Ulgen: Wêjeya kirasê lawaziyê ji ser xwe bavêje kare maskeya îktîdaran daxîne

img
AMED – Nivîskarê Romana "Kevirên Şewitî Veysî Ulgen, ku balê dikişîne ser hêleke berxwedana li Sûrê, bilêv kir ku “Kevirên Şewitî” jiyana kurdan e û romana bajarekî dorpêçkirî ye. Ulgen, destnîşan kir ku edebiyat û îktîdar tu carî li hev nakin û edebiyateke xurt dikare maskeya îktîdaran daxîne.
 
Romana “Kevirên Şewitî” ya Veysî Ulgen ji aliyê Weşanên J&J’yê ve hat çapkirin. Kevirên Şewitî, hêleke berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûra Amedê ku 104 rojan dewam kir vedibêje. Der barê romana wî ya nû de, me bi Veysî Ulgen re sohbet kir. 
 
Piştî romana te “Dîroka Sar Hêviyên Germ”, roman te ya duyemîn “Kevirên Şewitî” derket. Lê berî van herdu romanan te 3 jê çîrok, 2 jê roman û 3 jê jî lêkolîn bi tirkî nivîsandine. Berî em behsa romana te ya nû bikin, dixwazim bipirsim çi bû ku te berê xwe da kurdî?
 
Bi tirkî romana min a yekemîn di sala 2004’an de çap bû. Wê demê ez li Stenbolê dimam û min bi tirkî dinivîsand. Lê belê di dilê min de tim û tim kurdî hebû û ji bo kurdî pir dilşewat bûm. Piştî demekê hatim Amedê. Wê demê nivîskar Mehmet Uzun li Amedê li nexweşxaneyê bû. Ji ber bijîşk im û min seh kiribû nexweş e, çûm ba wî. Ji min re got: “Tu bi kurdî binivîsî wê baştir be.” A rast min cesaret nedikir. Min digot “Ez bi kurdî binivîsim, ez ê çawa bi ser bikevim.” Lê piştî vê min çend çîrok nivîsandin. Her wiha dayika min qet bi tirkî nizanibû û ez bi çîrokên wê mezin bûm. Paşê min hewl da çend çîrokan binivîsim. Piştî min nivîsand min nîşanî hevalan da û gotin “Baş in. Çîrokên te ên kurdî ji ên tirkî zelaltir in.” Bi vî awayî min ber bi kurdî ve tam dan. Lê cara ewil di sala 2012’an de min ji bo Kongreya Tibbê ya Mezopotamyayê nivîsek bi kurdî nivîsand û di kongreyê de xwend. Min dît hevalan got “Tu bi kurdî çêtir dinivîsînî.” 
Lê rojekê jî dema li Weqfa Mafê Mirovan ku li hemberî Şaredariya Mezin a Amedê ye, dixebitîm, piştî  bi qeyûman dest danîbûn ser şaredariyê  min dît tabelaya şaredariyê rakirine. Ev yek pir li zora min çû û fikirîm ku êdî ez ê bi kurdî binivîsim û min dest bi romana “Dîroka Sar Hêviyên Germ” kir. 
 
Navê romana te ya nû “Kevirên şewitî” ye. Ji navê romanê jî diyar e ku mijara romanê mijareke travmatîk e. Ji bo xwînerên kurdî tu karî bi kinayî behsa çîroka “Kevirên Şewitî” bikî?
 
Lê destpêkê dixwazim vê bêjim; Hemû romanên min li ser dîroka nêz, dîroka zindî ne. Du maneyên “kevirê şewitî” hene. Maneyek wê dîrokî ye, avakirina bajara ye. Mesela, Çiyayê Qerejdaxê çend hezar sal berê teqiyaye û bi vê teqînê re lav rêtiye. Niha em li vira rûniştîne, binî vira (sûlava ku berê ber bi Baxçeyên Hevselê diherikî nîşan dide) ne kevir in, lav in. Wexta lav yanî agir cemidiye bûye kevir û paşê ew kevir hatine çêkirin û bi van keviran Sûr hatine avakirin, xanî hatine çêkirin. Maneya wê ya duyemîn jî, jiyana kurda ye. Jiyana kurda jî wisa kel e, agir e û sar dibe. Yanî kevirê bajar ewilî agir bû, paşê bû kevir. Îjar jiyana kurda jî agir e. 
 
Bi çi awayî?
 
