Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin

img
AMED - Nivîskar Ahmet Çakmak ev zêdetirî 30 sal in kovarên çand û hunerî yên Amedê ku ya herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin, li cem xwe arşîv dike. Çakmak, ji bo arşîva xwe bike muzexane banga alîkariyê kir. 
 
Ji serdema 1890'î û heta roja îro gelek rojname û kovar li bajarê Amedê hatine/tên weşandin. Gelek ji van tenê ji bo nimûne di çavkaniyan de derbas dibin û gelek kêm gihiştine roja me. Kovar û rojname bîra civakê ne û ji bo dahatuyê pir girîng in. Çi qewimiye li gorî nivîskar û rewşenbîrên wê demê hemû hatine nivîsîn û pêşerojê ronî dike. Li Amedê helbestvan û nivîskar Ahmet Çakmak ev zêdetirî 30 sal in kovar û rojnameyan berhev dike. Hejmara kovarên di destê wî de ji hezaran borîne û ya herî kevn digihije 1892’yan.   
 
Ahmet Çakmak ji Amedê ye û mamosteyê wêjeyê ye. Emrê xwe piranî li Amedê derbas kiriye û ev nêzî 35 sal in bi wêjeyê re eleqedar e. Çakmak helbest, çîrok û romanan dinivîse û di heman demê de kovar jî derxistine. Yekemîn kovara wî ku gava li zanîngehê şagirt bû, bi navê “Yakin” derxistiye. Dû re Çakmak û çend wêjewanan weke Komeleya Helbestvan û Nivîskaran kovara “Amîda” derxistine û tê de nivîsandiye. Piştî ku Çakmak hînî kovargeriyê bû pêşiyê “Yarati” dû re jî “Yaratim” ku ne tenê Amedê li hemû Tirkiyeyê dihat weşandin, derxist. 
 
Çakmak, 30 sal berê dest bi berhevkirina kovarên çand û hûnerî yên ku ji Osmaniyan heta niha hatine derxistin, kir. Di nava arşîva Çakmak de kovara herî kevn di 1982’yan de bi zimanê ermenî bi navê “Angah Dîkrîs (Dîcleya Serbixwe)” hatiye derxistin. Kovareke din jî ya herî kevn ya ji hêla Naûm Faîk ve bi navê “Kewkep Medînho” hatiye derxistin. Dîsa di heman demê de kovara “Şîfîro” ku ji hêla Beşîr Hîlmî Efendî ve hatiye derxistin, di arşîva Çakmak de ye. Bi giştî hema bibêje di arşîva Çakmak de hemû nushayên kovarên çand û hunerî yên Amedê hatine derxistin hene. 
 
BI KURDÎ KOVARAN DEST BI WEŞANÊ KIRIN
 
Pêvajoya di navbera salên 1990’an û 2004’an de digihije merhaleyek din û êdî hêdî hêdî kumancî, zazakî kovar dest bi weşanan dikin. Ewilî kovara “Govend” hatiye derxistin û nushaya vê jî di destê Çakmak de heye. Gelek kovarên di destê Çakmak de bi zimanên ermenî, suryanî hatine weşadin û Çakmak hê wergera naveroka wan nekiriye. Çakmak, niha ji bo wergera van kovaran di nava hewldanê de ye. Lê kovarên din ên tikrî, kurdî ji aliyê naverokê ve piranî behsa jiyana kesên navdar (nivîskar, helbestvan, wêjekar hwd.) dikin. Ankû kovarên wê demê jiyana elîtîzm a Amedê vedibêje. 
 
Ahmet Çakmak
 
ABORÎ ASTENGIYÊ DIKE
 
Berhevkirina kovaran a Çakmak ewilî weke hobiyekê destpêkir, lê dû re veguherî armancekê. Li gorî Çakmak nîşaneya bajareke çand û hunerê kovar, rojname ankû mecmûayên wê ne. Çakmak dibêje ku mirov dikare li ser van mecmûayan çand û hunera bajarekî bizanibe. Çakmak dibîne ku materyal jî gelek in, dest bi komkirina mecmûayan dike. Lê belê Çakmak ji ber sedemên aborî hêj xwe negihandiye gelek kovaran û vê yekê jî weke windahiyekî pênase dike. Armanca Çakmak ew e ku vê arşîva xwe nîşanî herkesî bide da ku çand û hunera Amedê belavî her derî bibe. 
 
