Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome

img

AMED - Platforma Zimanê Kurdî bi boneya serdema nû ya perwerdeyê daxuyanî da û got ku dê zarokên kurd dîsa rastî asîmîlasyonê bên û wiha got: “Heta ku Kurdî dibe zimanê fermî û perwerdeyê dê têkoşîna me bidome.” 

Platforma Zimanê Kurdî têkildarî serdema perwerdehiyê ya 2024-2025’an li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat daxuyanî da. Rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Daxuyanî ji hêla Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye: “Di 9 ê meha îlonê de serdema perwerdehiyê ya salên 2024-2025'an li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dest pê dike. Ji bona zarokên kurdan ev rojekê him dilşabûnê ye û him jî rojeke xemginiyê ye. Ji ber ku vê salê jî wê zarokên kurdan li bakurê Kurdistanê bi Zimanê Kurdî perwerde nebin. Wê zarokên me dîsa bi pêvajokî dijwar ya asîmîlasyonê ve rûberû bibin. Ev jî bi rastî zulm e, zor e, bûyereke nemirovî ye û di tu ol û bahweriyan de jî nayê qebûlkirin. Ev helwest hanê ne li gorî maf û dêrûniya zarokan e û ne jî li gorî rastiyên pedagojîk in.
 
SIYASETA FERMÎ DURÛTIYÊ DIKE
 
Ev zêdeyî sed saliye ku zarokên kurdan mafê perwerdehiyê bi Zimanê Kurdî bi dest nexistine. Siyaseta fermî li Tirkiyeyê hergav astengan derdixîne pêşberî mafê perwerdehiyê bi Zimanê Kurdî, Mahna bi dûv mahnan de formûle dikin û gotinên pûç û vala pêşkêşî kurdan dikin. Eşkereye ku di dibistanan de zimanê tirkî li ser zarokên kurdan bi rêbazên parzûnandî tên ferzkirin. Lê vê rastiyê kerr jî dibihîzin û kor jî dibînin. Reformên biçûk ku heta niha di warê ziman de hebûn jî bi hicetên vala tên astengkirin. Siyaseta fermî di pirsa zimanê kurdî de eşkereye ku durûtiyê dike. Di vê mijarê de hergav ji hela dewletê ve dudilîbûn derketiyê holê.
 
DEWLETÊ ZIMANÊ KURDÎ TUNE HESIBAND
 
Komara Tirkiyê di pirsa mafê zimanê kurdî de heta niha tu gavên mayînde û bingehîn ne avêtine, ew tenê roja xwe derbas dikin û di pirsa zimanê kurdî de jî quretiyên vala dikin. Ji xwe di van rojên dawî de êrişeke li derveyî aqil û pîvanan li ser çand, ziman û nasnameya kurdan dest pê kiriye. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha jî -ku ev zêdeyî sed sal in di serê derbasbûye- yek avaniyeke jî ji bona ku xizmeta zimanê kurdî bike nehatiyê sazkirin. Dewleta Tirkiyeyê zimanê kurdî heta niha tune hesibandiye. Saziyên ku xebata zimanê kurdî dikirin jî, deriyên wan hatine morkirin. Bi sedan komele û saziyên ziman hatin qedexekirin. Ev helwesta hanê bi nirxên demokrasiyê, hiqûqê û wekheviyê re tucaran li hevdû nakin.
 
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
 
Ji bona ku astengî û qedexeyên li pêşberî mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ji holê rabin, PZK daxwaz dike;
 
* Bila di Qanûna Bingehîn de bi zelalî mafê perwerdehiyê bi zimanê kurdî were pejirandin.
 
* Bila Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Zarokan bi hemû xalên xwe ve were sêpandin.
 
* Bila bi rêbazên fermî Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin.
 
ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE
 
Platforma Zimanê Kurdî ku ji neh partiyên siyasî pêk te, bi yek dengî dibêje; divê înkar û asîmîlasyona li beramberî nasnameya kurdan bi dawî bibe. Gelekî zelale ku mafê zimanê kurdî mifteya azadî û wekheviya gelê kurd e. PZK dibêje; Mafê zimanê kurdî xeta me ya sor e! Di heman demê de zimanê kurdî nîşaneya hebûn û statûya gelê kurd e jî. Heta ku daxwazên gelê kurd ji pêşdibistanan heta zanîngehan pêk neyên û zimanê kurdî nebe ‘Zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê’, wê têkoşîna gelê kurd ji bona mafê ziman her berdewam be. Em kurd bi hevdû re bang dikin; Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me hebûna me ye!
 
DIVÊ HER KES BI KURDÎ BIAXIVE
 
Em bi bahwerî û dûristî dibêjîn, li welatê me jî divê gelê me, parlamenter, şaredar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, bazirgan, serokên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi kurdî biaxivin. Yan na di pirsa zimanê kurdî de bawerî pêk nayê. Heke em bi kurdî neaxivin, bi kurdî ne nivîsînin wê di pirsa ziman de amintiya navxweyî bi berfirehî ava nabe. Di pirsa ziman de bi helwesta dudilîbûnê re wê hergav dûdilîbûnî derbikeve holê. Ji ber wilo jî em ê di hemû qadên jiyanê de bi bawerî bibêjin; Bi kurdî biaxivin! Bi kurdî bixwînin! Bi kurdî binivîsînin! Bi kurdî bifikirin! Bi kurdî bijîn! Em ê bi şanazî jî bi hevdû re dubare bibêjin; Em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e!”