Bindestî, koçberî, mirin, tunebûn, zext e. Evana hemû agir in. Ev agir jî sar dibe û dibe kevir. Yanî maneya wê ya yekemîn avakirina bajara û ya duyemîn jî avakirina jiyana kurda ye. Helbet kurdan tu carî nexwestiye bi vî awayî bijîn, lê ê ku kurdan kiriye bindest xwestine kurd bi vî awayî bijîn. Yanî agir, jiyana wan agir e, diqemitin, dişewitin. Piştî vî agirî jî êşa wan sar dibe. 
 
 Wexta carinan diçûm Amedê min li van keviran dineri û min li kevirên ku şewitandine dineri. Lê ne wek hev bûn. Paşê min dît ku di van keviran de “jiyan” heye. 
 
Em ji Pasûra Amedê ne û bavê min jî dengbêj bû. Dema dı kilam milamên xwe de behsa bajarê şewitî dikir, digot “Diyarbekir, Diyarbekira şewitî…” Min xwe bi xwe digot “Çima bajarê şewitî? Kingî şewitiye?” Digotin “Neşewitiye, kevirên wê reş in, wekî şewitî bin.” Di zarokatiya xwe de pir difikirîm ku çawa kevir dişewite û min kevirên li derdorê dişewitandin. Wexta carinan diçûm Amedê min li van keviran dineri û min li kevirên ku şewitandine dineri. Lê ne wek hev bûn. Paşê min dît ku di van keviran de “jiyan” heye. 
 
Dema te ev roman nivîsand, te çi hilbijart û reddiyeyên te çi bûn?
 
Min jiyana rasteqîn, dilêşî, xewn û xiyal, berxwedan hilbijartin. Min dilşikestinî, hêvîşikestinî red kirin. Jixwe di dawiya romanê de tê gotin “Kes nikare hêviyê bişikîne.” 
 
Berxwedanên li van bajaran dikarin bibin mijara bi dehan roman, helbest, çîrok û fîlman. Yek ji van berxwedanan jî ya Sûrê ye ku 104 rojan dewam kir. Em dibînin ku romana te “Kevirên Şewitî” jî bal kişandiye hêleke vê berxwedanê. Ev çîroka “bajarê şewitî” piştî vî şerî li te peyda bû û ya ku te ber bi vê çîrokê ve bir çibû?
 
Gava ku li Sûrê şer qewimî, bajar bi şev û rojan li ber dengê topan raket û şiyar bû. Li vî bajarî sê mehan; nîvê şevê, biroj tanq û top diteqiyan. Sedema vê qewimandinê çi dibe bila bibe, kî mafdar e, kî neheq e, ev tiştekî din e û mirov dikare bi rojan vê yekê nîqaş bike. Lê tişta derket holê ew bû ku, jiyana vî bajarî sê mehan bi tanq û topan domiya. Em dizanin ev tanq û top li çolekê nateqin. Li cihê ku mirov lê dijîn diteqin. Ev yek dilê mirovan dax dida. Li hember vê, mirov nikaribû xwe li ker û laliyê deyne. Çavgirtin, ne tiştekî wijdanî ye. Lê min ev roman tenê, ne ji bo ku karibim tiştekî bikim nivîsand. Min xwest vî bajarê şewitî û dîrokî bikim belgeyeke dîrokî û fikirîm eger em vê yekê, vê jiyanê nenivîsînin, sibe dê ji bo vê çîrokeke din bê gotin, dê bê manîpulekirin. 
 
Her wiha min çîroka bajarê Şewitî ji berê de li mêjiyê xwe bi cih kiribû. Min li vî bajarî 6 salan zanîngeh xwend. Di vî şeş salî de çar salan li vî bajarî mam, xaniyê min hebû. Jixwe di “Kevirên Şewitî” de bûyer li hewşekê derbas dibe. Min ew hewş dîtiye, min ew kes nas kirine. Di sala 1987-88’an de min jiyana wê hewşê nivîsandibû. Di wî çar salî de min jiyana li nav Sûrê dît, ji wê çaxê ve di serê min de bû. Îjar piştî di sala 2015’an de li vira şer qewimî, em kesên ku di nava Sûrê de jiyabûn, me got dê bajar xera bikin, dê ji destê me here. Çimkî ev der dilê me bû, dilê me şewitî. Piştî dilê me şewitî, min xwest herduyan bigihînim hev. Yanî min hewl da bajarê şewitî û şewatê bigihînim hev û romaneke wisa derket holê. 
 
Dema ev berxwedan dest pê kirin, li ser asasê “xwerêveberiyê” hatin destpêkirin. Lê di “Kevirên Şewitî” de, mirov pir kêm leqayî vê yekê tê.
 
