Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir

img
AMED - 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi lîstika Gomîdas kir ku li Dêra Ermenan a Surp Gîragos hate lîstin. 
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê duh bi şev bi dawî bû. Di çarçoveya mîhrîcanê de 18 komên şanoyê lîstikên xwe pêşkeş kirin. Mîhrîcan bi dirûşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” hat lidarxistin û mîhrîcan bi lîstika Gomîdas bi dawî bû. Di lîstikê de tenê yek lîstikvan dilîze û lîstik li Dêra Ermenan a Surp Gîragos hat lîstin. Gelek şanohez hatibûn lîstikê. 
 
Ji bo lîstika ku ji hêla Yolcu Tiyatroyê ve pêşandan û nivîskarî û derhêneriya wê Ahmet Samî Uzbudak ve hatiye kirin, eleqeyeke mezin hebû. Bi sedan kesan bi baldariyeke mezin lîstika bi qasî 100 deqeyan temaşe kirin. Bi bidawîbûna lîstikê re şanohez rabûn ser pêyan û demekî dirêj bi çepikan xistin. 
 
Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş têkildarî bidawîkirina mîhrîcanê axivî û spasiya hemû saziyên piştevanî dane mîhrîcanê kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî plaket da kesên di lîstikê de keda wan hebû û spasiya wan kir. 
 
DERHEQÊ GOMÎDAS DE
 
Gomidas Vartabed di serdema Osmaniyan de li Kutahyayê ji dayik bû, rêya wî bi Eçmiyadzîn, Stenbol, Berlîn û Parîsê ketiye; bandoreke mezin li çanda ermenan, Anatoliyayê û cîhanê kiriye; kesekî muzîkolog, bestekar û şefê koroyê bû. Hem Anatoliya hem jî Ermenistan ku weke “Qutiya Muzîkê” pênase dike baş nas dikir, îlhama xwe ji van xakan digire û serpêhatiya wî ji gelek çîrokên trajîk pêk tê. 
 
Gomîdas, di sala 1915’an de li gel rewşenbîrên ermen ji Stenbolê tê sirgunkirin û 18 salên xwe yên dawî li tîmarxaneyê derbas dike û li pey mîya ku hevalê wî jê re weke mîras hiştî bangî jiyana xwe dike û dikeve rêwîtiyeke efsûnî.