmên herî baş. 
 
Belgefîlma Bilûra Nûşo, vê carê jî wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê ku yek ji mîhrîcanên fîlman ên herî baş ên cîhanê ye, wê nîşandan. Kiran têkildarî belgefîlmê de axivî. 
 
BEŞDARÎ GELEK MÎHRÎCANAN BÛYE
 
Kiran ku behsa çîroka belgefîlma "Bilûra Nîşo" kir, got: "Malbata Nîşyan debara xwe bi xeratiyê kiriye. Malbat ku ji dê û 3 zarokan pêkhatî, di dema komkujiya 1915'an de mecbûr maye koçî Sûriyeyê bike. Di dema koçkirinê de ji Amedê tê Rihayê. Di rê de du zarok dimirin. Dê, yekî ji wan davêje Firatê û yê din jî binax dike. Dê û zarokê xwe yê mayî cardin vedigerin Amedê. Dê, kurê xwe li vir datîne ber destê xeratekî. Ew jî hînî sinhet dibe û dest bi çêkirina bilûr, ney û amûrên din dike. Ên tên cem wî jî, van tiştan jê distînin. Navê wî heya Ermenistanê jî belav dibe. Livanên Qerejdaxê, diçin bilûran jê distînin. Pir behsa dengê bilûra wî hatiye kirin. Min jî da dû wî û min li ser wî û malbata wî û vê sinheta wî belgefîlmek çêkir. 4 salan dewam kir. Pêşî min malbatê dît. Malbat li Stenbolê bû. Min li wir kêşan kir. Ez ji wir çûm Îzmîr û Bûrsayê jî, min li wir jî hin tişt kişandin. Belgefîlma min niha tê nîşandan. 6 meh berê hat nîşandan. Di 25-28'ê Nîsanê de li Mîhrîcana Fîlmên a Kurd a Dusseldorf a Almanyayê hat nîşandan. Wê di 10-12'ê Gulanê de jî li Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Amsterdamê bê nîşandan." 
 
Kiran ku da zanîn belgefîlma wî dê herî dawî li Mîhrîcana Belgefîlman a Los Angelsê bê nîşandan û got: "Ez hewl didin mîrateyeke baş ji siberojê re bihêlim." 
 
MA / Ceylan Şahînlî