Belê. Çimkî mijara “Kevirên Şewitî” ev nîne. Ev romana bajarekî dorpêçkirî ye û di vê dorpêçê de jiyana li nav bajêr e, nêrîna wan a ji bo şer e, jiyana wan a di nava şer de ye û rastiya wan a şer e. Min xwest van tiştan derxim holê. Lê ev nayê maneya înkarkirina vê yekê. Her wiha min xwest jiyana berê û ya niha qiyas bikim.
 
"Zarokê vî bajarî me. Zarokê van kuçeyan im. Zarokê vê hewşê me. Me çi kiribe ji ber hezkirina vî bajarî kiriye.”
 
A rast, dema mirov lê hûr bibe, ev yek di weziyeta lehengê romanê Ahmet de xwe dider ku piştî xwendekariya xwe ya li Amedê û jiyana xwe ya li vî bajarî berê xwe dide Stenbolê û li wir bi di nav pereyan de digevize û hêdî hêdî ji xwe dûr dikeve û paşê dema li rojavayê Tirkiyeyê hêdî hêdî hîs dike ew ji xwe, ji rastiya xwe dûr ketiye û piştî vê lêhûrbûna li ser biyanîbûna xwe berê xwe dide Amedê. Her wiha Şêxmûsê ku berê sengele û pêxwasekî Sûrê bû û di pasajeke romanê de dibêje “…Zarokê vî bajarî me. Zarokê van kuçeyan im. Zarokê vê hewşê me. Me çi kiribe ji ber hezkirina vî bajarî kiriye. Bira mirina me jî ji bo vî bajarî bibe diyarî.” Û piştî bê tev li berxwedanê dibe. Dema mirov bin vê gotinê û weziyeta Ahmet bikole, ne yekser lê bi awayekî neyekser bal dikişîne ser karektera rêveberiya cewherî û rêveberiya biyanî…
 
Belê, belê. Wekî min got di romanê de ev tişt hindik hatiye vegotin. Her çend di romanê de pir qala rêveberiya xweser nehatibe kirin û rasterast nehatibe binavkirin jî, wekî di destpêkê de me got roman bi piranî li hewşekê derbas dibe û mekanê sereke yê romanê hewş e. Îjar ew jiyana li hewşê di asasê xwe de, rêveberiya xweser bi xwe ye. Jiyana hewşê rêveberiya xweser e. 
 
Şêniyên hewşê bi xwe biryarê digirin. Rêveber ew in, îdare ew in. Ma jiyan xweser jî ne ev e? Di edebiyatê de carinan hin tişt nayên nivîsandin, di hin weziyetan de xwe didin der. 
 
Bi çi awayî?
 
Ew xwe bi xwe xwe bi rê ve dibin. Kes li ser serê wan tune ye, ew bi tenê ne. Li wê hewşê kî heye? Rihan(Rihê), Xaltiya Zayde, Gulê, Sînem, Sofî û hinek şervan li wir in. Şêniyên hewşê bi xwe biryarê digirin. Rêveber ew in, îdare ew in. Ma jiyan xweser jî ne ev e? Di edebiyatê de carinan hin tişt nayên nivîsandin, di hin weziyetan de xwe didin der. 
 
Mesela li wir çi dikin? Diçin tenûrê nû çêdikin, destar derdixin, diçin amûrên text ên malên bar kirine tînin û dişewitînin û xwe pê germ dikin. Ev ne şêlandine. Ma ev tune bin dê Sofiyê nexweş û di nava livînan de çawa bikaribe bijî? Li wir karbeşî heye. Kî li ser serê wan e? Ne qaymeqamek, ne waliyek, ne şaredarek… Ew bi xwe ne û ev mînaka vê ye. Yanî karê vê romanê ne ew e ku bibêje rêveberiya xweser wiha ye, wisa ye, wiha hatiye îlankirin…
 
Di romanê de çima Rihê sê meh e nemiriye? Yanî berxwedan tenê ne gule ye. Ev roman romana berxwedana ji bo jiyanê ye. Hin kes dibêjin çima te di romanê de zêde cih nedaye jiyana şervanan. Lê armanca vê romanê ne ev e. Armanc di wî sê mehî de çi bûye? Eger ev kesana di navbera xwe de kar parvenekirina û bikirana hewar û bigotana “em çûn û çûn…”  wê Sofiyê extiyar û nexweş di hefteyekê de bimirana. Lê ji ber parvekirina kar, Sofî du meh û nîvan dijî. Şervanên li wir jî tenê şer nakin. Diçin guleya xwe berdidin û tên li Sofî dinerin, binê wî paqij dikin. Ev parvekirin jiyana xweser bi xwe ye. Li ser serê wan şaredarek , ji rêxistinê kes tune ye. xwe bi xwe biryara xwe didin, ma ji veya xweştir çi heye? Yanî di romanê de îlankirina rêveberiya xweser tune, lê jiyana xweser heye. 
 