KOVARÊN XWE DAYE PÊŞANDAN
 
Çakmak, ji bêarşîviya Amedê aciz e û dibêje ku divê arşîveke çand û hunerî ya Amedê jî hebe. Yek jî armanca Çakmak ew e ku arşîvekê ji bo Amedê çêbike û nirxên Amedê bi cîhanê bide naskirin. Çakmak têkildarî vê armanca xwe li Birca Keçikê di sala 2022’yan de bi navê “Bellek Diyarbekir (Bîra Amedê)” pêşandanek çêkir û nushayên gelek kovarên di destê xwe de li wir dane pêşandan. Çakmak ev pêşandan bi derfetên xwe çêkirine û dibêje ku êdî qaweta wî têra tiştekî wisa nake. Di nava van du salan de Çakmak kataloga xwe ya arşîvê berfirehtir kiriye û amadekariya pirtûkekî ku derbarê kovarên komkirî de agahiyan par ve bike, dike. Çakmak hê jî di şopa kovaran de diçe û hewl dide arşîva xwe berfirehtir bike. 
 
PÊŞNIYARA MUZEXANEYEKÊ ARŞÎVÊ
 
Armanca herî sereke ya Çakmak vekirina muzexaneyekê ye. Çakmak dixwaze ev arşîva kovaran ku sedsala çûyî ya Amedê dirije ber pêyên mirov dike, bi muzexaneyekê bidomdar bê pêşandan. Çakmak bang li rayedaran jî dike û dibêje ku di nava Sûrê maleke dîrokî ji bo muzexaneyê dikare bê amadekirin. Çakmak vê yekê ne ji bo şexsê xwe, ji bo Amedê dixwaze û banga alîkariyê dike. 
 
'TEKOŞÎNÊ PÊŞIYA ZIMAN VEKIR'
 
Çakmak bal kişand ser kozmopolîtiya Amedê ya 100 sal berê û dibêje ku piştî yekperestî li Tirkiyeyê dest pê dike ev kozmopolîtiya Amedê ji holê radibe. Çakmak wiha dirêjî dide axaftina xwe: "Li Amedê beriya komarê hejmareke berbiçav a ermeniyan û suryanan hebû. Bi van re gelek ol û her olê jî weşana xwe hebû. Niha mixabin ev yek ji holê rabûye. Li gorî Çakmak ev pêvajoya niha ku hinekî kurdî û zaraveyên wê pêş ketine û dest bi weşanê kirine, dişibe wan rojan. Piştî salên 90’an kurdî hêdî hêdî dest bi weşanan dike. Lê beriya wê jî kurdî dihat nivîsandin. Tenê ji bo ku bigihije ber destê xwîneran aliyê weşanê de pirsgirêk dihat jiyîn. Çakmak, behsa wê demê jî kir û bal kişand ser qedexeyên li ser kurdî. Di pêvajoyeke wisa de derbasbûne ku kesên kurdî diaxaftin cezayê pere li wan dihat birîn. Lê piştî salên 90’î hêdî hêdî kurdî tê weşandin. Ev yek jî bi xwe çênebû, bi tekoşînê pêk hat û tekoşînê bandorek mezin li ser kurdî kir."  
 
'DIVÊ PÊŞIYA ZIMAN VEBE'
 
Çakmak destnîşan kir ku zimanek ku bi salan e hatiye qedexekirin û ne zimanê perwerdehiyê be, qels dibe û wiha axivî: "Heke 70-80 sal berê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî hatiba dayîn, kê dizane berhemên çawa yên çand û hunerî derketibûn holê. Çakmak, ji bo qedexeyan dibêje ku qedexe ziman dikûje û nahêle belavî cîhanê bibe. Çakmak wisa difikire ku ev yek jî ji bo çand û hunera cîhanê kêmbûneke. Dahatuya netewekî bi zimanê wê ve girêdayî ye. Heke ziman qels bibe an jî ji holê rabe neteweyek jî ber bi tunebûnê ve diçe. Çakmak, alîgirê vekirina pêşiya ziman e."
 
Di navbera salên 1890-2023 de mecmûayên ku li Amedê hatine weşandin: 
 
Serdema Osmaniyan (1890-1918): Azadûtyûn, Nor Çinkûş, Dîkrîs, Amîdî Sevda, Kewkep Medînho, Şîfîro
 
Serdema Komarê (1923-1950): Kuçuk Mecmûa, Kara-Amîd, Karacadag
 
Serdema (1950-1980): Çîzgî, Yûdûm, Taranci, Mezra Botan
 
Serdema (1980-2000): Sandal, Govend, Yakin, Tirtil, Amîda, War, Kebîkeç, Çorba
 
Serdema (2000-2023): Hazan, Yaşam Yolû, Tîgrîs, Îfade, Şara, Yarati-Yaratim, Îştar, Kûlîlka Fanzîna Wêjeyî, Kûlîlka Civan, Kovara Jinan a Îştar (Îştar Kadin Dergîsî), W, Pîtoresk, Çirûsk, Palto, Kastal, Şewçila, Hevsel, Kovara Aso, Folklara Kurdan, Folklorame, Menevîş, Kirik Saat, Kovara Çirokên Kurdi, Destar, Folklor û Ziman, Diyarbakir Kültür ve Medeniyet Dergisi, Bent, Lewerger.
 
MA / Bazîd Evren