Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer

DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di Mîhrîcana Mûnzûrê de axivî, bal kişand ser êrişên li dijî Herêma Kurdistanê û polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku sedsala 2’yemîn a Komarê bibe sedsala şer.”

 
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ve tê lidarxistin, bi konsera li Parka Mamekiyê hate lidarxistin berdewam kir.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, parlamentera bajêr Ayten Kordû, Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û bi hezaran kes tev li mîhrîcanê bûn. 
 
Serokê Giştî yê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr ê beriya konserê axaftineke kurt kir, anî ziman ku dêrsimiyan di salên 2000’î de festîvala yekemîn li dar xist û qedexe ji holê rakirin. Bîlîr, bi lêv kir ku înkar û asîmîlasyona di wê serdemê de hebû niha jî berdewam dike û wiha got: “Mîhrîcana Mûnzûrê mîhrîcaneke şoreşger e. Mîhrîcaneke li dijî zextan tê lidarxistin e. Mîhrîcan ji bo xweza neyê talankirin piştevaniya gel bû. Em bang li kesên ku naxwazin mîhrîcan bên kirin dikin; Bila bendavan çênekin em jî mîhrîcanê li dar naxin. Bila li ser çand û zimanê me polîtîkayên bişaftinê nemeşînin, gel li gorî daxwaza xwe zimanê xwe bikarbîne ku em mîhrîcanê nekin. Heta ku polîtîkayên îmha û înkarê bidomin, xweza bê talankirin, em ê bi hêza ku ji we digirin vê mîhrîcanê li dar bixin.”
 
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DESTESERKIRINA ŞAREDARIYÊ’  
 
Piştî Bîlîr, hunermend Baran Saltik û Mîkaîl Aslan derketin ser dikê. Piştî performansa baş a hunermendên ku welatiyan eleqeyeke baş nîşan dan, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan axaftineke kurt kir. Orhan a diyar kir ku ew li her quncikê bajêr bi berpirsyariya dîrokî ya ji aliyê gelê Dêrsimê ve hatiye dayîn dixebitin, îşaret bi tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê kir û got: “Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin û waliyê mêtîngeriyê hate tayînkirin.” Orhan a bi gel re dirûşma “Colemêrg ya me ye dê ya me be” berz kir, wiha domand: “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê. Em li vir in em ê xwe jî bajarê xwe jî bi hev re bi rê ve bibin.” Pişt re Hevşaredarê din Cevdet Konak axivî û wiha got: “Em di sala 1923’yan de li Lozanê tune hesibandin. Em di destûra bingehîn a 1924’an tune hesibandin. Divê mafên demokratîk ên gelê kurd bê nasîn. Mîhrîcan bi xwe ev dirûşm e. Dema we em hilbijartin we got ‘Erdnîgariya Dêrsimê pîroz e, sed sal in zilm lê heye. Hûn ê 24 saetan bixebitin. Ji gel re vekirî bin, zelal bin û li kolanan bin. Em jî soz didin we di têkoşîna demokrasiya herêmî de çi berdel hebe em ê bidin, bila canê me fedayî we be.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû jî mafê axaftinê wergirt û wiha got: “Me li dijî her êrişa têkildarî bawerî, nasname û zimanê me li ber xwe da. Vê axê berdelên giran dan. Me serî netewand, em li vir in û em ê ji vir û şunda jî serî netewînin.”
 
‘ÇARESERIYA DEMOKRATÎK TÊ TECRÎDKIRIN’  
 
Dû re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, axivî û anî ziman ku welat ber bi şer ve diçe.  Ûçar, bal kişand ku bi polîtîkayên şer, tecrîd û qeyûm tê xwestin rejîmeke nû were avakirin û wiha got: “Di vê rejîmê de ji jinan, ciwanan û kesên li dijî AKP’ê serî natewînin re cih nîne. Dijberiya şer yek ji peywîra me ya pêşeng e. Li dijî kurdên Bakûr ku nikare pê serî bide tewandin li Başûr şer bi rê ve dibe. Tê xwestin ku li ser axa Kurdistanê ya hatiye dagirkirin Mîsak-i Mîllî bê avakirin. Komkujiya kurdan di sed salan de çi bi vî welatî da qezenckirin? Komkujiya ermenan û elewiyan çi da qezenckirin? Em rê nedin. Em ne rê bidin qeyûm ne jî polîtîkayên şerê taybet.” Ûçar, a got ku “Em ê destûrê nedin ku sedsala 2’yemîn a Komarê bibe sedsala şer” bal kişand ser pêvajoya di bin navê “çareseriyê” de hate meşandin û ev tişt gotin: “Di wê serdemê de têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve dibir ne tenê li Kurdistanê li Tirkiyeyê jî bersivek girt. Tişta ku li Îmraliyê tê tecrîdkirin, çareseriya demokratîk bi xwe ye. Em bi ferqa vê yekê de siyaseta xwe dikin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’  
 
Ûçar a bal kişand ser polîtîkayên şerên taybet, diyar kir ku yek ji cihên ku herî zêde ev polîtîka lê tên meşandin jî Dêrsim e. Ûçar, da zanîn ku li Dêrsimê temenê bikaranîna tiryakê ketiye 7’ê û wiha domand: “Ciwanên me ji bo ku xwe bi rêxistin nekin û mafê xwe neparêzin wan dielimînin tiryakê. Em neçar in bipirsin ku evqas tiryak çawa dikeve Dêrsimê. Divê em ciwanên xwe li dijî vî şerê taybet bi rêxistin bikin û wan biparêzin. Dixwazin ciwanên me bikin sîxur.” Ûçar, ciwanên ku ji ber govend gerandin, îşareta serkeftinê kirin hatin binçavkirin û tundî li wan  hate kirin bi bîr xistin û got: “Ji bo hevalên me yên hatin binçavkirin em dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan” berz bikin, em îşareta xwe ya serkeftinê bikin. Em ê ne dest ji têkoşîna xwe berdin ne jî rê bidin desthilata ku bi mirina kurdan desthilata xwe saxlem dike. Em ê li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê ji bo hemû nirxên xwe têkoşîna aştiyê bidin.”
 
Nûnerên partiyên siyasî yên pişt re axivîn jî têkoşîna hevpar destnîşan kir. 
 
Piştî axaftina Ûçar, JinMa derket ser dikê. Konser bi gotina stranên JinMa’yê bi dawî bû.