Di romanê de tişta ku zêde xwe dide der mekan e. Hêleke muhîm a bibîranînê û bîr/hafizeyê mekan in. Li vira dixwazim bal bikişînim ser bîra/hafizeya kollektîf û mekan. Hin civaknas diyar dikin ku têkiliyeke xurt di navbera civakê û bîra kollektîf de heye û dibêjin ji bo bîr/hafize li mirov peyda bibe divê sûdê ji kollektîfbûyînê bigire. Yanî dema mirov daxilî nav mirovan bibe, ew bîr li kes peyda dibe. Lê em di “Kevirên Şewitî” de dibînin ku, bûyereke travmatîk bûye sedema vê yekê. Ji bo têkiliyek di navbera bibîranîn û mekan de çêbibe, divê bûyereke travmatîk hebe? 
 
Ev yek tenê xwe di rewşên travmatîk de nadin der. Jiyan û tiştên xweş jî mekanan tînin ber çavê mirov. Lê di rewşên travmatîk de ev yek bêtir derdikeve holê. Şer, koçberî, zelzele, îşkence, kuştin, mirin... mekanan zêde tîne bîra mirov. Çima? Beriya travmayê jiyaneke wan a xweş û delal hebû. Di rewşên wisa de mekan, mirov ber bi rastiya xwe ve dibin. Di “Kevirên Şewitî” de jî rewş wisa ye. Mesela Ahmet bêriya hewşê dike, bêriya evîna xwe ya li wir dike. ger ev şer nebûna, belkî ev der nehatana bîra Ahmet ku li rojavayê Tirkiyeyê di nava pereyan de geviziye û wî ber bi rastiyê ve nekişandana. Her wiha jiyana hewşê kollektîfbûyîn bi xwe ye. Ew bibîranîn û mekan dibin sedema jiyaneke nû. 
 
Dixwazim derî romana te pirseke dawî bipirsim. Li Almanyayê dema nazî wek boldozerê her tiştî didin ber xwe, Bertolt Brecht ji bo vê dibêje “Ev çi serdem e, êdî mirov nikare behsa darekê jî bike.” Niha li Tirkiyeyê jî atmosfer û pêvajoyeke wisa xedar heye. Yanî îktîdar hewl dide bi darê zorê civak û kes li gor qanûnên wê tev bigerin û wan ji rastiya wan û kirasê wan dûr bixe û wan bi tenê bihêle. Dixwaze pergala dewleta ku civaka xwe çêdike biafirîne. Di vê çarçoveyê de edebiyat çi qasî dikare maskeyên îktîdarên ku azadî û mafên rêxistinbûyînê yên civakê û mirovan xesp kirine birûxîne, biçirîne? 
 
 Edebiyat û îktîdar tucarî li hev nakin û ev yek ji xwe re nekiriye armanc. Îjar ger edebiyat wek mar kirasê xwe nû bike û kirasê lawazî û betalî, tembeli û mirinê ji ser xwe bavêje, dê karibe wê maskeye daxîne. 
 
Li tevahiya cîhanê edebiyat di bin zextan de geş bûye. Mînak; edebiyata piştî şoreşa li Rûsyayê, li Fransayê ku ev edebiyat tesir li hemû cîhanê kir. Di rewşên zext û zorî de edebiyateke xurt derdikeve holê. Te mînaka Brecht da. Têkildarî vê, rewşa li Tirkiyeyê jî dikare bibe sedema edebiyateke mezin û xurt. Jixwe pirsgirêka edebiyatê îktîdar e û daxwaza wê ya sereke jî azadî ye. Edebiyat û îktîdar tucarî li hev nakin û ev yek ji xwe re nekiriye armanc. Îjar ger edebiyat wek mar kirasê xwe nû bike û kirasê lawazî û betalî, tembeli û mirinê ji ser xwe bavêje, dê karibe wê maskeye daxîne. Çimkî edebiyat tu carî bi dewlet û îktîdaran re bazirganiyê nake û mehkûmkirinê qebûl nake. 
 
MA / Rêdûr Dîjle