AMED – Zimanzan û mamosteyan diyar kir ku di jiyana rojane de axaftina zimanê kurdî her roj kêm dibe. Zimanzan Samî Tan jî destnîşan kir ku li gel polîtîkayên pîşaftinê xetereya xwepişaftinê jî li ser zimanê kurdî dest pê kiriye.
Rêzeçalakiyên li 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve tê lidarxistin didomin. Fuar di roja sêyemîn de bi eleqeya xwîneran berdewam dike. Nêzî 250 nivîskar tevlî fuarê bûn û gelek çalakiyên wêjeyî li dar dixin. Çalakiyên mîna panel, guhdariya helbestan, gotûbêj û pêşandana belgefîlman pêk tînin. Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandan a Mezopotamya (MED-DER) panela “Ziman û Perwerdehî” li dar xist. Panelê Fatma Budak Guler birêve bir û zimanzan Samî Tan, nivîskar û mamoste Adar Jiyan û Cemîl Guneş jî di panelê de axivîn. Panel li salona Firatê ya fuarê pêk hat û pankarta “Her civak bi zimanê xwe heye” hat daliqandin. Gellek kes jî tevlî panelê bûn.
OTOASÎMÎLASYON XETEREYEK MEZIN TÎNE
Zimanzan Samî Tan axivî û behsa kokên dîrokî yên kurdî kir û ji bo zimanek bijî divê bibe zimanê perwerdehiyê. Tan bal kişand ser zext û astengiyên li ser zimanê kurdî û got: “Dixwazin hebûn û vîna gelê kurd bi şikandina ziman bixînin. Dixwazin zimanê kurdî bê foksiyon bihêlin. Heta îro polîtîkayek dijwar a asîmîlasyonê li ser zimanê kurdî birêve birin. Niha jî zimanê kurdî di bin xetereya otoasîmîlasyonê de ye. Vê talûkeyê dest pê kiriye. Ji ber ku dayik û bav bi zarokên xwe re bi kurdî naxivin rê li ber otoasîmîlasyonê vedike.”
Tan da zanîn ku her çiqas kurdî li her qada jiyanê ne serdest e jî, lê herî kêm divê kurd di navbera têkiliyên xwe yên du kesî de axaftina bi zimanê xwe tercîh bikin.
‘KURDÎ BÛYE ZIMANÊ NÎVCOYÎ’
Mamoste Cemîl Guneş jî destnîşan kir ku kurd li Tirkiyeyê xwedî du zimananin û got: “Di jiyana rojane de li her qadê jiyanê her roja ku diçe axaftin ango tercîha zimanê kurdî kêm dibe. Me zimanê xwe aniye asta zimanê li malê. Dema em derdikevin sînorê derveyî malê jî kurdî dikeve asta zimanê duyemîn. Îro kurdî ketiya rewşa zimaê nîvcoyî.”
Guneş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste axaftin û fêrbûna kurdî divê bibe rojeva sereke ya gelê kurd.